7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê KNK’ê Karamus: PDK’ê tu caran daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs anî ziman ku ji xeynî PDK’ê bi hemû partî û rêxistinên li herêmê re hevdîtin kir û got: Mixabin PDK her tim daxwazên me yên hevdîtinê red dike. Dewleta tirk di dîrokê de her tim xwestiye hebûna kurdan ji holê rake. Lê ev hêza kurdan ji dijmin re dibêje ‘Kerem bike were min dagir bike’.”

Heyeta KNK’ê di navbera  7 û 19’ê tîrmehê de li dijî êrîşên dagirkeriyên yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, ji bo nîşandana helwesteke hevpar li Hewler û Silêmaniye têkiliyên dîplomatîk pêk anîn. Dîsa bi boneya amedekariya Konferansa Neteweyî û şopandina doza kuştina endamê KNK Denîz Cevdet bişopîne çûn gelek hevdîtin kirin. Şandeya KNK’ê di serdana başûr de serdana navenda Tevgera Azadî ya li Silêmaniyê, Tevgera Goran û Waliyê Silêmaniyê kir. Piştî serdana şandeya KNK’ê ya li Başûr Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs pirsên rojnameya me bersivand.

Di serî de tu dikare qala armanca çûyîna Başûr bikî? Armanca we ya serdana Başûr çi bû?

Em di navbera 7-19’ê tîrmehê de çûn Başûr. Serdana me nêzî 2 hefteyan berdewam kir. Serdana me vê carê bi mijarên taybet bû. Mijara sereke ji bo dagirkirina dewleta tirk a başûrê Kurdistanê û amadekariyên êrîşên berfireh dike bû. Mijara duyemîn ji bo darizandina qatilê endamê KNK’ê bû. Di 2023’yan de êrîşî nûnertiya KNK’ê kiribû. Di êrîşê de berpirsiyarê ofîsa me ya KNK’ê Denîz Cevdet şehit kiribûn. Danişîna dozê dest pê kiribû. Mijara sêyemîn jî ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ye. Di hemû xebat, dan û stendin û hevdîtinên me de Yekîtiya Neteweyî mijara esasî ye. Lê vê carê di vê serdanê û dan û stendinê de mijarak Konferansa Neteweyî bû. Em plan dikin ku Konferansa Kurdistanî pêk bînin. Yek ji biryara peymana Konferansa Lozanê ku di 2023’yan de pêk hatibû de hatibû xwestin ku Yekîtiya Neteweyî her dem di rojevê de be. Di konferansê de biryar hatibû girtin ku Konferansa Kurdistanî bê lidarxistin. Li ser wê biryarê em amadekariya Konferanseke Kurdistanî dikin.

Di vê pêvajoyê de we bi kê re hevdîtin kir. Di van hevdîtinan de çi hatin hiqaşkirin?

Muxatabê hevdîtinên me bê şik û guman, partî, rêxistin û saziyên sivîl û kesayetên pêşeng ên çar parçeyên Kurdistanê ne. Pêkhateyên li Kurdistanê dijîn jî di nava muxatabên me de ne. Em bi hestekî neteweyî û kurdistanî tev digerin. Di nava serdanên me de suryanî, aşûrî, keldanî û hemû pêkhateyên ku em karibin li gel wan dan û stendinê bikin jî hebûn. Lê sereke partî û rêxistinên kurdistanî, kesayet û civakên kurdistanî bûn. Di van 2 hefteyên em li Başûr bûn, me çend rêxistin nedît. Yek ji wan Partiya Demokratên Kurdistan (PDK) bû. Ew ji xwe heta niha du carî daxwaza hevdîtinên me qebûl nekiriye û qebûl nake.  An jî naxwaze di asta niştimanî û neteweyî de bi me re dan û stendinê bike. Ji bilî wê me li gel û hemû partî û rêxistinên din hevdîtin kir. Di nava wan de partî û rêxistinên rojhilatî jî hebûn. Ji xeynî Başûr dan û stendinên me bi berfirehî li qada dîasporayê jî pêk tê. Li çi cih û warên ku partî û saziyên kurdan lê hebe em li gel wan jî hevdîtin dikin. Armanca me ew e ku em li ser 5 beşên Kurdistanê ku hêjmareke mezin li dîasporayê ye, yekîtiyekê ava bikin. Tê gotin ku nêzî 3-4 milyon kurd li dervê welat dijîn. Di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn geşedanên siyasî pêş dikevin, pêwistiyek pir girîn bi yek rêzî û yekîtiya neteweyî heye.

