28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel bi derfetên xwe mudaxeleyî şewatê kir

Gel bi derfetên xwe mudaxeleyî şewata di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de derketî holê, kir. Rayedarên dewleta tirk di saetên siharê de hatin cihê bûyerê

Bîlançoya şewata ku duh di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de derketî holê, eşkere dibe.

Gundiyan gotin ku şewata ku li gundê Tobiniyê ji ber çirûskên ji têla elektrîkê derketî çêbû, di demeke kurt de belavî gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê bû û heta Bendava Goksu dewam kir.

Taxa Tobinî ya girêdayî Çinar bû cihê ku herî zêde ji şewatê bandor bûyî. Gel mudaxeleya destpêkê li şewatê kir. Gel bi wesayîtên mîna traktorê mudaxeleyî şewatê kir. Her wiha gel diyar kir ku mudaxeleya rayedaran têrker nebû.

Gundê Kelekê ya ku sînorê Gundê Tobiniyê ye, zirareke mezin ji şewatê dît. Hat zanîn ku Şêxmûs Demîr, Resul Yilmaz, Rêzan Yilmaz û Mezel Demîr dema ku ji bo vemirandina agir çûn, jiyana xwe ji dest dan. Ji birîndaran Hasan Demîr jî ji bo tedawiyê sewqî Rihayê hate kirin. Hat destnîşankirin ku kesên di dema mudaxelekirina şewatê de jiyana xwe ji dest dan, temenê wan di navbera 17-20 saliyê de ne.

Wezîrê Tenduristiyê yê tirk Fahrettîn Koca wiha got: “Di şewata ku li gundê Yazçîçegî û Taxa Koksalan a li navçeya Çinar a Amedê û gundê Yucebax û Yetkînler a navçeya Mazidagi ya Mêrdînê derketî holê, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî ji şewatê bandor bûn ku rewşa 10 kesan giran e.”

Dîsa hat dîtin ku li qada çandiniyê ya 5 hezar donum a di navbera her du taxan de, genim û garis şewitîn. Siyasetmedarên Kurd ji saetên şevê ve çûn cihê bûyerê. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û hevşaredar bi gel re ne.

Hevşaredarên Bajarê mezin Ayşe Serra Bûcak û Dogan Hatûn çûn herêma şewatê û piştî lêkolînan çûn serdana birîndarên ku li nexweşxaneyê tedawiya wan didome. Hat zanîn ku di navbera her du gundan de bi sedan sewal şewitîn û mirin.

Helîkopterê piştî şewatê av rijand

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, di dema ku şewat belav dibû de mudaxeleya ji hewayî xwestin. Hevserokan wiha gotin: “Mudaxeleya ji bejahî, ne bes e. Bi lezgîn divê ji hewayî mudaxele bê kirin. Ger pêwîst bike, divê alîkariya navneteweyî bê girtin û demildest pêşî li belavbûna şewatê bê girtin.”

Di tevahiya şevê de bangên ji bo mudaxeleya hewayî dewam kirin. Lê hat dîtin ku helîkopteran mudaxeleyî şewatê nekir, di navbera her du gundan de piştî siharê saet 05.00’an dema şewat qediya helîkopterê nû av ji Bendava Goksu anî û rijand. Tîmên AFAD’ê jî dereng hatin herêmê.

DEM PARTÎ: Wezîr daxuyaniyên cuda didin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal, xîtabî Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Karên Hundir kir û ev daxuyanî da: “Her du wezîr jî têkildarî vê şewata ku jiyana xwezayî bandor kir û beriya 6 saetan destpê kir, du daxuyaniyên cuda didin. Em agahiyên ku ti eleqeyê wê bi van daxuyaniyên têkildarî windahiyên can, birîndar û kesên winda nîne, bi dest dixin. Şaredariyên me, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, parlamenterên me li qadên şewatê, nexweşxaneyan û maseyên krîzê yên hatine afirandin dixebitin. Em bang li amîrtiyên mulkî dikin ku bi heman hewldanê bi şaredariyên me re bixebitin û em bang li wezaretên eleqedar jî dikin ku bi daneyên rast raya giştî agahdar bikin.”

Cenazeyên 2 kesan hatin veşartin

Cenazeyên Şêxmûs Demîr û Resul Yilmaz ên li gundê Keleka ya Şemrexê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan, li goristana taxê hatin veşartin.

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Amed, Êlih, Mêrdînê û gelek kes beşdarî merasîma veşartina cenazeyan bûn.