16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan gel dixapîne

Parlamenterê DEM Partiyê M. Zekî Îrmez anî ziman ku ji ber şer xizaniyek mezin heye û wiha got: “Zozan, bax û baxçe qedexe ne. Dema qedexe hebin gel nikare debara xwe bike û xizanî pêş dikeve. Erdogan bi van gotinan gel dixapîne.”

Li vî welatî qedexe kêm nebûne. Xizanî zêde dibe û kêm nabe. Neheqî û bêedaletî zêde dibe. Lê tevî hemû qedexe û xizaniya belgekirî Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan di 25’ê tebaxê de li Bedlisê beşdarî merasimekê bû û got xizanî, qedexe tune. Di rojên dawî de dîsa qedexe zêde bûn. Stran, govend, zozan, çiya û mêrg tên qedexe kirin. Herî dawî waliyê Şirnexê 15 roj qedexe danî ser Şirnexê.

Têkildarî mijarê parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê M. Zekî Îrmez anî ziman ku Tirkiye hiqûqa dagirkeriyê dimeşîne û wiha got: “Erdogan hewl dide hişekî bide avakirin. AKP 22 sal in desthiyatdariya xwe bi dagirkerî, xizanî, qedexebûyinê û şer berdewam dike. Bi taybetî 7-8 sal in li erdnîgariya Kurdistanê hiqûqa dagirkeriyê dimeşîne. Li Xelatê ya Bedlisê axivî. Axaftinên wî yên xapandinê ne. Gel dixapîne. Propagandaya Wezîrê Adolf Hîtler Joseph Goebbels dimeşîne. Em dizanin ku bi şewirmendê xwe van daxuyaniyan dide. Em her tiştî şênber dibînin. Her 15 rojan carekê li ser zozan, çol û çiyayên Şirnexê xedexeyan îlan dike. Li ser hemû erdnîgariya Kurdistanê tundiyek mezin heye. Her gava ku em davêjin li pey me ne. Me her gav dişopînin. Her dem çavê wan li ser me ye. Li Tirkiyeyê rewşa aboriyê li ser çavan e. Gel xizan e. Her kesî bi qirika xwe girtiye. Ji ber vê rewşa xizaniyê hişekî ava dike û manîpule (berovajî ) dike. Bi salan e bi manîpulekirinê desthilatdariya xwe didomîne.”

M.Zekî Îrmez, da zanîn ku Erdogan derdora xwe û çeteyên xwe fînanse dike û got: “Yên wekî wan nefikirin û wekî wan tev negerin, wekî ne ji xwe û ne welatiyên Tirkiyeyê bin nêzîk dibin. Em gotina wî esas nagirin. Em rastiya heyî esas digirin. Gel jî wisa dibîne û gotinên wî esas nagire. Gelê Tirkiyeyê jî rastiya wî dibîne.”

Îrmez bal kişand ser bertekên gel û wiha axivî. “Gel li dijî şer, dagirkerî, xizanî û bêedaletiyê ye. Em li esnafan digerin. Gel aşkere dibêje ku rewşa wî xerab e. Diyar dike ku şer, xizanî û dagirkerî heye. Dixwazin her kes ji bo aştiya cîhanê de dengê xwe bilind bikin. Dixwazin dengê aştiyê bilind bikin. Desthilatdariya AKP-MHP bi şer hebûna xwe didomîne. Gel vê rastiya AKP’ê dibîne û baweriya xwe bi gotina wan nîne. Gelê kurd êdî tu carî nayê xapandin û bertekê nîşanî van polîtîkayên xapandinê didin.”

Parlamenter Îrmez bal kişand ser bandora qedexe û dagirkeriyê ya li ser xizaniyê jî rawstiya û wiha berdewam kir: “Xazaniyek mezin heye. Ji ber şer heye. Gel dixwaze biçe zozan, baxçe, zevî, dahl û rezê xwe. Lê nikare biçe. Dema zozan û baxçe qedexe dibin xizanî pêş dikeve. Koçî bajarên Tirkiyeyê dikin. Li bajarên Tirkiyeyê jî rastî tundiyê tên. Kedek mezin didin. Lê li hemberî vê keda mezin pereyekî hindik digirin. Koçer êdî nikarin biçin zozanan û ajanêl xwe difiroşin. Vê carê ji bo debarê diçin bajarên Derya Spî û Egeyê. Koçber dibin û diçin.”

Parlamenter Îrmez, bilêv kir ku bi lêgerîna li Petrolê ya li Şirnexê talaniyek mezin heye û wiha pêde çû: “Li erdnîgariya Botanê daran dibirin. Bi hevkarên xwe talaniyê dîsa didomînin. Bi kanên komir û madenê dîsa hevkarên xwe têr dikin. Tu tiştî qet nadin gel. Ji bo wê xizaniyek mezin heye. Gel koçber dibin. Niha kar kêm e û ked erzan bûye. Yên dixebitin jî kêm in. Gelek ciwan diçin başûr. Lê qedexeyek mezin heye. Li Deriyê Xabûrê tundiyek mezin heye. Sedema xizaniyê şer e. Niha hikûmeta AKP-MHP li axa Kurdistanê konseptek mezin a şer dimeşîne. Heta şer bi dawî nebe û aştiyek pêk neyê dê xizanî . heta ku şer bi dawî nebe û aştiyek bi rûmet û mayînde pêk neyê, dê xizanî, bêdadî bidome. Dê demokrasî jî pêk neyê. Dê civaka Tirkiyeyê jî ji van qeyranan xelas nebe.”