26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fransiyan xwest CPT erka xwe pêk bîne

Senator, parlamenter, akademîsyen, parêzer, sendîkavan, nivîskar, rojnamevan û serokên partiyên siyasî jî di nav de bi mohra 61 kesan nameyek ji CPT re şandin û xwestin CPT erka xwe pêk bîne

Kampanyaya şandina nameyan ji CPT’ê re bênavber didome. Di nameyên tên şandin de bang li CPT kirin ku ji bo kontrolkirina rewşa tenduristiyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re tavilê heyetekê bişîne Îmraliyê û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Metna bangawaziya li CPT a bi navê ‘Platforma ji bo Abdullah Ocalan’ bi vî rengî ye: “Em; siyasetmedar, sendîkavan, komele û akademîsyen, dixwazin bala CPT bikişînin û bang li we bikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, 39 meh in ji aliyê dewleta tirk ve li girtîgeha grava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê hiştin. Ji ber vê tecrîda li derveyî qanûn û mirovahiyê, Birêz Ocalan ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran û têkiliya bi derve re bêpar dihêle û di pratîkê de tê wateya windakirinê. Ev yek bi rengekî şênber şêweyekî êşkenceyê ye.

Bandoreke kûr li ser kurdan dike

Abdullah Ocalan ê ku niha 75 salî ye, 25 sal in bi êşkenceya tecrîdê re rû bi rû ye û ev 3 sal in der barê tenduristiya wî de tu agahî nehatin bidestxistin. Heta niha cihê girtina wî jî nayê piştrastkirin. Rewşa wî bandoreke kûr li ser gelek kurdan dike.

Ji ber vê yekê weke CPT em ji we daxwaz dikin ku bikevin nava tevgerê. Weke CPT maf û berpirsyariya we heye ku Tirkiyeyê jî di nav de hemû girtîgehên dewletên peymana we îmze kirine ziyaret bikin. Ev yek derfetê dide we ku hûn ekîba xwe ya pispor bişînin Îmraliyê. Em daxwaz dikin ku demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û der barê tenduristiya wî de agahiyê bigirin. Ji bo ku Tirkiye erkên xwe yên weke endamekî Konseya Ewropayê bi temamî bi cih bîne, gaveke wiha jiyanî ye. Ev ê bibe alîkar ku pirsgirêka mafên mirovan a giran çareser bibe û fikarên bi milyonan kurdan çareser bike. Her wiha dikare ruhê lihevkirinê yê ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê wê zindî bike.”