Hewldanên dewleta tirk çine?

Hewldanên dagirkirina dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê li gorî nirxandinên me, dewleta dagirker, bi formeke fermî peyman li gel hikûmeta Federe ya Iraqê  çêkir. Tê qenetkirin ku, ji bo têkbirina destkeftî û serkeftinên kurd ev peyman îmze kirine. Di demên dawî de dixwaze li gel hikûmeta Baas a  Sûriyeyê jî dan û stendinê bike. Ev tê wateya ku hewldanên dagirkirin û êrîşên dewleta tirk li gorî yên berê cuda ye. Berê dewleta tirk çi operasyon pêk dianî, navek li wê operasyonê dikir. Pençe, Çelîk, Mûrad û gelek navên din li wan dikir. Navên ku li operasyonan kiribûn nehiştibûn. Vê carê nav li oprasyona xwe nekirine. Dixwazin bi dagirkirinê herêmê têxin bin kontrola xwe. Dixwazin îlhak bikin. Armanc dike ku beşek mezin a başûrê Kurdistanê û tevahiya Rojava têxe nava sînorên Mîsak-î Mîllî. An jî ew sînorên ku ew nav lê dikin Ahdî Mîllî. Dibêjin me ev ji aliyê zagonî û ji aliyê meşrûtiyeteke fermî li gorî peymanên navdewletî peyda kiriye. Ji ber vê yekê ev êrîş û hewldanên dawî ku tang, top û leşkeran dişînin herêmê, amadekariyên cuda dikin. Dixwazin herêmê dagir bikin. Çawa ku di sala 1974’an de Tirkiyeyê Kibris dagir kir û 50 salin Kibrisa Bakur di kontrola  Tirkiyeyê de ye, dixwazin Başûr jî wisa dagir bikin. Eger îro em li ser rewş û derfetên kurdan nirxandinekê bikin, derfet û hêza kurdan heye. Kurdan êdî xwe bi rêxistin kirine. Zane ne. Heta astekê dan û stendinên navdewletî hene. Dostên kurdan jî hene. Tişta herî girîng û kêmasiya mezin kurd ligel hevdû, di asta parastina berjewendiyên neteweyî de diyalog, dan û stendinek pêk neanîne. An jî stratejiyeke muşterek pêk nehatiye. Em di vê amadekariya xwe ya Konferansa Neteweyî û kurdistanî dikin de girîngiyek mezin didinê. Amadekariyek û xebatek berfireh em dikin. Dan û standinek berfireh em dikin. Em bi hêvî ne ku ev ê bi ser bikeve. Ji bo vê armancê me li gel hemû beş û pêkhateyan dan û stendin kir.

Ez dixwazim bi çend gotinan balê bikişînim ser helwestên partî û rêxistinên ku me bi wan re hevdîtin kir. Çi di asta dagirkerî, metirsîdarî û gefên li ser berjewendiyên kurd, çi jî pêwistiya yekrêziya tevgera siyasiya kurd û neteweya kurd, hemû aliyên ku me bi wan re hevdîtin kir, helwesteke erênî nîşan dan. Helwesteke erênî hebû. Diyar kirin ku pêwistî heye. Em bi hevî ne ku ev xebata em amadekariya wê dikin, dê vê carê encamek baş bide.

