4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Kaya û Guvel berdin

Parazvanên mafên mirovan li Enqere û Stenbolê di çalakiyên ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş de xwestin ku girtiyên nexweş Abdûlhalîm Kaya û Mehmet Guvel serbest bên berdan.

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Enqere û Stenbolê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo bên berdan bang kirin.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 630’emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Guven ê ji sedî 80 rapora wî ya astengdariyê heye û niha li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de dirûşmeyên “Mehmet Guvel berdin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.

Mirovê Şemiyê Eren Baskin metna çapemeniyê xwend. Baskin ê qala nexweşiyên Guvel kir, da zanîn ku dema tedawiya Guvel ê penceşêrê prostatê ye dewam dikir di 6’ê sibatê de hatiye girtin û ji ber vê yekê tedawiya wî di nivî de maye.

Girtî nikare pêdiviyên xwe pêk bîne

Baskin, bi lêv kir ku parêzera Guvel, Doga Încesû di agahiyên ku bi komîsyona wan re parvekirin de aniye ziman ku Guvel ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û hevalên wî yên li heman qawişê serê wî dişon û xwarinê didinê. Baskin, xwest ku ji ber Guvel nikare xwe bigihîne tedawiyeke baş, divê rewşa wî ya astengiya giran û temenê wî li ber çavan bê wergirtin û mafên wî yên xwe gihandina tenduristî û tedawiyê bên pêkanîn.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” bi dawî bû.

 Enqere

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 502’yemîn a çalakiya xwe ya balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş de hatin bahev. Di daxuyaniya li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê hate kirin de pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hate vekirin.

Vê hefteyê komîsyonê bal kişand ser rewşa Abdûlalîm Kaya (81) yê ji sedî 93 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin.

Ji sedî 93 astengdar e

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê (MYK) Nûray Çevîrmen, bi lêv kir ku rapora Kaya ya ji sedî 91 a astengdariyê heye û wiha got: “Ji bilî prostatê, guhên wî kêm dibîhizin, guhekî wî ji sedî 80 nabihîze. Di çavê çepê de ligel ku ji sedî 50 nabîne katarakt heye. Gurçikeke wî îflas kiriye, bi gurçikekê dijî. Nexweşê demansê ye. Ji ber nexweşiya dil pê re heye, beriya salek û nîvan anjiyo bûye. Di sala 2022’yan de ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ve rapora ji sedî 93 astengdar e hate dayîn. Di raporê de dibêje ku ‘nikare bi tena serê xwe bijî’.”

Çevîrmen, da zanîn ku Kaya di rewşeke wisa de ye ku di dema hevdîtinê de malbata xwe nas nake û ev tişt gotin: “Di sala 2023’yan de ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne hate dayîn. Ji ber temenê wî di çarçoveya Giştînameya Serokkomariyê de ji bo berdana wî serlêdan hatine kirin lê nehatiye berdan. Çareseriya ji bo Kaya ew e ku demildest bê berdan.”