4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji her kesî re dîplomasî lê ji kurdan re malkambaxî

Dîplomasî bi xwe pala xwe dide hêza civakê. Civaka kurd jî êdî bi navê xwe dîplomasîyê dike. Ji bo vê yekê mercê ku êdî vê dîplomasiya qirêj ku malbata Barzanî dimeşînin nemaye.

Dîplomasî, di navbera dewlet, hêz û rêxistinan de hunera çareserkirina pisgirêkan e. Bi awayekî dinê, mirov dikare bibêje, ku dîplomasî hunera dîtina rê û rêbazên berterefkirina girêkên kor, yên ku li ser rêya bi rêbazên siyasî çareserkirina pirsgirêkan dibin asteng… An jî mirov dikare bibêje ku bi rêya dîplêmasiyê nakokî û dijberiyên di navbera terefan de tên nermkirin û rêyên çareseriya pirsgirêkan tên dîtin. Hemû welatên cîhanê xwedî saziyên xwe yên dîplomasiyê ne. Wezaretên karên derve, komîtê û komîsiyonên saziyê dewletan ên cuda, baylozxane û konsolosên wan di welatên derve de û hemû, her yek bi şêweyekî erka parastina berjewendiyên dewletên xwe pêk tînin. Helbet, sazî û rêxistinê gelên bêdewlet ên li ser rêya destanîna mafên xwe yên netewî jî di vî warî da bi şêweyên cuda karê dîplomasiyê dimeşînin. Û ev jî mijara guftugoyeke cuda ye. Lê min dixwest li vira bala xwendevanên hêja bikişînim ser hinek aliyên hewl û karên rêxistinên siyasî yên gelê me di vî warî de.

Karê dîplomasiyê di welatê me de û bi giştî, di nava me kurdan de xwedî dîrokek e. Yên ku ji ber mercên dîrokî û sedemên obcêktîv û sûbcêtîv, ji ber şaşî û kêmasiyên têberdayî, ez-ezî û fêlbazîyan, ne ku tenê nikaribûne gelê me ji trajêdîyan biparêzin, lê bi ser de jî bûne sedemên malwêranî, penaberî û tevkujîya gelê me… Û ew rewşa hê jî didome…

Helbet, bê guman, emê nikaribin vê rewşê bi giştî bi hûrbînî binirxînin, lê emê hewl bidin, li ser rewşa karên dîplomasiyê yên wan rêxistinan rawestin, ên ku bi navê kurd û kurdayetiyê  vî karî pêk tînin.

Tê zanîn, ku despêka sala 20’î yên sedsala bihurî dema berxwedanên herçar parçeyên Kurdistanê kurdan nikaribûye bi hişmendiyeke hevbeş rêxistineke yekgirtî-giştî saz bikin, lewra jî mirov nikare bêje, ku diplomasiyek a kurdî a hevbeş hebûye û îro jî heye. Pirs dertê holê, ji ber çi û çi sedeman?

Sedema sereke ya nebûna dîplomasiyek a hevbeş a kurdan nebûna heşmendiyeke netewî ya giştî bûye. Lewra jî, ne ku tenê nebûna dîplomasiya hevbeş e, her wiha nebûna hêzeke leşkerî (artêş) a hevbeş a yekgirtî ye.

Heya ew îro jî nine. Ya hemû beşên Kurdistanê heya radeyekê mirov dikare bi dilkovanî tê bigihîje. Lê ya Herêma otonom a Başûrê Kurdistanê? Ev zêdetirî sîh salî ye, ew herêm nîvserbixwe ye. Lê heya îro jî, ne ku artêşan herêmê ya yekgirtî heye, lê pêşmergeyên du rêxistinan (ên PDK û YNK’ê). Ê, eger li pişt karên dîplomasiyê ev hişmendiyeke yekgirtî û hêzeke yekgirtî tune be, ew dîplomasî dê bikaribe ya hevbeş a yekgirtî be? Helbet na. Ji bilî wê, hemû biryar bi rayê serokên rêxistinan tenê hatine girtin. Lê ya herî girîng, tu serokekî Berxwedana parçeyekî welêt di karên dîplomasiyê de dijberî parçeyekî dinê gav navîtine, an jî li ser hesabên parçeyên dinê di masên tarî de berjewendiyên gelê xwe nekirine bazarê.

Di vî warî de şikestina despêkê a malkanbax, piştî têkçûna Komara Kurdistanê (a Mahabad) dest pê dike.  Mele Mistefa, yê ku wê demê generalê Komarê bûye, bi navê hevdîtinan diçe bal Şahê Îranê. Ew di wê hevdîtinê de li ser mijara xiyanetê ji Qazî Muhamed re bike, bazariyê dike. Di encamê de ew pereyan û garantiya jiyana xwe û malbata xwe ji Şah digire û Komarê difroşe wî. Û ev mirovê ku di bin navê “dîplomasiyê” de birayên xwe difroşe, bi rehetî vê xiyanetê wek “berjewendiyê netewî”nav dike.

Û ev her destpêka xiyanetê bû. Îro jî heman helwest û heman xiyanet li hole ne.

Mînak, Mesud Barzanî van salanê dawiyê pirtûka bîranînên xwe weşandiye û di wê de dinivîse, çawa serokê PDKÎ Suleyêman Muînî û Mele Awere serjê kirine û firotine Îranê û  bêyî ku şerm bike, dibêje, ku “ji ber berjewendiyên netewî ew naçarbûne, hinek karan pêk bînin”. Wisa jî, dema sala 1979’an rejima teokratîk a Îranê nû hatibûye desthilatê, gelê kurd radibe serhildanê û gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî ji destê rejimê derdixe, vê care jî bi serkêşîya Mesud Barzanî û Îdrîsê birayê wî bi rejîma meleyan a Îranê ra hevkarîyê dike, bi pasdarên Îranê re li dijî Peşmergeyên Rojhilatê şerdikin û derba kuştinê digihînin Şoreşa Rojhilatê û di encamê da rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi giranî lewaz û bêhêz dibin û heya îro jî nikaribûne  xwe komî ser hev bikin.

Dema sala 1975’an peymana Cezaîrê ji aliyê Îran û Iraqê ve hate îmzakirin (vajokirin), bi fermana Şahê Îranê li ber PDK û Mele Mistefa Barzanî merc danîn, ku dive ew “şerê dijî Iraqê rawestînin û bê şert û bend xwe radestî wan, an jî Iraqê bikin”. Û even me jî, bêyî ku bipirsin– çima, eger çine, ma mafên me çi ne? – yekser fermana Şahê Îranê bê dudilî qebulkirin û bîryara “aşbetal”-ê dan, ango biryara çekberdanê û teslîmbûnê dan!  Wê demê rojnemegerekî fransî diçe bîryargeha Barzaniya û dixweze roportajekê rêvebiriya Şoreşê re pêk bîne, bi wî re jî, endamê PDK Ahmed Bamernî, wek tercuman diçe. Di bîryargehê de mele, û lawên wî amede nebûne ku roportajê pêk bînin. Ji ber ku hemûyan berê xwe dabûne Îranê… Li ser navê rêxistinê, wek cîgirê Mele Mistafa, sekreterê rêxistinê dertê pêşîya wan. Rojnameger dipirse: “Berê ji bo vê rewşê pêşbînîyên we hebûn, ku ev herdu hêz dê li serwe bîryareke vî şêwazî bigirin?” Ahmed Bamernî pirsê werdigerîne, û Sekreter dibersivîne? “Cîhê ku Mele Mistefa heye, karê fikirandinê, an jî lêhurbûnê karên min nînin!”  Ahmed Bamernî ji vê bersivê matmaî dimîne û pirsê dubarê dike, ev Sekreter dîsa heman bersivê dide…

Di vê der barê de Ahmed Bamernî di pirtûka xwe ya “Ez pêşmergeyek bûm” de bi dilekî şikestî vedibêje. Lê an wê demê ciwantiya xwe, nepolîtîkbûna xwe nizane cîhê Mele Mistefa jî Şahê Îranê sîyaset dike.