Hûn beşdarî danişîna kujerê Denîz Cevdet bûn. Helwesta dadgehê çi bû?

Mijara din a armanca hevdîtina me, me xwest êrîşa li ser barageha me ya KNK’ê di cih de bişopînin. Ne qatilek bi tenê ev êrîş pêk aniye. Komek e. Li gorî agahiyên gihiştine me û em pê serxewtin, yekser dewleta tirk û MÎT li pişt vê komkujiyê ne. Delîl di vî warî de ne. Li gorî agahiyan qatil perspektif ji MÎT’ê girtiye. Armanca vê êrîşa li dijî barageha KNK’ê ya ne tekakesî ye. Ji ber ku ev barageha KNK’ê nûnertiya çar parçeyên Kurdistanê dike. Armanc ne ferdekî bike hedef. Li gorî qeneata me armanca vê êrîşa li dijî KNK’ê, êrîşa li ser çar parçeyên Kurdistanê ye. Ev êrîş li ser destkeftin û hebûna gelê kurd e. Ji ber vê yekê em vê êrîşê pir girîng dibînin. Di vê qonaxê de metirsîdariyek me heye. Ev darizandina kujer li Hewlerê pêk tê. Dixwazim hinek agahî bidim. Di rûniştina ewil di 10’ê tîrmehê de pêk hat. Şandeyek parêzerên navdewletî ku ji Amarîka, Fînlandiya û Îngîltere hebûn. Ez bi xwe wekî hevserokê KNK’ê beşdar bûm. Lê gelek mixabin, heyeta dadgehê di destpêkê de ji bo hemû sazî û kesayetên ku dixwestin dozê bişopînin bêrêziyek mezin kir. Heyetê bêyî ku rûniştin (celse) dest pê bike gotin me celse taloq kir, ji ber parêzerê bersûc tune ye. 5 roj şûnde taloq kirin. Disa em heman şande beşdarî danişînê bûn. Dîsa rûniştin pêk nehat û taloq kirin. Ji ber vê yekê me pêdivî dît ku em bertek û nerazibûnên xwe li dijî heyeta dadgehê nişan bidin. Min bi xwe li gel saziya parastina mafên mirovan û dayik û bavê Şehîd Denîz Cevdet, li gel heyeta dadgehê dan û stendin kir. Heyetê tu tiştekî şênber ji me re negotin. Piştre me bi serokê Dadgeha Hewlerê ya Giştî re hevdîtin kir. Me şik û gumanên xwe bi wan re jî parve kir. Em bi hevî ne ku li Başûr hiqûq rola xwe bilîze. Lê metîrsiya me jî heye ku ser dosyayê bigirin. Ji ber ku bandora siyasî li ser heye. Li dijî vê yekê em amade ne ku evê dozê bikin dozek navdewletî.

Konferans dê kengî pêk bê?

Em dixwazin berî her tiştî her beşek (Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Dîaspora)  bi xwe înîsiyatif bigirin. Bi konferansên cuda û mijarên cuda bên gel hev. Ew bi înîsiyatifa xwe konferansên xwe pêk bînin. Di van konferansan de pirsgirêk û gengeşiyên xwe li gel hev şirove bikin û bigêjin encamekê. Biryaran bistînin, nexşerêyekê amade bikin. Piştî van konferansan jî Konferansa Neteweyî ya mezin pêk bên. Piştî wan hemû belge, rapor û biryarên parçeyan, konferansa mezin pêk bê. Em ji bo yekîtiyê amadekariyan dikin, dijmin jî j bo dagirkirinê taktik û stratejiyan pêş dixe. Dijmin ji bo kurd nebin yek sed sal in li herêmê heta îro dixwazin kurdan parçe bikin. Em dibêjin êdî pêwiste kurd bibin yek û wekî berê tev negerin.

Astengiya li pêş yekîtiyê çiye?

