17 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Reqqayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Gelê Reqqa ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan. KCDK-E’yê jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Em bang dikin ku bi ruhê seferberiyê gelê me dakeve qadan û xwedî li Rêber Apo derkeve.”

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropay (KCDK-E) der barê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 38 meh in agahî jê nayê girtin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em pergala îşkence û tecrîdê ya 26 sal in li Îmraliyê tê meşandin qebûl nakin. Em bang li gelê xwe dikin ku li her dere xwedî li Rêber Apo derkeve.”

Em dizanin ku komploya li dijî Rêber Apo, navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî ji destpêkê ve ev tecrîd û sîstema tecrîdê plan kirin û bi cih anîn. Bi helwestên xwe ji bo berdewamiya pergala Îmraliyê tevkariyê dikin. Şerê qirkirinê yê dewleta tirk li dijî gelê kurd dimeşîne, di berjewendiya hêzên navneteweyî de ye. Ji bo ku Tirkiyeyê di polîtîkayên berjewendiyên xwe yên Rojhilata Navîn de bikar bînin gelê kurd dikin qurbanî. Weke KCDK-E em bang li we dikin ku li dijî sûcên li dijî mirovahiyê û cezayên disîplînê yên li Îmraliyê tên kirin, dakevin qadan û bi ruhê seferberiyê xwedî li Rêber Apo derkevin.”

Raqqa

Gelê Reqayê bi meşeke girseyî qedexeya hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şermezar kir.

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir. Şêniyan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan û pankartên “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest e” vekirin.

Meşê heta Qada Jina Azad dewam kir. Li vir hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Meşleb Tirkan axivî. Tirkan bal kişand ser pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd û got vê pêngav li seranserî cîhanê deng vedaye.

Meşleb Tirkan wiha pê de çû: “Pêngava navneteweyî rêbazên berê derbas kirine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panel, konferansên hiqûqî hatin lidarxistin, name ji desteyên NY’yê, Konseya Ewlehiyê, Dadgeh Ceza ya Navneteweyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Meclisa Mafên Mirovan û CPT’yê re hatin şandin. Her wiha pêngavên komkirina îmzeyan hatin birêxistinkirin.”

Tirkan bal kişand ser ser tecrîda bi hinceta “cezayê dîsplînê” jî û wiha domand: “Cezayê ku qaşo bi navê dîsîplînê tê birîn li dijî qanûnên navneteweyî û yên navxweyî ye. Tundî û tecrîda li ser Rêbertî gihaştiye asta windakirina bi dare zorê. Ji 25’ê Adara 2021’ê ve em nizanin ka rewşa Rêbertî çi ye.”

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kînana Ebdo jî got armanca hêzên komploger ew e ku projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn asteng bikin. Her wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî, azadî û jiyana hevbeş bûye semokeke cîhanî, lewra hêzên komploger dixwazin bi rêya şidandina tecrîdê pêşî li ramanên wî bigirin.”

Kînana Ebdo diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin û got ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji şer û nakokiyên li ser desthilatê re çareserî ne.

Çalakî bi dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê