7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin bi hêza 12 hezar şehîdan civakê diguherînin

Li ser asasê guhertina zeniyeta mêrperest dewrên perwerdeyê ji bo mêran tên vekirin. Civak tê perwedekirin, rêxistinkirin. Bi van xebatan re ew rêjaya qebûlkirina jinan ku di destpêka şoreşê de ji sedî 10 jî nînbû niha ji sedî 70’yî. Niha bi vê rêjeyê mêr dixwazin ku pergala azadiya jinan guhertinan pêk bîne û xwe pêş bixe

13 sal berê gelê kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê şereke dijwar dan û di encama vî şerî de pergala xwe ya neteweya demokratîk a ku bi salane ji bo wê xebatan dimeşandin, saz kirin. Civaka ku îro di bin banê bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ji bo xwebûna xwe bi dest bixe, têkoşîneke mezin hem li dijî netewdewletan hem jî li dijî hişmendiya mêrperest dide.

Em der barê 19’ê Tîrmehê ku li hemû cihanê wek Şoreşa Jinan jî tê nasîn, guherînên ku piştî şoreşê din av civakê de pêk hatin bi hevseroka  Desteya Hiqûqê a Rêberberiya Xweser Mizgîn Hasen re axivîn.

Ji ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê 12 sal derbas bûn, tu wek jineke di nav xebatan de cih digirî rewşa siyasî û hiqûqî ya ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji duh heta îro pêk hatiye, çawa dinirxînî?

Di roja me de çawa ku pêwistiya her welatekî bi guherînê hebû pêwistiya Sûriyeyê jî bi guherînê hebû.  Ji ber ku gelê Sûriyeyê di bin pergalek desthilatdar de bû, aboriya wê lawaz bû, civak xizan û feqîr bû, di nav sînorên Sûriyeyê de ne ji jinan re ne jî ji mêran re tu rûmet nehatibû hiştin lewra herkes di lêgerîna jiyaneke nû de bû.Wek tê zanîn gelên Sûriyeyê bi mînakgirtina Misir û Lîbyayê ji bo azadî, wekhevî û jiyaneke aram li dijî rêveberiya ku ev 40 sal in li ser desthilatdariyê ye û zilmê li wan dike, têkoşiyan. Ji ser vê şoreşê re 13 sal derbas bûn.

Lê di esasê xwe de ji bo kurdan rewş hinek cuda ye. Kurdên ku bi sedan sal in li ser vê axê dijîn ji mafên xwe bêpar hatibûn hiştin. Di sala 2004’an de dema ku tîma fûtbolê ya Cîhad û Derazorê dilîstin, êrîşên netewperest li ser şêniyên Qamişloyê pêk hatin. Di êrîşên ku hêza xwe ji hêzên hikûmetê girtin de gelek kurd şehîd bûn. Kurd di van êrîşan de birîndar bûn û hatin girtin.

Yanî em dikarin bibêjin ku kurd di sala 2004’an de dest bi xebatên xwe rêvebirinê kirin û xwe bi rêxistin kirin. Li cihê ku gelê kurd rêxistinbûna xwe ava kir saziyên dewletê hilweşandin û saziyên ku dê di rêvebirina xwe de cih bigirin ava kirin.

Di nav hewldana avakirina pergaleke nû de esasên demokratîkbûnê wek rê ji xwe re diyar kirin û bi hêza xwe û îradeya xwe bingeha şoreşê ava kirin. Di nav pergala ku dan avakirin de ne ji bo sînorên Sûriyeyê parçe bibin alîkarî dan kesê ne jî çav li êrîş û zextên rejîma Sûriyeyê ya li ser gelan qebûl kirin.

Kurd li aliyeke ji bo pergaleke nû li ber xwe didan li aliyê din jî hewl didan ku xwe ji êrîşên pêk tên, biparêzin. Ji ber êrîşên ku pêk dihatin pêwistî bi hêzeke çekdar hat dîtin. Bi tevlibûna jin û xortên ciwan Yekîneya Parastina Gel (YPG) hat avakirin. YPG’ê gel ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê parast.

Di nav van geşedanan de kurd rêxistinbûna xwe her ku çû xurtir kirin û bi îradeya xwe ji aliyê siyasî, hiqûqî, aborî, çandî û civakî ve pergaleke nû ava kirin da ku her kes karibe li ser vê axê azad bijî. Her wiha ji bo jin ji maf û azadiya xwe bêpar nemînin jinan xwe bi rêyeke zêde tev li hemû karan kirin. Û niha ji bo ev pergal ji aliyê cihanê ve bê nasîn jî jin xebatên xwe dimeşînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nivîseke xwe de dibêje ‘Jina ku ji bo azadiya xwe têdikoşe, divê zanibe ku dema berê xwe dide qada polîtîk, bi aliyê herî dijwar ê şer re rû bi rû ye. Divê zanibe heta ku di qada siyasî de bi ser nekeve, tu destketiyek mayînde nabe.’ Li ser vê gotina Ocalan em dikarin bibêjin ku piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê jin xwe di kîjan astê de tev li polîtîkayê kirine?

