6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erol: Divê AYM biryarê bide

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li pêşiya AYM’ê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto kirin. Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ozgur Erol, anî ziman ku heta niha zedeyi 60 caran serî li AYM’ê danin û xwest biryarekê bide.

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Enqereyê, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxuyaniyê dan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û parlamenter jî tev li daxuyaniyê bûn.
Ewil ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol axivî û bal kişand ser pêvajoya hiqûqî.
Ozgur Erol wiha got: “Îro em bi daxwaza heq, hiqûq û edalet li pêş wezareta Dadê kom bûne. Ev pir girîn e. Em zanin ku îro li girtîgehên Tirkiyeyê pirsgirêkên pir cîddî hene. Îro keç, kur, xwik û birayên van malbatên me yên ku li vir kom bûne ji ber sedemên polîtîk li zindanan girtî ne. Sedama van girtinên polîtîk, ji ber pirsgirêka kurd, bi rêya siyasî çareser nabe ye. Sedam neçareseriya pirsgirêka kurd jî pergala tecrîdê ku li Îmraliyê di meriyetê de ye. Em dixwazin der barê dozên birêz Abdullah Ocalan, Birêz Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Halîmî Yildirim ên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tê rawestandin hin agahiyan bidin. Pergala Îmraliyê vegeriya ye tecrîda mutlaq, ev tecrîda mutlaq ji sala 2020’an de dest pê dike. Herî dawî di sala 2020’an de hevdîtin hat kirin. Di sala 2021’an de jî tenê axaftinek kurt bi telefonê hat kirin. Piştî vê axaftina telefonê pergala Îmraliyê vegeriya ye tecrîda mutlaq û bêagahiya mutlaq. Beriya vê kiryara li dijî mirovahiyê me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Lê AYM’ê hêj ev serlêdana me nenirxandiye. Lê pergala tecrîda li Îmraliyê tenê ne bi 3 salên dawî bi sînor e. Ji roja pergala girtîgeha Girava Îmraliyê hatiye avakirin û hita niha tecrîd bê navber heye. Lê bi taybetî piştî OHAL hat îlankirin û şûnde hin zagon guhertin û ev kiryarên li Îmraliyê xistin meriyetê. Ji 2016’an heta niha 11 varan hevdîtina parêzeran a bi Îmraliyê re qedexe kirin. Ji 2016’an heta niha li Îmraliyê tam 22 caran cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn. Em li dijî van qedexeyan û cezayên dîsîplînê îtîraz dikin. Lê van pêvajoyan ji parêzeran vedişêrin. Bêyî parêzeran biryaran didin. Li vir tu biryara darazê tune. Ji ber bêyî parêzeran van biryaran didin. Ji 2016’an heta niha AYM der barê van biryaran de hêj tu daxuyanî nedaye. Em niha li pêş AYM’ê ku hiqûq lê xetimî ye daxuyaniyê didin. Dema ku AYM tu biryaran nede û pergala bêdengiyê tê meşandin, AYM bi vê helwesta xwe li cem pergala ku tecrîdê pêş dixe cih digire. Bi awayekî fîlîlî ev e. Me zêdeyî 60 caran serî li AYM’ê dane. Lê heta niha tu biryar nedane. Em bang dikin. Biryarekê bidin. Dema mijar dibe Îmraliyê hûn di nediyariyê de dihêlin. Ev nediyarî li pêş çareseriya pirsgirêka kurd asteng e. Em dixwazin ku AYM biryarê bide ku rê li pêş aştiya civakî, aramiya civakî û çareseriyê veke. Em dixwazin AYM biryarekê bidin û rê li pêş jiyana hevpar vekin û biryarekê bidin.”
Piştî Ozgur Erol dayik axivî û anîn ziman ku çend carin diçin Wezareta Dadê û dixwazin êdî ev tecrîd bi dawî bibe. Dayikan da zanîn ku dayik aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin û dayik aştî ne.