28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hartmann: Gelê cihanê li dijî tecrîdê ye

Koordînatora Skandînavyayê ya kampanyaya “Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Beth Hartmann anî ziman ku ew ji bo parastina mafê Abdullah Ocalan dixwazin û got: “Gelê cîhanê li dijî tecrîdê ye.”  

39 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî, di 10’ê Cotmeha 2023’an de li Ewropayê kampanyaya “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hatibû destpêkirin. Kampanyaya ku li Ewropayê dest pê kir, ji herêmê derket û bû gerdûnî. Di vê çarçoveyê de li welatan komîte hatin avakirin, gelek çalakî hatin lidarxistin û hê jî tên kirin. Ji rêveberên kampanyayê yên li Skandînavyayê Beth Hartmann li ser mijarê ji nûçegîhana JINNEWS’ê Melek Avci re axivî.

Bi Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê re axivîn

Beth, diyar kir ku li Norwêcê ji bo raya giştî der barê tecrîda Îmraliyê ya ku Tirkiye didomîne ragihînin gelek xebat meşandine û wiha got: “Me der barê mijarê de pirsên xwe ji Wezîrê Karên Derve re şandin. Norwêc ji bo piştevaniya Kurdistanê kar dike ku rewşa birêz Ocalan di nav Norwêciyan de zêdetir derkeve pêş û em jî hewl didin ku bersivek ji hikûmetê werbigirin. Em niha bi Partiya Sor re dixebitin û wan herî dawî pirs ji Wezîrê Karên Derve kirin, ka dê hikûmet çi bike da ku Tirkiye rêzê li mafên mirovan ên girtiyên siyasî yên li Îmraliyê bigire. Heya niha bersivek nehatiye dayîn, lê tê payîn ku di nav vê hefteyê de bê dayin. Em ji bo zextê li hikûmet û meclîsê bikin em dixebitin. Em ji bo daxwaza rawestandina kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî Birêz Ocalan û girtiyên din, dixebitin.”

Mafê girtiyên siyasî dikin qurbana berjewendiyên siyasî

Beth di nirxandina “erêkirinê” ya saziyên navneteweyî yên ku li dijî tecrîdê sê meymûnan dilîzin jî wiha got: “Bêdengiya DYA û welatên Ewropayê di pratîkê de tê wateya erêkirina revandina Birêz Ocalan û teslîmkirina Tirkiyeyê. Bicîanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û berdewamiya hevkariya bi hikûmeta Tirkiyê re, nîşan dide ku mafên bingehîn ên mirovan û hiqûqa gerdûnî ji nedîtî ve tên û girtiyên siyasî ji bo mijarên siyasî yên din û herêmî dikin qurbanî.”

Ewropa rexne dikin

Beth destnîşan kir ku Ewropayê jî rexne dikin û wiha got:” Bi dîtina min welatên Ewropa û DYA’yê bi etîketa Tirkiyeyê ya birêz Ocalan weke ‘terorîst’ bi nav kirin. Ji ber vê sedemê, li hemberî muameleya ku birêz Ocalan û gelê Kurd tê kirin bêdengiyek heye. Rexneyên sazî û dezgeyên navneteweyî li Ewropayê tên rawestandin.”

‘Gelê cîhanê li dijî tecrîdê ye’

Beth da zanîn gelek kes bertekê nîşanî tecrîdê dide û wiha got, “Norweciya ku bi Kurdistanê re piştevaniyê dike, baş dizane ku Tirkiyeyê alîkariya revandina Birêz Ocalan kir û li girtîgeha Îmraliyê rastî îşkenceyên nemirovane hat. Li hemberî tecrîda li ser girtiyên siyasî û ji ber ku birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzaran re hevdîtinê bike loma jî ji çar aliyên cîhanê gel bertek nîşan didin.”

Divê Tirkiye boykot bikin’

Beth bal kişand ser raya giştî û boykotê û wiha got: “Li gorî min divê weke dema ku li Afrîkaya Başûr apartheîd pêk hat, ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd jî xebat bên kirin. Divê em jî hewl bidin ku Tirkiye were boykotkirin.”

ÇAVKANÎ: JINNEWS