27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Faşîzma alîm û zanistên bi îcazet

Nemaz û niyazên wan ji hev cûda ne. lê di qirkirina Kurdan de yek in: Erdogan Şeyh El Arabî dike bingeha hewldanên xwe û rewşek îlahî derdixe hole; Gurê Pîr jî delêgura Asêna dike bingeha hewldanên xwe û rewşek kozmonîk derdixe hole.

Dewşirmeyên ku bûne faşîstên navdar tev, kesên bi îcazet in. Ez ê gotina Cegerxwîn “kîne em”bi guherim û bêjim, “kîne ew”.

Ev kes xwedî fikir û karên “payîdar”in; yanî kesên ku di qirkirina gelê Kurd de bi fermana paşayên dewşîrme “rapor”, “kanun” amade kirine. Bi wan raporan navdar bûne xwedî “îcazetname”yên bextreşiyê.

Van zewatan, siyaset nekirine, “îcad”ên di çarçoveya qirkirinê de kirine. Ev “îcad”, hem di aliyê fikrî de, hem di aliyê pratîkî û teknîkî de ne. Lewma min ji bo wan gotina “îcazet” bikaranî. Ew mirov, xwedî dîplomayên zaningehan e; beşek ji wan li zaningehên Ewropa xwendine, beşek ji wan li dibistanê eskerî xwendine, beşek ji wan jî di dibîstanên çetetî de serwext bûne. Ev sê cûre kesên bi îcazet tev, bi gotina Altan Tan li “Enqera kûr” kom bûne û her kesî li gorî pîşeyê xwe, bûne kevir û xerca qirkirina gelê Kurd. Dema ku hêzên global dibine hevkarên wan “zewetan”, çekên kimyewî û tecrîda kuştina reş dikine pratîkê. Îro, em di wê serdemê de dijîn.

Du mînakên navdar hene. Yek, Şukru Kaya’ye, di navbera salên 1927-1938’an de, wezîrê Karên Hundir e û li zanîngehên Ewropa xwendiye. Dewşîrmeyê ji girava Midillî ye. Duyemîn kes jî Îsmet Inonu ye, dibistana eskerî xwendiye. Ew jî dewşîrmeyekî Kurd e û di sala 1935’an de çûye Midyadê û raporek amade kiriye. Rapora Inonû jî, bîqasi ya Şukru Kaya bêyom e!… Vêca; em kesên di dibistanên eskerî de xwendine deynin aliyekî; lê dema mirovekî ku zanista akademîk xwendibe û bibe amurê qirkirinê, nabe ku weke mirovê zanist werin binavkirin.

Ji bo vê jî, her du basikên ku dibine xwedî îcazet, pêşî ji aliyê mejî ve têne “hadim” kirin, yanî têne xesandin. Piştre dibine “pençîk-dewşîrme”, yan jî dibine “mankurt”.

Di hadis-î şerîfên îslamî de jî wiha tê gotin; ”alimên baş herî baş in, yên xerab jî herî xerab in. yên xerab jî weke kuçikên ku êrîşî xwedîyê xwe dikin” e. Ev hadîs-î şerîf, behsa mirovên xwedî îcazet dike.

Saziya ku yekemîn gava qirkirina gelê Kurd dibin navê “Rapora Şarq Islahet”ê de avêt û qirkirina Kurdan meşrû dît, Encumena Şerq Islahatê ye. Di 8’ê Îlona 1925’an de hate avakirin û serokê wê jî Ismet Înonu ye. Endamên wê jî mirovên bi îcazet in; beşek esker in, beşek kî kesên zanista akademîk xwendine ne. Di nava wan de tenê Celal Bayar zaningeh ne xwendiye, lê ew jî serokê çeteyan bû.

Biryarên encumanê 27 in û bûye “Desturname”ya Komara! Tirkiyê; bi gotina Mehmet Bayrak, “eger em wateya planê Şerq Islahetê fêhm nekin, em pirsgirêka Kurd û siyaseta dewleta dewşîrme jî nasnakin.

