26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hezkiriyên Vedat Aydin ew bibîr anîn

Malbat û hezkiriyên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ew li ser gora wî bi bîr anîn.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Amedê, bi wesileya Cejna Qurbanê siyasetmedarê kurd Vedat Aydin li ser gora wî ya li Goristana Deriyê Merdînê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi bîr anî. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), siyasetmedara kurd Gulten Kişanak, Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bûcak, Parlamentera DEM Partî ya Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, Malbata Aydin û gelek kes tev li bi bîr anînê bûn.

Bîranîn bi deqîqeyekê rêz girtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Li vir birayê Vedat Aydin,Veysî Aydin axivî û anî ziman ku ew bi wesileya Cejna Qûrbanê aştiyeke bi rûmet dixwazin û ev tişt gotin: “Merheleyeke ku gelê kurd hatiye asteke herî bilind e. Edî ne hewceyê xwîn birije. Bila ev cejn bibe wesîleya aştiyeke bi rûmet.”

Siyasetmedara kurd Gulten Kişanak ku di dema danîna qûrnefîlan de axaftineke kurt kir bi lêv kir ku Vedat Aydin di demeke tarî de hatiyê qetilkirin û got: “Heviya me hemûyan ew e ku em rojekê werin ser gora Vedat Aydin û mizgîniya demên ronî bidin wî.”

Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a li ser gorê bi dawî bû.