1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ey Niştiman’

Hunermendê navdar û neteweyî Hesen Zîrek di jiyana xwe de li gel zor û zehmetiyên mezin ji bo hunera kurdî xizmetên giranbuha kir. Berhemên hêja hişt û di roja me ya îro de ji ser zimanan nakeve. Sirûda Ey Niştiman ji bo neteweya kurd her tiştî vedibêj e

Ey netewekanî delal

Ey kurdekan ey baskeşêr

Ey niştiman, niştimanî ciwan

Xakî Ariyan wetanî kurdan

Bot tê dikoşim bi dil û bi can

Bo serkewtinî xakî Kurdistan

Ay Ey rozî kurdî kaşan

Bo kawekan li her deran

Ey rozî kurdî ber efşan

Bo kawekan li her teraf

Bot tê dikoşim bi dil û bi can

Bo serkewtinî xakî niştiman

Ey keynekan ey lawekan

Tê dikoşim cergê qawmekan

Ey niştiman, niştimanî ciwan

Xakî Ariyan wetanî kurdan

Bot tê dikoşim bi serkewtinî

Pêşmerge hebû lawî qehraman

Ez bawerim kurdekî xwenas ê ku ev stran guhdar nekirine tuneye. Ev staran an jî sirûd li ser xet û hestên neteweyî hatiye tomarkirin. Li ser Komara Mehabadê hatiye gotin û ji wê demê ve ye her li ser zimanan e. Di dil û mejî de cihekî taybet hiştiye. Hestên ji dil bandorên mezin li ser civak û neteweyê dike. Di vê stran û sirûdê de mirov hemû rewşa kurdan a heyî, erdîngariya ku li ser dijîn û girîngîya têkoşîna pêşerojê bi hêsanî dibîn e. Ji vê stranê em jî bi çîrok û serpêhatiya hêjayê Hesen Zîrek bikevin. Em hewil didin ku keseyatên navdar ên kurd ên ku ji bo gelê kurd gelek tiştên baş kirine û mohra xwe li dîrokê xistine her bibîr bînin. Armanc ew e ku jiibîr nekin û nedin jibîrkirin. Tenê di roja me ya îro de tişat ku em dikarin bikin ev e. Ew jî berpirsyariya me ye. Belê yek ji van kesayetên ku rûpelên dîrokê neqişandiye hunermendê navdar Hesen Zîrek e.

Hesen Zîrek di sala 1921’an de li bajarê Bokanê ji dayik dibe. Nasnavê wî Zîrek e.  Hê Zîrek zarok e, bavê wî dimire û di wî temenê bi ûk de toqa malê dikeve stûyê wî. Piştî demekê dayika wî dizewice û Zîrek jî aware û derbider dibe. Lê neçare ku bi tena serê xwe dikaribe li ser piyan bisekine. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Di temenê dazdeh saliya xwe de dîsa vedigere gundê.

Piştî demekê careke din serê xwe hildide û ji gund derdikeve. Bêguman şert û mercên wî gelekî zehmet e û neçare ku jiyana xwe bidomîn e. Ew qas dem nabore ku li rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digere. Çi kar be dike û hewl dide xwe li ser piyan bigire. Lê ji ber zîrekiya xwe ji aliyê her kesî ve jî tê hezkirin. Her wiha demekê li cem axayekî jî dixebite û parêzvaniya wî dike. Lê rojekê rûdinê û bi xwe difikire û dibêje: “Xulamtiya axayan, şêlandin, talankirin, azar û eziyetkirina gel ne karekî mirovî ye.” Lewre dest ji wî karî berdide û çeka axa dide wî. Ê dema ku mirov bixwaze bixebite dê kar jî hebe. Zîrek jî ji kar û xebatan ne aciz e û dixwaze bixebite. Li gorî kovara Sirwe, hejmara 139’an; ew dibe şagirtê ajokar. Lê ji bextreşiyê di navbera Seqiz û Baneyê de bi wesayîtê li ciwanekî dide û ciwan dimire, Zîrek jî ji tirsan direve.

Bêcih û bêwar digere

Di nav civakê de hin mirov hene ku dema ji dayik dibe şert û mercên wan baş e, bi hêsanî dikarin debara xwe bikin. Lê hin mirov jî hene ku ji bo dikaribin debara xwe bikin ne şev li wan heye, ne roj û ne cih li wan heye ne jî war. Dîsa Zîrek sergêj dibe û bajar bi bajar û gund bi gund digere heta ku vê carê digihêje başûrê Kurdistanê û diçe bajarê Silêmaniyê. Paşê bajar bi bajar heta Bexdayê diçe û li wir li Meyxaneya Bakurê Mezin (Şimalê-Elkebîr) dest bi xebatê dike. Ew hem dixebite û hem jî ji xwe re distrê û gel ji dengê wî hez dike û alîkariya wî dike. Bi vê kêliyê êdî dengbêjiya Zîrek jî dest pê dike. Mirov dikare bêje pêlekana yekemîn a navdêriya wî û xizmeta ji hunera kurdî re ye.