Bingeha vê siyasetê, ji aliyê Kurd Ismaîl Hakkî Paşa, Meraşal Zekî ve, di salên 1880-84’an de hate danîn. Kurt Ismaîl Hakki Paşa ji Dêrsimê dest bi vî karê qirêj dike. Ev karê Kurt Ismaîl Hakki paşa û mareşal Zekî bû bingeha, “raporên işlah”kirinê û avakirina çeteyên Alayên Hamîdiye. Komara! Tirkiye îro jî bi vê prtaîkê haraket dike.

îro, desthilatdariya AKP/MHP, siyaseta qirkirina Kurdan di çar babetan de dimeşîne. Yek, tecrîda li Imralî ku di radeya mirina reş de tê meşandin… Du, şerê taybet, ku bê perwa çekên kimyewî bi kar tine…. Sê, darbeyên siyasî, ku qirkirina sîyasî û linca di siyaseta qeyum de dike piratîkê…. Çar, kumpasên weke darabeyên siyasî û qirkirina siyasî…

Di van çar siyasetan de, vîra-bîsmîllah, di çarçoveya Desturnameya Encumana Şarq Islahat de êrîşî Kurdan dikin. Lê balkêş ew e ku ev zewatê bi îcazet gotina “islahatê” bikartînin e. “kî” ne û “kê” “islah” dikin. Heta damezrandina Komara! jî li Balkanan jî, li Anatolya û Kurdistanê jî, kesên hov, çete, sergerde, muxlaci û haramî, paşayên Osmanî-Îttîhat û Terakkî bûn. Ev zewatê “hadim” kirî û “mankurt” çiqasî zû ji serxwe ve çûn û bûne mamosteyên siyaseta ku dikarin gelan perwerde û “islah” bikin? Heyhat û hawar!…

Bersiva vê pirsê hêsan e: Yek; dema ku Wezîrê Hundir Şukru Kaya diçe Bakurê Kurdistanê, 7 zewatên xwedî îcazet bi xwe re dibe. Ev jî, fermandarên hêzên cendirmeyan Ibrahîm Talî beg, fermanderê cendirmeyan Kazim paşa, fermandarê Kolorduya 7’emîn Kenan paşa, fermandarê hêza taybet Osman paşa, parlamenterê Sêrtê dewşîrme Mahmut beg, Mutasarife Elazîze Nizamettîn paşa û parlamenterê Kutehya û Mudurê Weşana rojnameya Millî Naşît Hakki beg in. Her rapora ku Şukru Kaya dinivîse jî, rojane di rojnameya “MILLI” ya Naşit Hakki de tê weşandin. Îro jî, medya bi îcazet û deregulasyon, heman karî dike.

Guman dikim ku navên di gera Şukru Kaya da cih girtine, bala we jî kişandine, Yek ji wan jî pisporê siyasî, xwedî fikra pîşeyê pskolojîk, pedagojîk û sosyolojîk nine. Teva jî mirovên bi îcazet in, yan “hadim” kirî ne, yan jî “mankurt”ên dibîstana eskerî ne û ne xwedî wê fikrê ne ku raporeke “islahê” amade bikin. Ji xwe, raporên bi nave “islah”ê hatine amade kirin, raporên qirkirinê ne.

Du; Heta ku Abdullah Ocalan ji bo Kurdan ne got, akademiyên siyasî vekin, siyasetmedarên xwe di radeya zanista felsefî de perwerde bikin, partiyan fermî yên dewletê, bi taybetî AKP, MHP’e, akdemisyên perwerdeya siyasî ji bo endamên xwe venekirin.

Axirî kelam; encama rapora qirkirinê; bû “aqlê dewletê û îcraata qirkirina bi destê dewletê”. Ev aqil, sed sal in di pratîkê de ye. Îro jî, bi desthilatdariya ceberrud ku bi navê “teşkîlatî Turk-î Turan û Turk-î Îslam” kar dike, bûye “gurê har ku çêlîkên xwe jî dixwe”.

Doh, zewatên ku qirkirin dikirin dihatin taltîfkirin, îro jî têne taltîfkirin.

Îstîbdad’a ku li Yildiz Sarayî dest pê kir, sed salî li Koşka Çankaya hate meşandin, niha jî li Qesra Bêştepe têmeşandin. Siyaseta bi teşkîletên îsîtîxbaratî ku teva weke çeteyan û şantajê kar dikin, îro jî li çar parçeyên Kurdistanê bi heman rêbaz û zêdekirina çeteyên ji welatên cûda, karê xwe didomînin.