Di vê astê de ku gengeşî, astengiyên me hene, dijmin dixwaze herêmê dagir bike. Dewleta dagirker hewl dide başûrê Kurdistanê îlhak bike û bike parçeyekî axa xwe. Gelek gelek mixabin hêzeke kurdî jî di nava vê hevkarî û piştgiriya dagirkirinê de ye. Trajediyek bi vî rengî li tu devereke cîhanê nehatiye dîtin. Tu li ser axa xwe ye. Tu desthilatê axa xwe ye. Hemû derfet di destê te de hene. Lê tu ji dijmin re dibêje kerem bike were min dagir bike.  Were li ser min hikûmdariyê bike.

Di bin armanca vê hêza kurd ku dixwaze dijmin axa wê dagir bike de çi berjewendî heye?

Hemû kurdên ku bi siyasetê eleqeder dibin li dijî dagirkeriyê ye. Lê ev hêz dibêje ‘PKK çima li başûrê  Kurdistanê ye?’ Her kes dikare bipirse ku çima ew li cem dewleta tirk cih digirin? Di hin mijaran de dibe ku pirsgirêk û kêşeyan me hebin. Dibe ku em li ser hin mijaran ne yek bin. Lê ev nayê wê wateyê ku em ji dewleta dagirker hevî bikin. Dewleta  tirk di dîroka xwe de her tim kurd înkar kirine. Bi tu awayî hebûna gelê kurd, ziman, çand û nasnameya kurd qebûl nekiriye. Bi tu awayî qebûl nekiriye ku kurd li ser axa xwe xwe bi rêve bibin û bi vîna xwe bijîn. Dê tu carî qebûl jî neke. Ji ber vê yekê em dipirsin tu li gorî kijan hiş û mantiqî bi dewletek dagirker re hevkariyê dike. Bi dewleteke wekî Tirkiyeyê de dixwaze tasfiyeya hêzeke kurdan bike. Em dipirsin dê bi vê yekê çi têkeve destê te?

Divê îro ev rastî baş bê zanîn. Eger hêzeke kurdî an jî PKK bê tasfiyekirin, dê sibê hemû hêzên din ên kurdan jî ji holê rake û tune bike. Min li ser navê KNK’ê bangek kir. Min got werîn em amade ne. Welatparêz û rûsipiyên me hene. Ronakbir û rewşenbirên me hene. Werin em di nava xwe de van pirsgirêkên xwe şirove bikin. Em bi xwe çareseriyekê peyda bikin. Me ji hemû aliyan re got em amade ne vê erk û misyonê bidin ser milê xwe. Kerem bikin em qonaxeke nû bidin destpêkirin. Em bi rêya diyalogê munexeşe bikin. Hevkariya bi dijmin re bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Te li Hewlerê çiqas xwe di ewlehiyê de hîs kir?

Li Hewlerê ku em dibêjin welatê me ye, serweriya me ye, yek saniyê xwe di ewlehiyê de hîs nekir. Di her saniyê de min got dê kengî êrîşa dewleta tirk pêk bên. Ev qet ji aqilê min derneket. Ev ne belasebeb e. Bingeha wê heye. Her roj li herêmê 2-3 -4  mirovên welatparêz bi suikast û êrîşên cuda jiyana xwe ji dest didin. Eger tu pişta xwe bide dijmin, di dîrokê de çi hatiye serê gelê kurd, dê di vê qonaxê de jî careke din dubare bibe.

Di hevdîtinan de daxwaza gel, helwesta gel û rêxistinên civakî çibû?

Yên li dijî dagirkeriyê xwedî helwest partî, rêxistin û saziyên herêmê bûn. Min di tu hevdîtinên xwe yên berê de wekî vê carê helwestek zelal û berbiçav nedît. Hemû li dijî dagirkeriyê ne. Êdî armanc û mebesta dewleta tirk a dagirkeriyê pir aşkere fêm kirine. Li dijî vê yekê xwedî helwest in. Gelê herême ji destê erîşên dewletê bêzar bûye. Dibêjin êdî gihiştiye hestî û divê gel li dijî dagirkeriya dewleta tirk rabe serhildanê.

