10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Girtiyên nexweş berdin

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbol, Enqere û Îzmirê der barê girtiyên nexweş de daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê der barê rewşa girtî Devrîm Ayik de daxuyanî da. Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê jî, ji bo Fadîme Çelebî ya rewşa tenduristiya wê giran dibe daxuyanî dan. Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Zekî Karataş û xwest Karataş were berdan.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 646’an de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. Çalakgeran bal kişandin ser rewşa girtî Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê girtî ye. Çalakgeran pankartên “Dermankirin maf e, pêşî lê nayê girtin” û “Girtiyên nexweş bila bên berdan” vekirin û dirûşm berz kirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn.

‘Gelek nexweşiyên devrîm hene’

Parêzvana mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû daxuyanî xwend û bi bîr xist ku girtî Devrîm Ayik di sala 2006’an de bi qezayekê çavekî wî kor bû. Çavê wî yê din jî tenê ji sedî 10 dibîne. Tanrikulu da zanîn ku Devrîm Ayik girtiyek ji sedî 76 astengdar e û got: “Nexweşiyên Devrîm gelek in. Di astek bilind de nexweşiya CROHN lê peyda bûye. Guhên wî nabihîzin. Mimkûniya başbûna ji vê nexweşiya CROHN’ê tine ye. Her tim emel dibe, zikê wî diêşe, bêhal dikeve û zeîf dibe. Ji bo êşên wî kêm bibin dermanên reçeteya kesk bikar tîne. Divê ku bê berdan û tedawiya wî bê kirin lê tedawî û berdana wî tê astengkirin. Jiyana Devrîm Demîr di bin talûkeyê de ye.”

Tanrikûlû bi bîr xist ku Ayik ewilî di 2015’an de hat girtin û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di sala 2019’an de hat berdan û got: “Dema tedawiya wî didomiya, di heman salê de dîsa hat girtin. Di 2020’an de hat berdan lê di çileya 2021’an de dîsa hat girtin û ji wê çaxê ve girtî ye. Rewşa tenduristiya wî her diçexerab dibe.

Piştre dayika Ayik, Hulya Ayik axivî û got: “Pêwîste Devrîm bi xwarinên taybet bê xwedîkirin, bixwe, li cihekî paqij û hîjyen be û bênavber li nexweşxaneyek baş were dermankirin. Lê şert û mercên nebaş ên girtîgehan rê nade vê yekê. Ji ber vê yekê fikarên me gelek caran zêde dibin. Sewqa ji bo nexweşxanê bi rêk û pêk nayên kirin, lêgerînên biçûkxistinê, rûmet şikandinê tên kirin, serlêdanên îtîrazê nayên kirin û cezayên disiplînê yên kêfî tên birîn. Divê Devrîm û girtiyên nexweş ên weke Devrîm ji bo dermankirina bên tehliyekirin. Em daxwaz dikin ku berî dilê dayikekê bişewite dev ji vê zilmê bê berdan.”

Enqere

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di 518’emîn çalakiya xwe ya ji bo balê dikêşin ser rewşa girtiyên nexweş de li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş werin berdan” vekirin.  Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş a giran Fadîme Çelebî.

Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Nûray Çevîrmen bi bîr xist ku Fadîme Çelbî di 12’ê tîrmeha 2023’yan de hate binçavkirin, di 13’ê tîrmehê de hatin girtin, wê xistin Girtîgeha Tîpa L ya Edîrneyê û wiha axivî: “Dosyeya ji bo girtina wê wek hincet dane nîşandan hêj jî di pêvajiya Dadgeha Bilind de ye. Fadîme Çelebî berî were girtin, di 23’ê hezîrana 2023’yan de ji ber di mejiyê wê de xwîn hişk dibû acizbûnekî derbas kir. Malbatê ji bo dermankirinê wê birin Stenbolê. Li Stenbolê dermankirina wê hate destpêkirin. Ji ber navbera cejnê navber hate dayîn û dê piştî cejnê dermankirina wê dest pê bikira lê belê hate girtin û dermankirina wê qut bû. Saleke Çelebî di girtîgehê de ye. Her ku diçe rewşa wê girantir dibe Pirsgirêka hişkbûna xwîna ya bi ser mejiyê wê hêj dawî nebûye. Di heman demê de pirsgirêka tansiyona bilind a Çelebiyê heye. Ji ber vê nexweşiya xwe du caran wê bi ambûlansê rakirine nexweşxaneyê. Ji ber tansiyonê rojane tê kontrolkirin û dermanan bikar tîne. Nerehetî û çingîna guhan bi awayekî tund didome. Sînuzît û serêşiya wê heye. Di çavan dê jî dîtin kêm bûye. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê malbata wê gumanan dike. Daxwaza sewqkirina girtîgehekî nêztir a malbata wê, tim tê redkirin. Em ê di her şert mercan de parvekirina rewşa girtiyên nexweş bidomînin.”

Îzmîr

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê  ji bo balê bikişîne ser rewşa giritiyên nexweş, li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Komakê daxuyanî da. Çalakiya ku ketiye hefteya 293’emîn de pankarta “”Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc” hate vekirin. Nûnerên parityên siyasî û rêxistinên saziyên civakî yên sivîl û parastvanên mafên mirovan tev lidaxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Zekî Karataş (69) ê di Girtîgeha Burdurê de tê ragirtin.

Rêveberê şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Karataş di 11’ê îlona 2011’an de hatiye girtin û wiha axivî: “Dema di Nexweşxaneya Dînarê ya Afyonê de bû di 25’ê tebaxa 2023’yan de lez û bez anîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê. Hêj jî li wê derê tê ragirtin. Dema di Girtîgeha Dînara Afyonê dihat ragirtin tundî lê hate kirin û ji ber vê tundiyê jî destê wî şikiya. Karataş bi qasî ketiye girtîgehê bi tena serê xwe hatiye ragirtin. Hêj jî tenê tê ragirtin. Karataş ê beriya bikeve girtîgehê bi xwe re nexweşiya hepatît B’yê digerand, dema ji derve bû dihat dermankirin lê belê piştî pêvajoya OHAL’a girtîgehan dest pê kir, ji ber sepanên keyfî yên girtîgehê sewqên wî bi derengî hatin kirin, dermankirina wî bi giranî hate astengkirin. M. Zekî Karataş di girtîgehê de bi nexweşiyên hîper tansiyonê, sedef û şekirê ketiye.”

Çîçek da zanîn ku diviya Karataş di cotmeha 2023’yan de bihata berdan lê belê ji ber Lijneya Îdare û Çavdêriyê poşmantiyê lê ferz kir, berdana wî hate taloqkirin. Çîçek xwest temen û nexweşiyên Karataş berçav werin girtin û demildest were berdan.