Her çiqas nerazîbûn hebin jî, ji bo jin û civak azadiya xwe misoger bikin Şoreşa 19 Tîrmehê xwe bi xwîna şehîdan mezintir kir. Hêrsa li dijî kolebûnê û hesreta azadiyê gel bi îradeya xwe têkoşîna xwe berdewam kir. Ciwanên kurd ji bo welatê xwe xwe feda kirin. Jin cara yekemîn ji bo xwe ji pergala baviksalar rizgar bikin derfetek bi dest xistin û wê derfetê ji bo avakirina pergaleke nû ku xizmeta civakê dike, bi kar anîn.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo hemû gelên ku li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijîn gelek serkeftinan bi xwe re anî. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ew hişmendiya baviksalarî têk bir û ji bo jin û mêran hewl da wekheviyeke ava bike. Jin di nav pergala ku hat avakirin de bûn xwedî zagon û xwedî hêz. Di damezrandina rêveberiya xweser de cih girtin û pegala ku dihat avakirin li ser esasên rastir dan rûniştandin. Jinan di nav karên siyasî, dîplomasî, leşkerî de cih girtin. Jinan ji aliyê leşkeri ve Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ava kirin û li dijî çeteyên herî hovane yên wek DAIŞ’ê mil bi mil şerê xwe mezintir kirin. Bi têkbirina DAIŞ’ê re civaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji terorê rizgar kirin. Bêguman jinên kurd li dijî dewleta tirk û çeteyên wê li Efrîn û Serêkaniyê, Girê Spî jî bi fedakariyeke mezin şer kirin.

Jin niha hem bi siyaseta ku dikin hem jî bi xebatên ku dimeşînin di nav jiyana rojane de bûne xwedî guherînên çawa? 

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo jinan bû bingeha guherînan.  Bi vê şoreşê re êdi jin jî bûn xwedi sazî, rêxistin, malên jinan, desteya jinan û zagonên jinan. Bi sazî û partiyên wek Kombûna Zanûbiya, Kongra Star, Rêxistina Sara, Meclisa Jinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi gelek saziyên din ên jinan ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak.

Jinan ev mafên ku bi destxistine di Hevpeymana Civakî de jî misoger kirine. Jin niha li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi amadekirina nivîsandina Hevpeymana Jinan ber bi pêvajoya dîrokî ya din ve diçin. Hevpeymana Jinan dê ji bo pergala neteweya demokratîk bibe rêber.

Wek tê zanîn hişmendiya mêrperest bingeha xwe ji 5 hezar salan digire, ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku bi şoreşê re di hişmendiya mêrperest de guherînek ji sedî sed pêk hatiye. Jinan bi têkoşîna ku dane û didin di kîjan astê de hişmendiya mêrperest guhertine?

Rast e em nikarin bibêjin ku rewşa jinan pişti Şoreşa 19’ê Tirmehê bi carekî ve hat guhertin. Lê bi şoreşê re jinan di hemû aliyan de xwe beşdarî her karê kirin. Her çiqas di nav civakê de nerazîbûn hebûn jî jinan xwe bi beşdarkirina qada siyasî, civakî, aborî û leşkerî xwe dan qebûlkirin û bi ispatkirina îradeya xwe xwe tev li şoreşê kirin.

Jinan di aliye îdarî de bi pergala hevserokatiyê û bi sedî 50 cihgirtina di nav merciyên biryargiritina mijaran de bûn xwedî azadî û hêz. Bêguman di pergala avakirinê de gelek pirsgirek derketin. Neqebûlkirina mêran neqebûlkirina hişmediya wan a ku ev 5 hezar sal in li ser desthilatdariyê ye, bû. Neqebûlkirin neqebûlkirina civaka ku di bin bandora ol, tore, çanda kevneperst de maye, bû. Ya herî xirab jî neqebûlkirina jinên ku bi hêza xwe bawer nedikirin bû. Bi taybet vê nebaweriyê di hêla polîtîkayê ya ku wek karê mêran dîhat dîtin de, derdiket holê.

