16 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê kurd êdî xwe nas dike

Sîdar Hesekê diyar kir ku gelê kurd êdî xwe nas dike û wiha got: “Gelê ku xwe nas neke, dijminê xwe jî nas nake û nikare li dijî dijmin şer bike. Rêber Apo gelê kurd gihand wê astê ku ji xwe haydar bibe.”

Têkoşîna tevgera azadiyê nêzî 50 sal in didome. Li rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de veguherî şoreşê. Dewletên dagirker ên ku xwe li ber şoreşa Rojava ranegirtin çeteyên mîna El Qaîde û DAIŞ’ê bi ser Rojava de şandin. Bi pêşengiya jinan li hemberî çeteyên hov ên dijminê mirovahiyê şereke bêhempa meşandin û çeteyên hov têk birin. Bi têkbirina DAIŞ’ê re li Rojava di warê leşkerî, siyasî, çandî, aborî û hunerî de pêşengiya avakirina sîstema demokratîk kirin.

Lewma 19’ê Tîrmehê wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin. Jinan di heman demê de textê desthilatdar û dagirkeran jî hejand, xeta azadiyê li cîhanê belav kir. Lewma dibin hedefa her cure êrîşên dagirkeran. Tenê ji 8`ê Adara 2023`an heta niha ji qada leşkerî heta qadên siyasî, civakî û ragihandinê hemû xebatên jinan bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagiker û hevkarên wê. Di van êrîşan de 7 jinên pêşeng jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî şerê fizîkî û şerê taybet ku li ser gelê Rojava û bi taybetî li dijî jinan tê meşandin em bi Fermandara Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) Sîdar Hesekê re axivîn. Sîdar Hesekê pirsên me bi berfirehî bersivandin.

Di demên dawî de bi hin bûyerên ku pêk hatin şerê taybet di rojevê de zêdetir cih digire. Divê şerê taybet ê ku di rojevê de ye çawa bê pênasekirin?

Em wek gelê kurd ji avabûna pergala netew-dewletan re ne tenê rastê êrîşên hovane yên qirkirinên fîzîkî hatin, herî zêde jî li ser me qirkirina çandî, asîmîlasyon pêk hatiye û lingê vê yê bingehîn jî şerê taybet pêk tîne. Di rewşên ku êrîşên qirkirina fîzîkî encam negirin, an jî têrker neyên dîtin serî li şerê taybet tê dayîn. Jixwe ji bo tunekirina gelê kurd, çand, ziman û hebûna vî gelî lingê herî xurt ku hate aktîfkirin, şerê taybet bûye. Şerê taybet ji hêla navendên taybet ên şer ve tê meşandin, birêvebirin û organîzkirin. Li gorî rewş û rûdanên nû jî rêbaz têne guhertin. Ya ku teqez tim pêk tê, kirinên cur be cur yên şerê taybet e.

Elbet em vê jî bidin diyarkirin ku di rastiya Kurdistanê de şerê taybet tenê ji hêla yek navendê ve nayê meşandin. Hemû dewletên dagirker xwedî planên şerê taybet in. Ango di dema rejîma Beasê ya Sûriyeyê de jî li gor polîtîkaya xwe şerê taybet dihate meşandin. Lê divê ev were gotin ku piştî rûdanên li Rojhilata Navîn û aloziyên ku li Sûriyeyê derketin, daîreyên şerê taybet hîna berfirehtir bi tevger bûn. Ji hêlekê ve hêzên navneteweyî, ji hêlekê ve jî hêzên statukoparêz wek Îran û Tirkiye ku dest avêtin herêmê, daîreyên xwe yên şerê taybet jî yekser aktîf kirin. Di demên dawiyê de jî bi rûdanên ku rojane diqewimin em dibînin ku bi ziravî û hûrgulî li ser kar dikin. Carna herêm bi herêm planên wan diguherin. Wek mînak li beramberî herêmên dagirkirî bi awayeke cuda nêz dibin, li ser herêmên rizgarkirî yên wek Dêrazorê, yan jî Minbic lîstikên cuda xistine dewrê. Bi awayekî cuda nêzîkî jinan an jî ciwanan dibin.

Şerê taybet herê zêde li dijî kî/kê tê bikaranîn?

