17 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo jiyana rast, têkoşîna rast!

Jinên êzidî dibêjin, dijminê mirovahiyê ji ber ku ji fikrê Rêber Ocalan ditirse bi her awayî êrîşên xwe li dijî azadîxwazan zêde dike. Lê wê jinên êzidî heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Ji 10’ê cotmehê ve ji bo şikandina pergala Îmraliyê pêngava bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin. Ev pêngav piştî demek kurt berbelavî tevahî dinyayê bû û deng veda. Tevlîbûna pêngavê di demek kurt de zêde bû. Ev yek nîşaneya xwedîderketina li fikrê Rêber Ocalan e. Di sedala 21’an de baş hat dîtin ku şerê dinyayê êdî ne tenê şerê ji bo aboriyê ye. Ev şer, şerê fikran e. Bîrdoziya pergala Konfederalîzma Demokratîk û pergala Modernîteya Kapîtalîst li hemberî hev şer dikin.

Gelên cîhanê jî êdî dîtin ku jiyan bi vî awayî naye jiyankirin ku dinyayê em tê de dijîn bi vî awayî têk diçe. Paradîgmaya Tevgera Azadiyê ne tenê bi gotinê li ser esasê azadiya jinê, ekolojiyê û jiyana demokratîk hatiye avakirin. Ev sê xal bingeha jiyana rast îfade dikin. Rêber Ocalan got; ‘’Azadiya jinê azadiya civakê ye’’, ev dahûrandin ne tenê dirûşmeke. Îfadeya rastiya ku îro em di hemû çalakiyan de dibînin e. Jin serkêşiya çalakiyên ji bo mafê civakê dikin, ji ber ku jin li her dera cîhanê hêza guhertinê ne. Di qonaxa yekem de eger bê bîra we, ji aliyê rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar û hwd. de li xwedîderketinek xurt pêş ketibû. Piştî vê jî ev dengvedan û xwedîderketin bi tu awayî nesekinî. Ji tevahî dinyayê ji bo azadiya Rêber Ocalan bang têne kirin û xwedîderketina li fikrê azadiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê diyarkirin. Bêguman milê herî bi bandor ku pêngavê xurt dike, berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ye. Gerîlayan bênavber û bê dudilî rojane di çeperên şer de li ber xwe didin û derbên mezin li dijmin dixin. Çalakiyên gerîla vegotina herî berbiçav ya berxwedana azadiyê ne. Roj bi roj li çiyayên Kurdistanê bi fikrê Rêber Ocalan berxwedana azadiyê tê meşandin. Ev berxwedan jî bingeha pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalan ava dike.

Rêber Ocalan ji bo afirandina jiyanek rast got; ‘’Jiyana rast şaş naye jiyîn’’, bi nêrîna min divê em ji bo çalakiyên di çarçoveya pêngava azadiyê de jî bi vî awayî nêz bibin. Pêngav li ser bingehek xurt destpê kir, ev bingeh ji xwe fikrê azadiyê yê Rêber Ocalan e. Em dikarin weke xet an jî nexşereya jiyana azad bigirin dest. Li gorî vê jî tevlîbûn û tevlîkirina pêngavê divê were destgirtin û bi fikrê ‘’Jiyana rast, şaş nayê jiyîn’’ divê nêz bibin. Pêngavek xurt e û weke me got di qonaxa xwe ya destpêkê fikrê Rêber Apo bi tevahî dinyayê da nasîn. Di qonaxa duyemîn de jî mezinkirina pêngavê hat hedefgirtin. Di çarçoveya pêngavê de heta niha ji parêznameyan xwendin bigire heta çalakiyên hunerî û meşên girseyî gelek çalakiyên afrîner û bi bandor hatin lidarxistin. Bi vî awayî nasandina fikrê Rêber Apo bi awayek lez pêş de çû û gel jî eleqeyek mezin nîşan dan. Mereqa ji bo naskirina vî fikrî gelek zêde ye û bi pêngavê re jî hîn zêdetir dibe.

Civaka êzidî jî 21’ê cotmehê bi dirûşma “Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re’’ tevlî pêngava azadiya Rêber Ocalan bû. Di çarçoveya pêngavê de bi pêşengtiya jinên êzidî çalakiyek nû hate destpêkirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi ser navê “Serok li mala we ye” hatiye destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyê de serdanên malan tên kirin û broşurên di derbarê jiyana Rêber Ocalan de li gel tên belavkirin. Her weke din behsa paradigmaya Rêber Ocalan tê kirin û bi vî awayî rê tê vekirin ku bi rastî herkes bikaribe fikrê Rêber Ocalan nas bike. Jinên ku tevlî çalakiyê dibin, diyar kirin ku ew dixwazin serokê xwe azad bibînin û ji bo wê jî kar û xebatan dimeşînin. Jinên êzidî dibêjin dijminê mirovahiyê ji ber ku ji fikrê Rêber Ocalan ditirse bi her awayî êrişên xwe li dijî azadîxwazan zêde dikin lê wê jinên Êzidî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Yek ji sedemên xwedîderketina jinên êzidî ya Rêber Ocalan jî em dikarin bi mînaka bîranîna li Solaxê bigirin dest. Jinên êzidî ji bo bîranîna şehîdên fermanê çûn serdana bîrdariya Solaxê. Li wir di fermanê de zêdeyî 80 jin hatibûn qetilkirin. Jinên tevlî serdanê bûn gotin; ‘’Jinên li vir hatin qetilkirin, ji bo dest ji çand û baweriya xwe bernedan, hatin qetilkirin. Ji bo me jinên li vir hatine qetilkirin, semboleke berxwedanê ne. Em ê weke jinên êzidî her tim wana bibîrbînin û weke sembola berxwedanê bibînin.’’ Belê serdana jinên êzidî di çarçoveya kampanya “Li dijî qirkirina jinê, bibe dengê xweparastinê” ya 8’ê Adarê hatiye kirin.

Di encamê de têkoşîna jinan ya ji bo xweparastinê û ji bo azadiya Rêber Ocalan ji hev ne qutin û divê bi vî awayî jî were destgirtin. Bi taybet jinên Êzidî piştî fermana 3’yê tebaxa 2014’an şûnde, piştî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hawara xelkê Şengalê ve çûn û Şengal û civaka Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin, fikrê Rêber Apo ji bo xwe esas girtin û xwe deyndarê vî fikrî dibînin. Ma ev nebe sedem çi wêdetir bibe sedema mezinkirina têkoşînê?