8 Eylül, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hiyerarşiya dewletê û bandora li çandê(l)

Pêşketina teknîkên avdanê rê li ber zêdebûna asta hilberînê vekir. Ev yek jî ji bo nifûseke mezintir bû derfetên peydabûna xwarinê û şertên baş ên jiyanê. Her wiha bû bingeha madî û binesaziya bajarvaniyê.

Gelo hiyerarşiya ku pêş ket di herikîna jiyana civakî de pêdiviyek bû? Dema em behsa çanda civakî û pêşketina pergalên ku tê avakirin dikin a pêwîst  ew e ku mirov ji her alî hev veçirîne. Em bala xwe didinê, hemû pêvajoyên çandî û pergalên şaristaniyê xwedî taybetmendiyeke pir bingehîn e. Çêdibin, mezin dibin, digihêjin û paşê dihelin, belav dibin û cihê xwe ji pêvajoyeke nû re dihêlin. Ev taybetmendiya pêşketinê ya di civakê de tam dişibe ya xwezayê. Pêvajoyên zayîn û pêşketina pergalên civakî demeke dirêj, carinan bi hezaran sal derbas dikin. Di heman demê de, serdemên mezinbûn û hilweşînê bi gelemperî di demek pir dirêj de pêk tê û ev dirêjahiya demê ji îro heta berê qat bi qat zêde dibe. Qonaxên çandî yên ku pêş dikevin bi demê re pergalî dibin.

Dema ku em di vê çarçoveyê de lê binerin, em dibînin ku dema derketina holê û pêşketina şaristaniya neolîtîk demeke dirêj, nêzî deh hezar sal derbas bûye. Vê pêşveçûnê di hin qonaxan de berdewam kir. Di serdema Til Xelefê de li dora 6 hezar sal berê, gihîşt asta herî mezin a lûtkeya pêşketina xwe. Di her pergaleke civakî de lûtke jî tê wê maneyê ku pêşketin dest bi hêdîbûnê dike, leza xwe winda dike, radiweste û piştî van hemûyan jî kevneperestî derdikeve holê. Ev rewşek pir xwezayî û têgihîştî ye.

Heke ku mirov heman rewşê di warê şaristanî û çanda Serdema Neolîtîk de jî binirxîne; B.Z. di serdema Til Xelefê de li dora 6 hezar sal B.Z. de gihîştiye lûtkeya xwe û bi qasî du hezar salan ji Misir û Anatolyayê ber bi Ewropa, Asya û hêdî hêdî belav dibe. Ev belavbûna ku beriya zayînê di derdora 4 hezar salî de temam bû, di  Şoreşa Neolîtîk de bi vî rengî hem li hundir hem jî li derve gihaştibû sînorên xwe yên herî berfireh.

Di rastiyê de, bi pêşketina teknîkên avdanê yên di xizmeta çandiniyê de rê li ber zêdebûna asta hilberînê vekir. Ev yek jî ji bo nifûseke mezintir bû derfetên peydabûna xwarinê û şert û mercên baş ên jiyanê. Di encamê de ev jî bû bingeha madî û binesaziya bajarvaniyê.

Pêşkeftina ku di teknolojiya amûrên hilberînê de pêk tê, rehetî û serweriya di jiyana mirovan de peyda dike. Bi vê ve, asta civakîbûnê ya ku bi derbasbûna ji şoreşa gundan ber bi şoreşa bajaran ve watedar dibe, ev hemû jî bêguman ji bo mirovahiyê gavên xweş, erênî û pêwîst in. Lê li ser vê bingehê çiqas rast e ku tesnîfkirina çînayetî, newekhevî, hiyerarşiya zordar û dewletê were pejirandin? Van hemûyan jî wek pêşverûtî û di serî de jî wekî hewcetiyek, ango wek pêwîstiyek qanûnî ya neçarî nîşan bide. Di vê kêliya dîrokê de, ger analîza şaristaniyê bi rêk û pêk neyê kirin û têgihiştinên şaş bi ronîkirina rast ji holê neyên rakirin, bêguman wê ev têgihîştina şaş di her qonaxên pêşî yên pêşketina civakî de careke din derkeve holê û wê rewşê hîn girantir bike.

Ji bo ku mirov bibêje ku bajar di bergeha derbasbûna ji şoreşa gund a neolîtîk ber bi şoreşa bajaran ve pêwîstî bi dewletê dide, îdia dike ku tekane vebijarka pêşvebirina pêvajoya pêşketina civakî civakeke hiyerarşîk e, bi vî awayî derketina dewletê weke civakeke hiyerarşîk bi nav dike.

Beriya her tiştî, bi têgihiştina hebûn û derbasbûna zagonên wekî întuîsyona kuantûmî, nediyarbûn û cihêrengiyê heta di xweza û zanistên xwezayê de, ne mimkun bûye ku mirov behsa encamên nexwazî û pêwîst bike; ne pêkan e ku mirov di diyardeyeke weke civakê de ku faktorên pir tevlîhevtir ên wekî hest, raman, vîn û rewiştan di nav xwe de dihewîne, behsa teqez û pêwîstiyê bike. Di kaosê de, her gav ji yekê zêdetir vebijark heye û nayê pêşbînîkirin ku dê kîjan serdest be.

Xwedî şensê pêşketinê bû

Wê demê, di wê bendika krîtîk a derbasbûna ji civaka xwezayî ber bi civaka dewletparêz a hiyerarşîk de, pêşkeftina civakî pir baş dikare bêyî dewlet, bê îstîsmar, bêyî cihêtiya çîn û zordestiyê bidome. Bi gotineke din, bêyî ku li dijî cewhera civaka xwezayî derkeve, xwedî sûd û şensê pêşketinê bû. Ne hewce bû ku mirov bibin gurên hev; û jiyana parazît a çîna serdest ji bo têgihîştina nirxa wê, bes e ku mirov li pêvajoya civaka xwezayî ya azadîxwaz a komînal binêre.