Piştî têkçûna di encama peymana Cezaîrê de heya Raperîna Başurê welat a sala 1991’î PDK di bin baskê Îranê de dimîne û ji navê Îranê li dijî hêzên Rojhilatê û Başurê Kurdistanê yên wek: Partîya Sosyalîst, Partîya Komînîs (Şuîî) YNK û yên dinê şer dike.

Sala 1991’ê raperîn pêk tê, gelê Başur hêzên Rejîma BAAS ji welêt derdixe û piştî heftêyekê hêzên Barzanî di bin baskê Îranê, Amerîkayê û Tirkiyeyê de tê dikeve Duhokê. YNK û hêzên dinê yên Başur bi hevre ji Kerkukê heya Hewlerê bi giştî hiltînin, PKK jî Zaxo û derdorên Duhokê bi giştî ji hêzên rejîma Bas paqij dike. Hêzên navborî anîn PDK di navenda Duhokê de bi cîh kirin, û PKK’ê jî bi helwesta “ev birayên me ne, bila bi cîh bibin, di navbera me de ji îro û pêve mijar dê her tekoşîna ramanî û polîtîk be!” tevgeriya. Lê dema PDK cîhê lingê xwe çêkir û dema dît ku BAAS êdî nikare êriş bike, berê xwe da PKK’ê, lewra ku hêzên navborî, yên ku ew anîbûn, bi wê re bazarî kiribûn, ku ew ê li dijî hêzên kurd ên sosyalîst û yên ku doza herçar parçeyên Kurdistanê dikin, tevbigerin, ji bo ku wan lewaz bikin, ji bo ku ew bên kontrolkirin. PDK’ê ev kontsêpt kir bingeha “dîplomasîya” xwe, û di cîvîna yekem a Parlamana heremê de (1992) li dijî PKK’ê bîryara şer girt… Bi vî awahî PDK’ê xwest, li ser bazarîya kirîn-firotina şoreşa kurdî hebuna xwe misoger bike. Lê evê jî têrê nedikir, tenê asêmayîna di Duhokê de ew tengezar dikirin. Ma ne, Hewler navenda otonomîya herêmê ye, ew navenda dîplomasiya navnetewî ye û Mam Celal ji vira dengê xwe digîhîne Cîhanê. Lewra jî, Mesud Barzanî havîna 1996’an diçe cem Saddam û li dijî YNK’ê biryara êrişa leşkerî digire. Û 31’ê tebaxa Sala 1996’an bi pêşengtiya tank û topên Sadam êrîşî YNK’ê dike, di encama vê êrişê da bi hezaran peşmerge ji nav çûn, bi sedan gundên Kurdistanê wêran bûn. Di encamê de Hewler ket destê PDK’ê. Lê Îran bi navê hêza aştîyê kete Silêmaniyê, bi sedan peşmergeyên Komalayê û PDKÎ qetilkirin û YNK naçarî xwe kir. Helbet tirkan jî di nava vê tevlîheviya navxweyî malwêran de karê xwe yê reş domand. Wana jî bi navê hêzên navbera herdu hêzan de, xwedêgiravî, ji bo ku  “aştîyê biparêze”, “ji bo demekê” hêzên xwe yên eskerî anî û di herêma Başûr de bi cîh kir, lê ewa “ji bo demekê” çendîn dem li ser re derbas bû, bêhtir berfireh bû, û îro senger û baregehê leşkerî û sîxurî di Herêma otonom de (ew jî ne di tevahîya Herêmê de, lê di beşê wê yê di bin destê PDK’ê û mala Barzanî de!) ji yên Bakûrê Kurdistanê zêdetir in û hê jî bi alîkarîya PDK’ê û mala Barzanî êrîşên hevbeş dibin ser parazvanên doza netewî ya gelê kurd.