Di esas de ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin ku alozî tim dewam bike. Nakokî werin çêkirin. Bi taybet jî rev û koçberkirin çêbibe. Ji bo vê bêîstîqrariyê zêde dikin. Herî zêde jî di hedefa wan de jin û ciwan hene. Ji ber ev her du beşên civakî wek şahdamara civakê rol dilîzin. Di rewşekê de ku jin û ciwan bikevin nav dek û dolabên şerê taybet, werin beralîkirin, an jî li dijî civakê werin bikar anîn, êdî rewşa wê civakê jî pir xirab dibe û ber bi hilweşînê ve diçe. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi rêya êrîş, fihûş, madeyên hişbir û koçberkirinê jin û ciwan di hedefê de ne. Dema ku rizîna mêjî, ruh û exlaqê çêbû, êdî tevnên heyî yên civakî ji hev belav dibin. Civak nema dikare xwe biparêze û pêş bixîne. Ji ber vê girîng e ku ciwan û jin li beramberî ev şerê taybet pir şiyar bin û bi baldarî nêz bibin.

Şerê taybet bi kîjan rêbazan tê meşandin?

Şerê taybet di qada îdeolojîk de tê meşandin. Aliyên wê yên psîkolojîk, veşartî û nerm hene. Piştre zexta aşkere tê. Hedefa sereke qaliştok çêkirin, parçekirin û aliyên lewaz bikar anîn e. Hemleya yekemîn li ser mêjî pêk tînin. Bi mêjî û hestan dilîzin. Hewla herî zêde ew e ku têgihiştina dijmin di serê civakê de rakin. Bê îtîbarkirina pêşengan tê plankirin. Li Tirkiyeyê navenda şerê taybet ava bûye ku ji qadên zagonsaz, rêvebirin û darizî heya ragihandin, huner, spor û civaka sivîl hemû bikartînin. Bêbawerî, fesadî, ajantî, teslîmgirtin, dijber kirin, guman çêkirin hemû rêbazan bikar tînin. Ji vê re mirina nerm jî tê gotin. Hest û mêjî tê tevizandin. Tev jî li ser gelê kurd û bi taybetî jî têkoşerên azadiyê dimeşînin.

Di salên dawî de li kêleka êrîşên hovane yên li ser pêşeng, siyasetmedar, şervan û hwd. hewl didin ku tirsê çêbikin. Yanî vê nêrînê serwer bikin ku yên aktîf bin, ên di nav têkoşînê de bin, dê bibin hedefa êrîşan. Bêguman ev aliyekê şerê vê demê îfade dike. Di kêleka vê bi êrîşakirina li ser herêmê, tunekirina çavkaniyên jiyanê debara civakê dixin zehmetiyê. Vê rewşê jî diqulipînin ber bi bêbawerî, tengezarî û nerazîbûnê. Ango hem bixwe sebebê vê rewşê ne, hem jî bi daîreyên xwe yên şerê psîkolojîk kar dikin ku civakê ji Rêveberiya Xweser sar bikin û dûr bixin û di encamê de li hemberî wê bi kar bînin. Wek ku sedema pirsgirêkên heyî nîşan didin. Wiha jî dikin ku guman û bêbaweriyê pêş bixin. Li beramberî vê reva ji welat wek firsendeke pir baş (!) li pêşiya ciwanan datînin. Lê em dibînin ku yên ji welat direvin, bi taybet jî ji sînor derbas dibin. Jixwe beşek ji wan li ser sînor rastê îşkence, kuştin, tecawizê tên. Yên din jî li Tirkiye di rewşên pir giran ên aborî, psîkolojîk û civakî de dimînin. Beşek ku dixwazin xwe bigihînin Ewropayê jî di deryayê de dixeniqin. Yên digihêjin jî perîşantir dibin. Ango ciwan têne xapandin û jiyana wan bi tevahî tê reşkirin. Hem ji ax, çand û pergala xwe qut dibin, hem jî bi krîzên cur be cur re rû bi rû dimînin. Beşek ji van kesan depresyonên pir giran dijîn û piştî demekê ku nikaribin vegerin dawî li jiyana xwe tînin. Ev ji mirina fîzîkî hîna xirabtir e.

Jixwe madeyên hişbir, fihûş, ajankirin û koçberkirin di navendên şerê taybet de tê plankirin. Ji bo were belavkirin jî hemû îmkanên dewletê seferber kirine. Wek ku me got, ne tenê rejîma Beasê herwiha Tirkiye û Îran jî çawa li dijî gelê kurd li bakur û rojhilat van rêbazan dişuxulînin, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî heman tiştê dikin.

Bi avabûna Tevgera Azadiyê re gelê kurd li dijî şerê taybet têkoşîneke çawa da destpêkirin?