Tirkiye êdî gihiştiye bakurê Dihokê û Amediyê. Li wir wekî deverên ku xistine bin kontrola  xwe, îşaret  û lewheyên ku dibêjin ‘Hûn bi xêr hatine nava sînorê dewleta tirk’ danîne. Tu tişt ji vê rewşê bêrûmetir tune ye. Dewleta tirk li ser rêyên Dihok û Amediyê kontrolê dike. Nasnameyên iraqî jî qebûl nake û pasaportê dixwaze. Bi vê yekê dibêjin ev bûye axa Tirkiyeyê û ev der di bin kontrola min de ye. Li hemberî rewşek wisa çi wîcdan, çi exlaq û çi hestên niştimanî vê yekê qebûl dike? Ev nayê qebûlkirin. Xelkê başûr partî û rêxistinên başûr helwesta neqebûlkirina bi vî rengî anîn ziman.

Di salên 90’î de li Bakur gund vala dikirin, niha li Başûr gundan vala dikin. Çima gundan vala dikin?

Mebesta valakirina herêman cuda ye. Dema Efrîn  dagir kirin, xelkê Efrînê koçber bûn. Lê destûr nedan ku xelkê Efrînê sînor derbas bikin. Armanca dewleta tirk ew e ku demokrafiya Kurdistanê bêmirov bihêle. Dixwaze berê wan bidin Ewropa. Stratejiya dewleta tirk, li Rojava jî li Bakur jî û li Başûr jî bi vî rengî ye. Sedema din jî bi hezaran kesên îslama radîkal ên wekî DAIŞ, El Ehrar-i Şam û Cepetul Nusra û hemû hêzên paramîlîter li vir bi cih dike. Ya herî girîng jî ew e gel li herêmê nemîne û nikaribe li dijî dagirkeriyê berxwedan û serhildanê pêş bixe. Mebesta  dewleta tirk hêza li dijî wê li ber xwe bide koçber bike. Yek guhertina demokrafiyê ye. Ya din ji holêrakirina derfet û zemînên serhildan û berxwedana gel e. Ya sêyemîn jî hêzên tunrew û cîhadîst, fundamentalist û îslama radîkal li vir bi cih bikin.  Hêzên herêmê aşkere dibêjin hin hêzên biyanî di nava hêzên tirkan de cihê xwe digirin. Îro her kes dibîne ku li herêma wekî Idlibê û cihên din bi sedan komên cuda hatine bicihkirin. Tirkiye îro van hêzan bikar tîne.

Îro kî ji bo xwe çi şiroveyê dike bila bike. Dewleta tirk biryara xwe daye. Hemû derfet û seferberiya xwe li dijî hebûna kurdan pêş dixe. Dixwazin kurdan ji holê rakin. Çi anîn serê ermenî, asûrî û pontusan dixwazin binîn serê gelê kurd. Lê hêviyek mezin heye. Em xwedî rêxistin û dan û stendin in, dostê me hene.

Banga te çiye?

Em bang dikin. Diyar e ev qonaxa dagirkeriyê dê bi dawî nebe û fireh bibe. Divê kurd di vê qonaxê de bi hemû derfet û îmkanên xwe; li xwe û wîcdanên xwe, tifaq, ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Divê li dijî dagirkeriyê helwestek tund nişan bidin. Eger em di vê qonaxê de li dijî dagirkeriye helwestekê nişan nedin, ev destkeftiyên gelê kurd ku îro mîsoger bûne, dê ji destê kurdan biçe. Bîr û bawerî, fikr û ramanên me çi dibe bila bibe, dema metirsîdarî li ser hebû, ax û nasnameya me pêş ket, divê em li dijî dagirkeriye di nava hevsengiyekê de hevkariyekê pêş bixin û hedefên dagirkeriyê têk bibin.