26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka OHD’ê Kozan: Divê hiqûqnas bêdeng nemînin

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan anî ziman ku sepanên li Îmraliyê li tu girtîgehan tune û xwest hemû hiqûqnas û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê li dijî van sepanan bêdeng nemîne.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mûtleq de tê ragirtin. 39 meh in agahî bi tu awayî jê nayên wergirtin. Dîsa Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li heman girtîgehê tên ragirtin jî 39 meh in agahî ji wan nayê girtin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Hiqûqa Civakî beriya niha ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn ji wan re tu bersiv nehatibû dayîn. Li ser vê yekê nûnerên saziyên hiqûqê serî di 13’ê Hezîranê de li Baroya Enqereyê dan. Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji baroyê xwestin ku wezîr gavan bavêje.

Mînakên van qedexeyan li cîhanê tune ye

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan têkildarî serlêdanê pirsên Xwebûnê bersivand. Prz. Kozan têkildarî bersîvnedayîna Wezîr a serlêdanên berê agahî da û wiha got: “Serlêdanên ji bo li Îmraliyê hevdîtin bên kirin, bê bersîv tên hiştin. Ev kiryar li tu girtîgehên tin tune ne. Tu mînakê wê tune ne. Hemû serlêdanên parêzeran bi rêk û pêk bê bersîv tên hiştin. Hevdîtinên parêzeran têne qedexe kirin. Ev mînak jî li tu derê cîhanê tune ye. Em qala girtîgeha ku ragihandin bi her awayî lê hatiye qedexe dikin. Ne pêkan e mirov bibêje ev biryar hiqûqî ne. Ev encama tecrîda mutlaq a siyasî ku li ser Birêz Ocalan tê sepandin e. Mirov nikare li gorî hiqûqê vê yekê şirove bike. Tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye.”

‘Me xwest Baroya Enqereyê têkeve nava hewldanan’

Hevseroka OHD’ê Çigdem Kozan der barê serlêdana hiqûqnasan a Baroya Enqereyê jî agahî dan û wiha axivî: “Berê me Hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê da û me xwest biçin Îmraliyê bi Birêz Ocalan û girtiyên li Îmraliyê Birêz Hamili Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysi Aktaş re hevdîtinan bikin. Em ji ber van astengiyên hevdîtinan nikarin pîşeya xwe pêk bînin. Ev astengî li pêş kar û pîşeyên me asteng in. Em girêdayî Baroya Enqereyê ne. Ji ber em nikarin karê xwe yê pîşeyî bikin, me serî li Baroya Enqereyê da. Ji bo ku Wezareta Dadê erka xwe pêk bîne, me ji Baroya Enqereyê xwest ku serî li Wezareta Dadê bide û têkeve nava hewldanan. Dîsa me xwet Baroya Enqereyê biçe Îmraliyê li Îmraliyê lêkolîn bike. Me ji Baroya Enqereyê xwest ku ji bo tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe têkeve nava hewldanan.”

Bi biryarê siyasî tecrîdê pêk tînin

Hevseroka OHD’ê ya Enqereyê Çigdem Kozan, helwesta Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a “Tecrîd tune ye” jî bersîvand û wiha ev agahî lê zêde kir: “Her girtî xwedî maf e ku bi parêzerê xwe re hevdîtin bike. Em parêzer ji xeynî girtiyên li Îmraliyê, bi hemû muwekîlên xwe yên li girtîgehên din re hevdîtinan dikin. Dîsa ji xeynî girtiyên li Îmraliyê hemû girtiyên li girtîgehên din dikarin telefonî malbatên xwe bikin û malbatên wan dikarin biçin wan ziyaret bikin. Ji ber vê cûdakariya di navbera girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din de em dikarin bibêjin li Girtîgeha Girava Îmraliyê tecrîda mutlaq heye. Birêz Ocalan û girtiyên li gel wî bu tu awayî nikarin têkiliyê bi derve re dînin. Her wiha parêzer û malbat jî bi tu awayî nikarin bi Îmraliyê re têkiliyê dînin. Lê li gorî zagonan mafê her kesî heye bi derve re bide û bistîne. Wezîrê Dadê got ‘Tecrîd tune, biryara Hekîmê Înfazê heye.’ Lê divê em bînin ziman ku Biryara Hekîmê Înfazê tune ye, Biryara siyasî heye. Bi biryarên siyasî tecrîd tê sepandin. Hekîmê Înfazê li gorî biryarên siyasî tev digere.”

Cezayên dîsîplinê ne hiqûqî ne 

Kozan da zanîn ku bi salan e girtiyên îmraliyê nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin û Niha zêdeyî 5 sal in parêzer nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi muwekilên xwe re hevdîtinan bikin. Hekîmtiya Înfazê bi rêk û pêk her ji 6 mehan carekê serdana parêzeran qedexe dike. Piştî 6 meh diqedin biryarên nû digirin. Dîsa  destûr nadin ku malbat jî biçin hevdîtinê. Destûr nadin ji mafê telefonê sûdê bigirin. Her tim biryarên qedexeyên ragihandinê didin. Pir aşkere ye ku ev biryar ne hiqûqî û zagonî ne.”

Divê Tirkiye li gorî biryara DMME’ê tev bigere

Hevseroka OHD’ê ya Enqereyê Çigdem Kozan, bal kişand ser hewldanên xwe yên ji bo hevdîtin pêk bên û wiha berdewam kir: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê birêz Abdullah Ocalan de biryar girt ku piştî 25 salan mafê heviyê bê dayîn. Xwest bi şert bê tahliyekirin. Divê em bînin ziman ku pêwiste Tirkiye li gorî biryara DMME’ê tev bigere. Li gorî DMME’ê zagonan nû bike. DMME’ê biryar da ku mafê heviyê heye û tu kes nikare heta heta girtî bimîne. Divê Tirkiye jî li gorî biryara DMME’ê biryarê bide. Wekî berê jî min anî ziman, mafê her girtî heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Mafê her kesî heye ku bi malbatên xwe re hevdîtinan bikin. Mafê her kesan heye ku bi derve de têkeve têkiliyê. Astengkirina vê yekê nayê qebûlkirin. Em wekî OHD’ê, li dijî vê rewşê di aliyê hiqûqî de gavan davêjin. Serlêdanan dikin. Hemû hiqûqnas, saziyên hiquqê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê divê li hemberî van kiryarên dijhiqûqî bêdeng nemînin û her tim ji bo hiqûq pêş bikeve helwestê nîşan bidin.