Destpêka xebatên hunerî

Belê piştî gelek zor û zehmetiyan Hesen Zîrek navê xwe li rûpelê hunermendiya kurdî dinivîs e. Zîrek êdî bi awayekî ji xwe bawer dest bi xebatên hunerî dike. Zîrek di sala 1953’yan de bi alîkariya Neşet Ebdurehman, Hemey Derwêş Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi şeş dînaran çar bernameyên stranbêjiyê pêşkêş dike. Ew bi qasî pênc salan li Radyoya Bexdayê beşa kurdî dixebite.

Lê belê dilê wî her li Bokanê ye. Di sala 1958’an de Iraqê di cih de dihêle û vedigere bajarê Bokanê. Piştî demekê diçe Radyoya Mehabadê di beşa kurdî de dixebite. Paşê jî wî dişînin beşa kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike. Li gori kovara Sirwe; Zîrek li wir bi Mîdya Xanima Zendî re dizewice. Mîdya Xanim li ser vê yekê wiha dibêje: “Baş tê bîra min di sala 1958’an de dema ku ez li mala bavê xwe bûm, Zîrek hate mala me. Hê nû bernameya kurdî hatibû damezirandin. Pêwîst bû ku di bernameyeke bi kurdî de jineke kurd jî qise bikira. Ez bi xwe kurd bûm û li Tehranê dijiyam. Ligel ku ez hê biçûk bûm û diçûm pola nehem, dîsa jî ez bi Zîrek re çûm radyoyê û bi vî awayî ew bû sedem ku min li wir dest bi kar kir. Piştî mehekê ez bi wî re zewicîm. Du keçên wan Sakar û Arezû çêbûn. Piştî dawetê wan Zîrek şand Radyoya Kirmanşanê. Wî li wir gelek stranên nadir û awazên hêja tomar kirin.”

“Çirîkey Kurdistan”

Hesen Zîrek tenê stranan tomar nake û nastrê di heman demê de di sala 1966’an de pirtûkeke bi navê “Çirîkey Kurdistan” dinivîse ku jiyana xwe vedihûne û şanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse. Ferîdûnê Muradî yê kirmanşanî notayên stranên wî dinivîse û Dr. Mihemed Sidîqê Muftîzade jî pêşekekê jê re dinivîse. Ew pirtûk bi alîkariya Mîdya Xanima hevsera wî tê amadekirin û tê bilêvkirin.

Her tim jiyan li gorî daxwazên mirovan pêş nakeve. Hin caran mirov texmîn jî nake ku dê tiştekî çawa derkeve pêşberî mirov. Ji bo Hesen Zîrek jî rewş diguhere. Zîrek di sala 1967’an de diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina stranan diçe Radyoya Bexdayê lê stranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî teslîmî Îranê dikin. Piştî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê.

Hunerê jê re tiştik nekir!

Hunermend Zîrek dibêje; “Hunerê ji min re tiştek nekir” lê belê wî ji bo hunera kurdî gelek tişt kir. Dema şert û merc biguherin li gorî herikînê divê mirov jî teşe bide jiyana xwe. Zîrek jî di havîna sala 1968’an de li nêzîkî bajarê Bane li ‘Kanî Mela Ehmed’ çayxaneyekê vedike û dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabîeyê re dijî. Ew jiyaneke nexweş derbas dikin. Zîrek di kaseteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye de dibêje: “Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke nexweş heye. Eger hûn bên û bibînin, hûn ê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez kurd im û bi zimanê kurdî qise dikim.”

Koça dawî!

Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama stranbêjiyê dibe hedefa êrîşa polîsan. Lewre ji wir jî bar dike û diçe Şinoyê. Birayê wî li ser wê rewşa wî wiha dibêje: “Ew nexweş bû, li Tewrêzê Dr. Yar Mihemedî ew emeliyat kir. Dr. Yar ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexweşiya wî penceşêra kezebê ye. Piştî du mehan koça dawî kir.” Hesen Zîrek di roja 28’ê hezîranê de (li gorî hin çavkaniyan ev dîrok 26 e û li gorî hinekan jî 24 e) sala 1972’yan de koça dawî kir û xatir ji me xwest. Zîrek stranên xwe yên xweş li ser zimanê me û dengê xwe yî xweş jî di guhê me de hişt. Li ser wasiyeta wî piştî mirinê wî li çiyayê Naleşikên ê Bokanê vedişêrin.

Hin ji berhemên wî:

Ey Niştiman, Nesrîn Emrim Bihare, Disan şew hat, Yallah şofêr, Wek qumrî, Lorkê, Ketane, Heynar, Kabûkê, Leyla, Dogma dexe, Kermashan shari shirinm, Aman doktor, Ho layli, Naleshkena, Male babm nasrin, Datrsm bimirem, Kewyar, Asmar, Nazdar Nazdar ji hin berhemên wî ne.