Lê ji bo PDK’ê ev kiryarana hemû jî “karên dîplomasîyê” ne, û ji navê Kurdistanê tên pêkanîn!

Û ev karê dijnetewî, yê ku ji hêla PDK’ê ve tê pêkanîn, her çiqas diçe, berfirehtir û xurttir dibe. Û ya ku mirov matmayî dike, ew bêdengiya hinekan li hember vê malkambaxîya netewî, ya ku PDK bi rêvebirîya mala Barzanî tînin serê gelê me hem di nava siyasetmederan de, hem di nava rewşenbîran û hunermendan de!

Sala 2003’an rejîma BAAS a Seddam Huseyn di Îraqê de hat ruxanandin. Piştî vê ji ber pêvajoyên Iraqê û Kurdistanê di Rojhilata navîn de rewşeke têybet derket holê, ji ber valahiya bîrdozî û polîtîkî demekê hêzên îslama tundraw derketin holê.

Sala 2011’an bi navê Bahara Ereban pêvajoyeke nû destpê dibe û Kurdistanê jî dixe nava xwe. Hêzk bi navê DAIŞ’ê hêzeke hov û har derkeve hole. Li henberî ve helwesta PDK’ê çi dibe? Ew bi navê dîplomasiyê bi Qatarê û Tirkîyayê re dikeve pêwendîyan û di encamê de gelê Şengalê bi tevkujiyê re rûbirû dihêle.  Kêmek mabû, ku DAIŞ bikeve Hewlerê. Di wê rewşê de rêveberiya YNK’ê hêzekê komdike û ji Mesud Barzanî re dibêjin, ku wana hêz komkirine, bila ew jî bên, da ku bi hev re Hewlerê biparêzin. Lê Mesud Barzanî dibêje, ku di destê wan de hêz nemaye, ku qet kes berxwenade, dişînin- direvin”. Di vê rewşa aloz û bi tehlûke de bi pêşengtiya fermandarê HPG’ê Tekoşer Şêmzînî de komek a gerila û mîlîsên Maxmuran li ber Hewlerê hêzên DAIŞê dişkênin û êrîşên wê didin rawestandin. Ya ku wê demê Mesûd Barzanî dikaribî bike, ew bû, ku here Maxmûran spasiya xwe ji fermandarên gêrîlayan ra bibêje… Û piştî vê heman hêzên Barzanî agahiyên der barê fermandarên gêrîlayan de dan tirkan û di encamê da li Metînan H. Tekoşer Şemzînî dan şehîdkirin. Ev jî, wek ku tê xuyan, Mesud Barzanî nexwestiye ku şahîdê sipasîya wî bimîne!

Çi bikî, ev jî akorda xiyaneta wê malbetê ya here bilind e!

Dema Gerîla nehişt DAIŞ bikeve Hewlerê, wê demê fermanderekî HPG’ê gotibû: “Hêvîdarim, ji vê gava xwe em ê poşman nebin!”, Lê yekî dine gotibû: “Ya ku em dikin, ji bo rumeta gelê xwe dikin!” Di van gotinan de ya ku mirov li ser baş bide heşê xwe, heye!

Ji 2015’an û vir ve PDK rastedêr êrişî Rojava û Bakûrê Kurdistanê dike. Lê Silêmaniyê jî wek armancekê ji bo êrîşên Tirkîyayê detnîşan dike. Her wiha, di nava malbetê û gel de, yên ku dijî van kirên wê dertê, digire, dukuje, an jî wek dîl radestî Tirkîyayê û Îranê dike. Helbet, hemû jî – di bin navê berjewendiyên Kurdistanê de! Hêzên Rojhilatê Kurdistanê bi fermana Îranê bê çek kirin, dersînor kirin, ên gotinên wan jî nekirin, bê ser û bê şun bûn.