Tevgera Azadiyê beriya pêşî tevgera zanekirinê ye. Yanî têkoşîna yekemîn a fikrî hate meşandin. Jixwe Rêber Apo qonaxa yekemîn ya têkoşînê bi lêgerîn û lêkolînên pir kûr yên dîrokî, siyasî û civakî da destpêkirin. Avabûna tevgerê jî li ser vê têgihiştin û zanebûnê pêş xist. Nexasim ev têkoşîn têkoşîneke îdeolojîk e, zanyarî ye. Rêber Apo şiyarkirina civaka kurd ji ciwan û jinan da destpêkirin, di nav hemû civakê de jî belav kir. Gelê kurd ji xwe û rastiya biyanî bibû. Di ferqa rastiya dijminê xwe de nebû. Yan ji dijminê xwe pir ditirsiya û nediwêriya dengê xwe bike, serê xwe rake û tiştekê bêje, yan jî bi tevahî di nav sîstema dijmin de heliyabû. Tunebûna xwe normal û asayî dihesiband. Lê bi têkoşîneke pir xurt û domdar re civaka kurd kete ferqa hebûna xwe. Di mijara ‘Rastiya dijmin’ de zanebûn qezenc kir. Jixwe yek ji sedema ku heya niha daîreya şerê taybet nekariye encam bigire, ji ber gelê kurd zane bûye. Xwe naskiriye û têkoşîneke xurt daye meşandin. Bi xwe bawer bûye. Ji xwe, ji hev hêz digirin. Xwedî li xwe derketiye. Ev faktorên pir girîng in di têkoşîna gelan de. Gelekî ku xwe nasneke, dijminê xwe jî nas nake. Nikare şerê li beramberî dijmin jî bike. Rêber Apo gelê kurd gihand wê astê ku ji xwe haydar bibe. Rastiya pir-alî ya dijminê xwe jî derxîne zanebûnê. Ev 50 salên dawiyê bi şerê dijwar meşiyaye. Şerê herî giran jî şerê taybet e. Lê birastî ku nekarîn bigihîjin armanca xwe, ji şiyarbûna gel çavkanî digire. Gelê kurd êdî bi gotinên dijmin bawer nake. Nayê xapandin. Her tiştekê ku dijmin belav dike, her tiştê ku dibêje, ji safoka xwe re derbas dike. Ango rastbûn yan jî derewbûna wê hesab dike. Li dijî şerê taybet bertek û têkoşîna hewce jî nîşan dide.

Di dawiyê de wek têkoşereke jin ji bo têkoşîna li dijî şerê taybet çi pêşniyar dikî?

Wek di jorê de jî hate îfadekirin, şerê taybet bi ziravî û pir-alî tê meşandin. Hercar dirûv û teşeya xwe diguherîne. Bi veşartî ye. Nepenî ye. Li beramberî wê jî tim şiyarbûn pêwîst dike. Tim di rojevê de hiştin lazim e. Çi guhertin çêkirine, çi li ser zêde kirine, kîjan rêbaz xistine dewrê, heta ku li dijî şerê taybet têkoşîn bi encam dibe, ev tev mijarên ku nabe ji rojevê derkevin. Lewre jî pêwîst e gelê kurd, bi taybet jî jin û ciwan, herwiha gelên herêmê jî zanebûn û agahiyên xwe yên der barê şerê taybet de zindî bihêlin, bilind bikin. Xwe perwerde bikin û rêbazên dijberê şerê taybet bikar bînin. Wek mînak dema ku şerê taybet dixwaze koçberiyê zêde bike, divê kampanyayên xwedîderketina ax û şoreşê derkeve pêş. Dema ku şerê taybet nakokiyan çêdike û hewl dide gelên herêmê bîne pêşberî hev, divê yekitî û hevgirtin bigihêje asteke pir bilindtir. Bi vî rengî jî dikare yek bi yek rêbazên şerê taybet were pûçkirin. Lê ev jî girîng e ku şerê taybet rojeva şoreşê diyar neke. Li beramberî vê jî baldarî û zanebûneke mezin hewcehî pê heye. Pir caran şerê taybet rojevan jî beralî dikin. Xusûsek ku nabe were piştguh kirin jî ev e. Pêwîst e hemû şaneyên şerê taybet yên li seranserê welat hemû werin deşîfrekirin. Jin di vê xusûsê de dikarin roleke aktîf bilîzin. Yên ku xirabiyê di nav civakê de belav dikin bêne deşîfrekirin û li dijî wan mafê parastinê were bikaranîn.

Di esas de şerê taybet şereke stratejîk e. Demkin an jî demkî nîne. Lewre li beramberî wê jî pêwîstî bi şer û têkoşînê heye û divê timî xwe nû bike. Ger ku em şerê taybet bişibînin çiravekê (bataklik) wê demê mijûlbûna me jî ne bi mêşan, bi zuhakirina çiravê be.