Bi derbaskirin ezmûneke pir giran de jin êdi xwediyê pergale neteweya demokratîk e ku hemû beşên civakê digire nav xwe. Êdî ev şoreş bi têkoşîna jin tê nasîn û wek Şoreşa Jinan tê dîtin. Bandora hebûna jinan li ser her aliyên xebatan tê ditin. Jin di girtina biryarên ku berjewendiyên gel esas digirin, pêşxistina aboriya jinan, siyaseta heyî, parastina çanda dayiksalar û parastina hêza jinan de, cih digirin.

Di tevlibûna polîtîkayê de jin herî zêde bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû man û çawa xwe dan qebûlkirin?

Ji bo vê yekê jî jinan di asta perwerdekirina civak, mêr û jinan de gelek gav avêtine ku bikaribe di aliyê zihniyetê de hin guherînan pêk bîne. Li ser asasê guhertina zyhniyeta mêrperest dewrên perwerdeyê ji bo mêran  tên vekirin. Civak tê perwedekirin, rêxistinkirin. Bi van xebatên ku hatin dayîn re ew rêjaya qebûlkirina jinan ku di destpêka şoreşê de ji sedî 10 jî nînbû niha gihiştiye ji sedî 70’yî. Niha bi vê rêjeyê mêr dixwazin ku pergala azadiya jinan guhertinan pêk bîne û xwe pêş bixe.

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyek ve avakirina pargalek nû pêk tê ji aliyek ve jî êrîşên dewleta tirk her roj berdewam dikin, tu van êrîşên ku pêk tên girêdidî çi, armanca van êrîşan çi ye?

Li hemberi pergala jinan, pergala neteweya demokratîk, îradeya gelên ku ji bo azadiyê vê van pergalan esas digire hêzin desthiladar bi taybet ji dewleta tirk dest bi êrîşan kir. Dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ya naxweyî heta niha tim dixwaze kurdan tune bike û ew pergala ku ava kirine hilweşîne. Dewleta tirk ji ber ku xaka kurdan weke ya xwe dibîne û ji hêza kurdan ditirsîne loma wiha êrîş dike.

Li Efrîn û Serêkaniyê, Girê Spî, şereke pir giran li hemberî pergalê hat meşandin. Kuştin, birîndarî, talan, dizî, koçberkirin, destwerdana mal û milkên xelqê, qirkirina jinan, tecawiz, revandin her wiha gelek binpêkirinên mafên mirovan li deverên ku hatin dagirikirin hatin jiyîn. Ewqas êrîş ji bo ku ev pergal li van deveran nekeve meriyetê, pergala rêveberiya xweser bi cih nebe, pêk hat.

Ji ber ku jinan ji bo avakirina vê pergalê li ber xwe dan herî zêde ew bûn hedefa dagirkeran. Êrîşên li ser jinan bi awayeke sistematîk tên kirin. Bi şehîdxistina jinên di qadên siyasî û leşkerî de pêşengî dikirin û hemû jiyana xwe dabûn têkoşînê, xwestin îradeya jinan bişkînin. Lê jinan xwe li hember van êrîşan bihêztir û xurtir kir.

Jixwe ev êrîş hin ji berdewam dikin. Her der hedef tê girtin. Bînesazi, kehrebe, av, sotemenî, mal û milkên sivilan û jiyana wan her wext di bin xeteryekê da ye. Mebesta dewleta tirk a dagirker ew e ku heremê vala bike û êrîşên dagirkeriyê hin berdewam bike. Lê belê gelên heremê êdî helweste xwe daye nîşandan ku kes nikarê me ji cih, mal, milkê me derxê û me bike penaber.

Li hemberî dewletên desthilatdar bi îradeya 12 hezar şehidan ku di nav wan de soreşgerên wek Hevrîn, Zehra, Jiyan, Lêman, Yûsra û Zeyneb hene tekoşîneke pir mezin tê meşandin. Ji bo ku ev pergal bi ser bikeve û Şoreşa 19’ê Tirmehe bibe şoresa azadiya gelên Rojhilata Navîn em ê bi giştî li ber xwe bidin.

Mizgîn Hasen kî ye?

Mizgîn Hasen li Qamişloyê hatiye dine. Ev 13 sal in di nav xebatên şoreşa jinan de cih digire. Piranî xebatên wê di aliyê hiqûqî de bûne. Di despêkê de bi Rexistana Mafên Mirovan a Cizîrê re düre jî bi Komîteya Zagonî ya Meclisa Jinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê re xebatên xwe meşandiye. Di amadekirina Hevpeymana Civakî de cih girtiye û niha wek Hevseroka Desteya Hiqûqê a Rêberberiya Xweser xebatên xwe yên hiqûqê dimeşîne.