Sala 2017’an PDK û Mesud Barzanî bi destpêkirina referanduma qaşo ji bo Serxwebuna Kurdistanê gel û hêzên kurd li ber dîlêmayekê de sekinandin. Beriya wê hîç bi hêzeke kurd re danustandineke ramanî, an siyasî pêk neanîbû, lê di pişt perdên salonên tarî de hink kesan jêra gotubun – bimeş!  û ew jî bêyî ku analîzên duh, îro, pêşerojê, her weha, rewşa dost û dujmin û hêzên cîhanî ê li ber çavan re derbaz bike, kete rê. Lê ya sereke wan çavê xwe li ser xala 140’î ya Destûra Bingehîn a Iraqê girtin. Zagona ku dibêje, berî ku rêfêrêndûma giştî pêk bînin, divê di herêm û bajarên statûsa wan ne diyar da rêfêrêndûm pêk bên. Hem jî, hişyariyên: “zû ye, naha ne dema wêye!” di ser guhê xwe re avîtin. Di encama dîplomasiya tarî de di nava demijmêrekê de ji 100’î 40’ê axa welêt winda kir, û ev jî bû sedem, ku şikestineke derûnî di nava civakê da pêk bê. Lê Barzanî hîç rexnedayînek, an jî lêborînekli ber gelê kurd neanî zimên. Di ser de jî, li dijî dûjminê gelê kurd daxuyaniyek neda an şermezariyek nekir. Tirkyayê li ber deriyê Xabûr hêz komkir, Îranê seranserî sînor hêz xurt kir, ji nava Îraqê hêzên Heşdî Şehabî êrîşkirin û heya deriye Hewlerê meşiyan. Lê li hinber wan qet gotineke şermezariyê ji Barzanî derneket. Di ser de jî YNK wek tawanbara sereke îlankirin. Belê, kêm û kuriyên YNK’ê jî hebûn, lê bêyî ku ji dijminên sereke re tiştekî bêjî, yekser êrîşî navmalê bikî, tenê dikare bi rewşa derûniya koleyê bêvîn bê şirovekirin.

Îranê îsal çend roket avêtin ser şêwirgehê wan, kuştî û bîrîndar çêbibûn, lê Neçîrvan Barzanî xwe avêtibû Tehranê û gotibû: “Ez jî şagirtê Îmam Hûmeynî me, ez jî Îranî me!” – Çendî mînanî gotinên bapîrêwî Melle Mistafa yên sala 1975’an in, ên ku wî gotibûn Şah: “Hûn xwedayê me – gelê arî ne, hûn çi emir bikin, em reben amede ne, pêk bînin!” Her cudahiyek di navbera torin û bapîrê wî da hene: Neçirvan bi cil û bergên modern bû, lê bapîrê wî bi şal û şapik.

Derencam: Roja îroyîn mirov matmayî dibe ku, yên hatine Hewlerê, destê aramiyê, aşîtiyê û wekheviyê dirêjî hemûyan kirine, li ber gelê xwe bejna xwe tewandine. Lê dema hêzên dagirker ên Tirkîyayê hatin, Kelha Hewlerê bi alên Tirkîyayê xemilandin û hemûyan xwestekên Tirkîyayê pejirandin. Dema wezîrê karên derva yê Îranê di 14’ê Hezîranê de hat, dîsa her tişt li ber pêyên wî raxistin û sozê hevpeymanîyê dan. Dema konsolê Amerîkî û nunerên Netewên Yekbuyî hatin û evên me li ber wan jî hîndê serê xwe çemandin, kêmek mabû ku pişta wa bişkê. Em dirêj nekin. Kî ku tê, ser çevan û ser seran bên. Bila bên pêşwazîkirin. Lê çima nûnerên hêz û tevgerên kurdî nikarin bên Hewlerê? Çima li şûna wan bi wekhevî û aştîyane pêşwazî bikin; didin pêşîya hêzên dagirker û bi ser xwişk û birayên xwe de diçin? Çi ye, ev jî rengekî “dîplêmasiya” van biraderan e, ku “ji bo berjewendiyên gelê kurd” ji kurd û Kurdistanê re xiyanetê dikin? Hêzên dagerker ên rêjîma tirk tên, ev biraderana yekser Silêmanîyê û Qendîlê ji bo wan datînîn ser masê, yên Îranê tên, dîsa, çiqas ji wan tê, Rojhilatê Kurdistanê datînin ser maseya bazarîyan, lê dema hêzên navnetewî tên, vê carê êdî Îranê û Şîîyayê dikin mijara bazarîyan! Xweş bazar e, ne? Bi nave Kurdistanê = Mala Barzani “dîplomasîyê” dimeşînin!

