29 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG: 2 drone, radarek û mobesek îmha bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ên li Metîna û Zapê de  daxuyanî da û got: “Hêzên me 2 drone, radarek, mobesseyek û çepereke dagirkeran îmha kirin.”

Ajansa ROJNEWS’ê daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Metîna û Zapê û êrişên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê parve kir. ROJNEWS’ê wiha cih da daxuyaniya HPG’ê: Li herêma Metînayê di 23’ê Hezîranê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyekê, kamerayeke mobesse û radareke dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin radarek, kamerayeke mobesse û çeperek hatin îmhakirin, derb li kepçeyekê hate xistin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di 23’ê Hezîranê saet di 11:20 û 14:05’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê du droneyên bombebarkirî yên bi ser tunelên şer ve hatin şandin, hatin îmhakirin.

Di 21’ê Hezîranê saet di 05:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Hêzên me yên YJA Starê di heman demê de teqemeniyên dagirkeran îmha kirin.

Di 21’ê Hezîranê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê.

Di 22’ê Hezîranê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Di 23’ê Hezîranê saet di 15:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Di 22’ê Hezîranê saet di 13:13’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin ku ketin nava liv û tevgerê. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Di 23’ê Hezîranê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Di 23’ê Hezîranê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

Di 21 û 23’ê Hezîranê de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 2 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di 23’ê Hezîranê de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di 22 û 23’ê Hezîranê de li herêma Xakurkê qadên Kolît, Şehîd Şerîf, Neqeba Berbizinê 5 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 8 caran, li herêma Garê qadên Girê Zengilê û Xêrê 2 caran; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 23’ê Hezîranê de herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.”