Weke salên 1938’an li Dêrsimê çekên kimyewî hatin bikaranîn. Îro jî li Herêmên Parastina Medya çekên kimyewî têne bikaranîn.

Belkêş e, fîlozofên (1) qirkirinê, qirkirina Kurdan weke “endezyarên civakî” binav dikin. Di weşanên zabîtên “hadim”kirî de, hem qirkirina Sason, hem jî kiryara hovane ya Cemal Madanoglu, weke “endesyariya li Bakurê Kurdistana jêrîn têne binavkirin. Ev hesbîhala şerma zanistî û însanî, “zikr-î zewatên xwedî îcazet”in.

Îro, dozgerên weke zabîtanî “hadim” û “makurt” haraket dikin, siyaseta qeyum bi bahaneyên erzan û derî hiquqî dikine pratîkê. Bi cezayê disipline tecrîdê giran dikin, girtiyên ku 30 sal in li girtîgehan giritne bernadin.

Lê ya balkêş ku; Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK), namzêdiya Mehmet Siddik Akiş a ji bo hevşaredariya Colemergê qebûl kir û destnîşan kir ku astengiyên hiquqî û siyasî li pêşiya wî ninin; Lê piştî ku ji aliyê gel ve hate hilbijartin, dozgerên “hadim” û xwedî “îcazet”, bi fermaneke taybet, ketin nava tevgerê, ew girtin û li dewsa wî jî qeyum hate erkdarkirin. Yanî gotina ku kuçik kuçikan nadirrin wajî kirin.

Rejîma Reîs û hevkarê wî Gurê Pîr , xwe di dewsa, “qadir-î mutlaq Xwedayê mezin de” dibînin. Asoyên faşîzma ku 3 nifşan dewam dike, bi tecrîda li Imraliyê û di çarçoveya, raporên “şarq islahet”ê de dimeşînin.
Arşê 7an, cihê ku cênabê Muhammed, li Qudsê li Buraq suwar bûye û çûye dîwana “qadir-î mutlaq” e. Ev kevirê ku cenabê Muhhemd pêlê kiriye û li Buraq suwar bûye jî, di nîvê Mizgefta Mescîd-î Aksa de ye. Ev rastî, ji bo tevahiya cîhana Misilman, metneke hevpar e. Balkêş e ji bilî rejîma Erdoganê misilmênî, tu rejîmên misilman, ev metna hevpar, ji bo tunekirina gelên misilman bikarneanine.

Lê her du pêxemberên derewîn, wek di Tewratê de tê gotin, xwe di dewsa cenabê Ibrahîm de dibînin û ferîştahan dikine mêvan. Cenabê Birahîn, jiyan pîroz didît û civak li ser bingeheke bi ahlak rûnand. Bingeha cenabê Birahîm jî rizgarkirina civakan ji lele û zincîran e. Lê ya her du pêxemberên derewîn zincîr û lelekirina gelan e.

Di van rojan de, her hevoka ku ji devê Erdogan û hevkarê wî Gurê Pîr derdikeve, ya azinellah û ya staarrr, çîrok û vebêjên mitolojîk yên bi xwîn jî derbas dikin. Her gotina wan, daxek û demxeyek reş a li mirovaniyê ye. Balkêş e, ew gotinên xwe, ji gotinên Kitab-i Muqaddes jî giranbihatir û weke menkibeyên ahlakî dibînin. Suphalllaaaaahhhh!…

Her du zewat jî, kullîyata klasîk mînak digirin û gencîneya ferhenga “Saziya Ziman” ya Mustafa Kemal berteref dikin. Zimanekî serdema antîk bikartînin û baweriyek di mekanên ikonografîk de derdixin hole. Ev jî kirina bingeha ola Turk-î Turan û Truk-î Îslam, yanî laîktiya spî berteref dikin û menkibeyên bixwîn dinivîsin.