Di dawiyê de mirov dikaribû çi bigota?  Bi HADA-PAR’ê, Hizb-i Kontra = Hizb-î AKP re li ser asta herî bilind di Hewlêrê de hevdîtinan pêk tînin û hemû çapemeniya PDK’ê di xizmeta wan de ne. Lê Partiyeke wek HDP-Dem Partî ku îro partiya Tirkiyeyê ya sêyem û di Bakurê Kurdistanê de ya yekemîn e, PDK rojekê silavê nadê nûnerên wê. Ne bes e, di ser da jî çi ku ji destê wê tê dike.  Li dijî wê pêk tîne û wan hemûyan jî bi navê çi? Bi navê û ji navê “berjewendiyên gele kurd”, ango, berjewendiyê, Mala Barzanî=Tirkan.

Û evê  “dîplomasîya” PDK//Barzaniyan êdî deh sal in, ku “bi navê Netewa Kurd” bi çawa dizanin û çawa dikarin, bi çalak hêz û tevgerên kurdî bifroşin, da ku wek malbat li ser pîyên xwe bimînin…

Lê, divê bê zanîn ku demên “dîplomasîya” firotina nirx û berjewendiyên netewî êdî derbaz bûne. Ev ne di nava civaka kurdî de, ne jî li asta navnetewî, pere nake. Lewra ku netewa kurd civakek e, ya ku di cîhanê de wek gelekî xwedî vîn û berxwedêr û serfiraz tê nasîn, ku îro ew pêşenga demokratîkîzekirna Rojhilata Navîn e, ki wî karê bi rûmet de rola sereke li ser şanê wê ye. Jixwe dîplomasî bi xwe jî pala xwe dide hêza civakê, û civaka kurd jî êdî bi navê xwe dîplomasîyê dike. Mercê mirina vî karê kirêt ê Barzaniyan jî, hema ev hêz e, û ew bi xwe jî vê baş têdigihîjin û lewra jî êrîşî hêza berxwedêr dikin. Ji ber vê tirsê ew xwe davêjin ber bexşa her neyarekî gelê kurd. Lê, di dîplomasiya dewletan de berjewendî bingehîn in, dewletên heremê û yên cîhanê jî dizanin, ku hêza barzaniyan di nava gel da nemaye, hewlên dîplomasîyê bi Baxdayê ra bi navê hilbijartinê heremê di dawîyê da dan xuyan, ew tiştekî xilasnakin. Ji ber ku ew di raya gelê kurd de êdî bêwate ne. Eger sibê Duhok jî ji destê wan derê, sibê cîhên ku têda bihêwin û xwe star bikin jî, dê her tenê baregehên Tirkîyayê yên li çîyayên Barzan bin. Encama dawîyê ya “dîplomasiya ji bo berjewendiya gele kurd” a van biraderan jî dê ev be!

Mirov li vira çi bibêje, bibêje – pîroz be, an derdê wê malkambaxîyê bigirî, ya ku wan bi wê “dîplomasîya” xwe ya çavkor û çavqul ji gelê me yê zêryayî ra anîne?!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê