8 Eylül, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Halo: Kareseta herî mezin dijminê navxweyî ye

Siyasetmedar Elî Elî Halo anî ziman ku eger partiyên siyasî yekgirtinekê di nava xwe de çebikin, bi plan û bername kar bikin, derfetên mezin li pêşiya kurdan heye û got: “Na eger bi yekgirtî tev negerin xeteriyek mezin li pêş kurdan e. Kareseta herî mezin dijminê navxweyî ye.”

Li Başûrê  Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk her roj hêza leşkerî li Duhok û Amediyê bi cih dike. Balafirên şer her roj li hemêbê bombeyan dibarîn. Heyetên dîplomasiya tirk dema diçin Hewlerê, hikûmeta başûr û Malbata Barzanî xalîçeya sor li pêş wan radixe wan bi awayekî herî germ pêşwazî dike. Dîplomatên tirk pir bi hêsanî dikarin ala Tirkiyeyê li Keleha Hewlerê bipêçin û peyama ‘Em kelehê ji hundir de fetih dikin’ da cîhanê. Lê dema ku dîplomatên PDK’ê û hikûmeta Başûr diçin Enqereyê, wan tenê bi ala tirk pêşwazî û pêdiviyê bi ala Kurdistanê nabînin. PDK ku Tirkiye wê li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne daxwazên KNK’ê yên hevdîtinê red dike.

Têkildarî rewşa Başûr û çar parçeyên Kurdistanê ya siyasî û civakî siyasetmedarê kurd Elî Elîe Halo nirxandin kir.

Elî Elî Halo li ser rewşa siyasî ya Başûr û Iraqê, nakokiyên di navbera herêmê û bexdayê de ji nivîskarê me Kakshar Oremar re nirxandin kir. Elî Elî Halo anî ziman ku peywendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de gelek baş nînin û wiha got: “Sedema vê yekê jî bi dîrokê ve girêdayî ye. Bi têkiliya welatên dagirker ên Kurdistanê ve girêdayî ye. Ev dewletên dagirker ên Kurdistanê ji bo kurdan tu mafê jiyanê qebûl nakin. Ev hêzana dixwazin mafê kurdan ji destê wan bigirin û Kurdistanê dagir bikin. Li aliyê din divê mirov xwe rexne bike. Partiyên Kurdistanî, partiya desthilat a kurd û hikûmeta başûrê Kurdistanê nekarî bi dirûstî rêvberiya Başûrê Kurdistanê bikin. Wekî partiyek Kurdistanî ku hêzeke yekgirtî, hêzeke neteweyî û niştimanî, li ser pirsên niştimanî û neteweyî, li Bexdayê bergiriyê ji xelkê Kurdistanê bike. Ev pert û ji hev cudabûn û bêtifaqiya  kurdan derdekî gelek mezin e. Ji ber vê yekê li Bexdayê jî wekî hêzeke lawaz û hêzeke bêdeng, hêzeke ne yekgirtî, li gel ereban û pêkhateyên din ên Iraqê tê dîtin.”

Parlamenterê berê û siyasetmedar Elî Elî Halo bilêv kir ku dibînin cîhan jî ber bi guherînên mezin ve diçe û wiha got: “Ew pêkhateyên bêdewlet, ew milletên bê xwedî, ew milletên lawaz, ew partiyên siyasî yên neyekgirtî yên ku bê proje û bê strateji, bê bername û bê plan neşên tiştekî bikin. Divê di  vê cîhanê de ji bo milletê xwe destkeftiyekî ava bikin. Ev bêedaletiya Kurdistanê, ev nakokiyên navxweyî, serekaniya bêhêziyê ye.”

Karesata herî mezin bêtifaqî ye

Siyasetmedar Elî Elî Halo anî ziman ku kêşeya herî mizen bêtifaqiya kurdan e û wiha berdewam kir: “Dijminên me û dagirkerên me çawa berê xwe didin me? Kareseta herî mezin ne dijmin e. Kareseta herî  mezin dijminê navxweşî ye. Karesata herî mezin bêtifaqiya kurdan e. Eger di nava partiyên kurdan de tifaq hebûya û bi yek dengî bi misyona yekgirtî li gel Bexdayê tev geriya bûna, dê encam cuda bûya. Dê Bexdayê hesabekî cuda bikiraya. Eger yekîtiyek hebûya dê piştgiriya gel ji bo partiya desthilat gelek pirtir bûya. Mixabin rewşa navxweyî, nîşan dide ku tirsek mezin heye.”

Miletê me miletekî hişyar û li ser piyan e

Siyasetmedar Elî Elî Halo bal kişand ser rewşa dewletên dagirker jî û wiha pêde çû: “Li gel bêtifaqiya partiyên kurdan rewşa dagirkerê Kurdistanê jî baş nîne. Qeyranên aborî, nakokiyên siyasî zêde dibin. Eger partiyên siyasî yekgirtinekê di nava xwe de çekin, bi plan û bername kar bikin, dîsa derfetên mezin li pêşiya kurdan heye. Doza me dozeke rewa ye. Miletê me miletekî hişyar û li ser piyan e. Eger desthilateke siyasî û jêhatî hebe derfetên gelek mezin li pêş kurdan in.”

Dagirkerên Kurdistanê dixwazin kurdan tune bikin

Elî Elî Halo qala rewşa parçeyên din ên Kurdistanê jî kir û ev agahîdan: “Li bakurê Kurdistanê jî em dizanin dagirkerê Kurdistanê, dagirkera herî faşîst û li dijî kurdan Tirkiye; bi strateji, plan û hîleyekên gelek mezin, hewl dide ku bi her awayî kurdan ji holê rake. Di aliyê çand, ziman, siyasî û her alî de dixwaze kurdan ji holê rake. Em dibînin hevşaredar û siyasetmedarên kurd di zindanan de ne. Kurdistan kirine zindanek mezin. Bi her rengî bi ser kurdan de tên. Rêya siyasetê li kurdan qedexe dikin. Hemû mafê kurdan binpê dikin û tu mafî j bo kurdan rewa nabînin.”

Li bakur berxwedanek mezin heye

Parlamenterê berê û siyasetmedar Elî Elî Helo destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê ciha dilxweşiyê rewşek heye. Li wir berxwedanek mezin heye. DEM Partî û xelkê welatparêz li Bakur di nava berxwedanek mezin de ne. Encamên berxwedanê bêguman dê encamek baş bin. Ev başî ji xweber çênebûye. Berhemên xebat, xwîn û fedekariyek gelek mezin e.”

Li Rojava rewşa serkeftinê heye

Halo nerînên xwe yên li ser rewşa Rojava jî anî ziman û wiha dirêj kir: “Li Rojava jî li ruxmê ku Tirkiye her roj axa wê bombebaran dike û xelkê sivîl dikuje, li rexmê ku Sûre ew dorpêç kiriye jî, li wir rewşek serkeftin û pêşkeftinê heye. Di aliyê aborî de dibe ku rewş gelek xerab be. Lê li wir hevî heye ku baştir bibe.”

Her sal bi sedan kolberan qetil dikin  

Halo bal kişand ser rewşa Rojhilat jî û wiha bi dawî kir: “Li Rojhilatê  Kurdistanê jî mixabin, tê dîtin ku dîlgirtin, kuştin û îşkence heye. Di vê serdemê de mirovek ji bo pariyek nan kolberiyê dike. Vê yekê jî ji bo kurdan hêja nabînin. Ji bo kurdan zêde dibînin. Em dibînin ku her sal çend sed kes kolber tên kuştin. Bi giştî rewşa Kurdistanê û rewşa kurdan xerab e. Zor û zext li ser kurdan gelek zêde bûye. Cîhan jî li dijî  van zextên li ser kurdan bêdeng e. Ji ber berjewendiyên dewletên cîhanê yên li gel dagirkerên Kurdistanê heye dengê xwe nakin. Dîsa ji ber guhertinên li cîhanê pêş dikevin, şer û nokokiyên heyî, her kes ji bo berjewendiyên xwe tev digerin û li gel dagirkerê kurdistanê tev digerin. Ev metirsiyek e. Hevî dikim ku desthilatên kurd û her çar parçeyên Kurdistanê, tifaqe pêş bixin. Dema em tifaqa kurdan dixwazin, em vê yekê ji partiyên siyasî yên kurdan dikin. Divê partiyên çar parçeyan yekîtiya xwe çêbikin. Millet bi xwe yekitiya xwe çêkiriye. Kurdistan yek welat e. Berpirsiyariya heri mezin di destê partiyên destilatar de ye.”