Divê em zanibin ku ola Turk-î Îslam û Turk-î Turan, ji hev cûda ne,.lê her du ol jî, her du pêxenberên derewîn jî, di yek xetê û yek rêçikê de dimeşîn, hebûna xwe di qirkirina gelê Kurd de dibînin. Her du pexemberên derewîn hej ji hev nakin. Di navbera wan de şer heye û vî şerî di motîvasyonek sergirtî de dimeşînin. Ji ber ku îmana wan xwîn e, baweriya wan wêranî ye, nemaz û niyazên wan jî şer e, şerê dinavbera xwe de dideynine aliyekî û êrşî Kurdan dikin.

Panturkîzma dewşrîme heye, yek aliyê netewperestiya paranoyak diparezê, yek jî sekuleriya çeteyan diparêze. Her du basik jî, xwe bi xurafayên Dede Korkut û sergerdeyên çeteyên Akinci xwedî dikin.

Nemaz û niyazên wan ji hev cûda ne. lê di qirkirina Kurdan de yek in: Erdogan Şeyh El Arabî dike bingeha hewldanên xwe û rewşek îlahî derdixe hole; Gurê Pîr jî delêgura Asêna dike bingeha hewldanên xwe û rewşek kozmonîk derdixe hole. Ev dîtin û hewldan encama xeyalan e. Burokrasiya bi îdeolojiyek tahhakkûm jî bi xanedanıya her du pêxemberên derewin ve hatıye girêdan.

Medya qesrê jî, ji bo ker pêxemberên derewîn, bûne palê nivîsandina “DARABNAME-Şehrîstan” an. Ev jî teşvîkkirina postkolonyalî ye. Lê çiqasî hewl didin jî nikarin etimolojiyek ku dikaribe jiyana qirêj, li ser bingeheke rêkûpêk rûnênin. Lê muhayela mirovaniyê, bi taybetî muhayela Kurdan, bi gelekî di ser xeyalxaneyên pêxemberên derewîn re ye.

Bi taybetî piştî şerê 40 salî yê gelê Kurd û ahenga muzîka ji bo azadiyê, muhayyela gelan fereh û kûr kiriye. Destanên ku îro li çiyayên Kurdistanê têne nivîsandin, raporên “Şerq Islahatê” parçe kirine. Ev destan, ji destanên klasîk yên Kurdan ku di navbera erd û ezman de tekiliyek îlahî dideynîn, ne xalî ne. Yanî ekolojî û hewldanên fizîkî yên lehengên Kurd, têkiliyek bi hev re dideynin. Ev têkilî di her du cîhanan de jî xwedî nirxekî pîroz e. Kadir-î mutlak, mirov û xweza dinava hevde ne. Bi gotinan neyê vegotin, di aliyê manewî de weke termînolojiyek veşartî, di mêjiyê mirovan de dipingihe.

Di dîrokê de “Koma Nemirên Kurdistanê” hene, ev termînolojiyek kozmîk ya mitolojiya Kurdan e, îro jî di pratîkê de zindî bûye. Tefekkûr û tehayyûla civakî, (hişmendî û hewngîri) weke her demê deriyên asoyên bi “raporên islahê” hatibûne girtin şikandine û li asoyên paşerojan ahenga jiyanê avakirine. Nemirên Kurdistanê, li hemberî cenawer û dînazorên serdemê têkoşînê dikin, di çarçoveya qadir-î mutlak de, ji olên derewîn dûr, ji vebêjên pêxenberên derewîn dûr, di çaroveya olên “muesses-rast” û pêxemberên “muesses-rast” de, dikine pratîkê. Ev afirgeriya mirov û civakek nû ye û li gorî hevsengiya xwazayê û li ser binega parastina ekolojîk û wekheviya jin û mêr de ye.

Her du pêxenberên derewîn, hêz û kabiliyet û kurahiya rewşenbiriya Tirk a elît jî têk birine, di dewsa wan de elîteke arabesk ên bi îcazet derxistine hole. Ev jî sîstema kor û lalan e!..

Tevgera Azadiya Kurd, bi şerê 40 salî, desturnameya bi “Raporên Şerq Islahatê” hatiye sazkirina parçekir.

Divê siyaseta faşîzan qeyum û tecrîda di rengê mirina reş de jî werin parçekirin. Ji bo vê pêwistî bi çalekiyên girseyî û berdewamî, pêwistî bi fikr-î azad û teşhîrkirina zewatên bi “îcazet” heye.