10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatimogûllari: Gezî wîcdan e

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan li pêş Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) daxuyanî dan. Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku Gezî wîcdan e û Gezî nayê darizandin.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li Girtîgeha Sîlîvriye serdana Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya, girtiyên doza Geziyê Osman Kavala, Tayfûn Kahraman, Can Atalay û Selçûk Kozagaçli kirin. Hatîmogûllari û Bakirhan piştî hevdîtina li girtîgehê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê dan çapemeniyê.

Gezi wîcdan e

Ewil Tulay Hatîmogullari axivî û anî ziman ku Gezî wîcdanê civakê ye û berxwedana ku bi milyonan gel beşdar bûbe nayê darizandin. Hatîmogullari anî ziman ku ew ji Sîlivriyê bang li hemû cewaweriya Tirkiyeyê û cîhanê dikin û wiha got: “Duh me li girtîgeha Jinan a Sîlîvrî Cîdem Mater û Mîne Ozerdem ziyaret kir. Îro jî me Osman Kavala, Can Atalay, Tayfûn Kahraman ên ji doza Gezî neheq û bê hiqûq girtî têne darizandin ziyaret kir. Me disa Selçûk kozagaçli, Bekîr Kaya û Halîl Aksoy ên li girtigeha Sîlivrî tên girtin ziyaret kir.”

Bi milyonan mirov dest dan hev

Hatimogullari, da zanîn ku Gezi wîcdanê Tirkiye û civaka Tirkiyeyê bû û wiha axivî: “Geşedanên li Gezî pêş ket, li dijî neheqî û zilma ku li Tirkiyeyê zêde bû bû. Çalakiya hemû gelan a îtîata sivîl bû. Bi milyonan mirov herikî berxwedana Geziyê. Ji çar aliyên Tirkiyeyê herikîn Berxwedana Geziyê. Gezî herikî herêma Derya Derya Reş, Derya Spî, Anatoliya Navîn, Amed û herikî her çar parçeyê Tirkiyeyê. Herikî Enqereyê. Bi milyonan mirov li kolanan bû. Jin, ciwan, zarok, kal û pîr her kes li kolanan bû. Hemû kesên partî û rêxistinên cuda di qada Geziyê de destên xwe dan hev û tev li vê berxwedanê bûn. Berxwedana Gezî ku bi milyonan gel beşdar bû, îro bedelê wê berxwedanê girtiyên li Sîlivrî tên girtin didin.”

Di dîroke de beşdarên berxwedanek wisa mezin nehatine darizandin

Tulay Hatimogullari, anî ziman ku bedela Wê bi Osman Kavala, Çîdem Mater û Can didin dayîn û wiha lê zêde kir: “Gezî divê neye darizandin. Heta niha di dîrokê de berxwedanek wisa ku hemû gel beşdar bûne nehatiye darizandin. Di şexsê Osman Kavala de dixwazin berxwedana Gezî ceza dikin.Em vê yekê qebûl nakin. Ne pêkan e em vê yekê qebûl bikin. Gezî wicdanê vê civakê ye. Bi gotina wan “Em çapûlçiyê Gezi bûn”. Ez hemû kesên di vê Gezî de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Em dixwazin ev senaryoya der barê Gezî de bi dawî bibe. Îro biryara DMME’ê ya der barê Gazî  Kobanê îro li holê ye. Berxwedana me ji Gezî heta   Kobanê ye. Herdu doz jî nîşan didin ku daraz çiqas di rewşek şermê de ye.”

Êdi bes e

Tulay Hatimogullari, bang li rayedarên darazê kir û got: “Em dixwazin demek berî demekê ev dozya xera bibin. Em dixwazin biryarên DMME’ê têxin meriyetê. Eger daraz dixwaze her kes hurmetê nişanî wê bide divê girtiyên doza Gezî serbest berdin. Em dibêjin êdî bes e. Hindik wîcdanê darazê hebe, divê biryara xerakirina dosyayan bidin. Banga me li qesrê û hikûmetê ye. Hûn nikarin bi van sanaryoyan mirovan ceza bikin. Hûn nikarin darazê wekî maşik bikar bînin. Em dibêjin edî bes e. Mirovan nekin tu parçe.”

Divê yên êrîşî girseyê kirin bên darizandin

Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan silavên Bekir Kaya, Halil Aksoy û Selçûk Kozağaçli bi raya giştî re parve kir û wiha got: “Gezî ne tenê Osman, Can, Selçûk e. Gezî berxwedana milyonan e. Eger hûn ê Geziyê darizînin hûn salonan peyda nakin. Ji ber ku bi milyonan mirov tev li berxwedana Geziyê bûn. Eger hûnê Geziyê darizinin divê hûn xwezaparêzan darizînin. Divê hun kurd, tirk, elewiyan darizînin. Gezî ne tenê çend kes in. Gezi milyon in. Gezî sekn û berxwedana li dijî talankirina xwezayê bû. Ji ber vê yekê Gezî nayê darizandin. Yên bên darizandin, divê kesên bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir bên darizandin. Divê yên mirov birîndar kirin û li kolanan hiştin bên darizandin. Divê polîs û leşker bên darizandin.”