18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew bûn fîlozofê sazkarê aştiyê

Berdevka Demê ya TJA’yê Eyşe Gokkan, ji bo bîranîna hemû dayikên aştiyê ku di oxira aştiyê de jiyana xwe ji dest dane peyamek şand û got: “Hûn ji koka ‘Da’ diherikin. Hûn bûn fîlozofê sazkarê aştiyê.”

Siyasetmedar û Berdevka Demê ya TJA’yê Eyşe Gokkan, di şexsê dayika Lûtfîye Gokkan de ji bo hemû dayikên aşitiyê peyama 1’ê îlonê parve kir. Gokkan, bo bîranîna hemû dayikên aştiyê ku di oxira aştiyê de jiyana xwe ji dest dan peyamek şand û got: “Hûn ji koka ‘Da’ diherikin. Hûn bûn fîlozofê sazkarê aştiyê. Em ê we tu carî ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.”

Siyasetmedar, rojnamevan û Berdevka Demê ya TJA’yê Eyşe Gokkan ku di Girtîgeha Jinan a Sincanê de girtî ye, bi minasebeta 1’ê Aştiyê Roja Aştiya ji bo bîranîna hemû dayikên aştiyê ku di oxira  axtiyê de jiyana xwe ji dest dane peyamek şand. Peyama Eyşe Gokkan wiha ye:

Dayikên Aştiyê;

Hûn ji koka “da” diherikin. We jiyan, xweza bi berxwedanê da. Û hûn bûn fîlozofê sazkarê aştiyê. Hemû jiyana we ji bo têkoşîna aştiya civakî û azadiyê têr û tije derbas bû. Lê bi zor û zahmet. Lewma şerxwazan hemû amûrên şer li dijî we seferber kir. Hûn bi bi hestera aştiyê û zarokên xwe çûn ser dilovaniya xwe. Lê xelefên we bi hezaran in. Bi berxwedana we re hat zanîn ku hêzên şerxwez nikare têkoşîna aştiya civakî rawestîn in. Cihan jî şahidê wê têkoşînê ye.

We di gotûbeja xwe ya dîrokî de got:

Em ne tîne, ne bircî ne

Em ne bêcih, ne bêwar in

Em pêxwaz û taziye aştiyê ne.

Em li vir in, em ji vir in, xelefê aştîxwaz in.

Em li dijî şer û tecridê têkoşer in.

Em bi hestera ciwanên dîroka bêhempa dinivîsînin.

Ev gotinên we rêgeha me ye.

Em hemû jinên têkoşer ên di zilimxanan de dîlgirtî bin jî, we yek bi yek bi bîr tînin.  Bejna xwe li ber we ditewînin. Em deyndarê we ne. Çarika we ya spî li erdê namîne. Em tu car we binax nakin. Axê bi ser we de nareşînin. Em we bi dilê xwe de direşînin.  Her ku em ber bi azadiyê û aştiyê  ve diçin; em we ji dile xwê derdixin radimûsin, dîsa bi dilê xwe ve direşînin. Em we bi spasdarî bi hesret û rêzdarî bibîr tînin. 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li we piroz dikin. Em hevî dikin ku bibe wesîleya aştî û azadiya  Kurdistan û cîhanê.

Em ê tu carî we ji bîr nekin û nahêlin ku hûn bên ji bîrkirin. Hûn ê her tim di BÎRA me de bijîn. Di şexsê dayika Lûtfîye Gokkan de ji bo hemû dayikên aşitiyê.

Zilimxaneya Sîncanê li ser navê hemû dîlgirtiyên jin

Eyşe Gokkan