28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Baselê hezar û 300 name ji CPT’ê re şandin

Jinan li Baselê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hezar û 300 name ji CPT’ê re şandin.

Kampanyayên ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ de hatine destpêkirin, li Swîsreyê bê navber didome.

Di çarçoveya pêngavê de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo ku CPT berpirsyariya xwe bi cih bîne, kampanyaya nameyan daye destpêkirin. Ev kampanya didome. Li bajarê Basel ê Swîsreyê jinan di çarçoveya kampanyayê de name şandin.

Meclîsên jinan ên ku di bin sîwana Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) de xebatên xwe didomînin, ji destpêka hefteyê û vir ve bi hezaran nameyên ku li bajarên Lozan, Sîon, Zurîh, Cenevre û Aaraûyê hatine komkirin ji CPT’ê re şandin.

Endamên Meclîsa Jinan a Ronahî li ber Postxaneya Claraplatz civîyan û hezar û 300 name ji CPT’ê re şandin. Beriya şandina nameyan, li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî Necla Kiliç daxuyaniyek da.

Necla Kiliç diyar kir ku gelê Kurd û dostên wê ji bo ku CPT wezîfeya xwe bi cih bîne, bi salane bê navber kampanyayan dimeşîne û wiha got: “Weke Kurdistaniyên ku li Baselê dijîn, em di çarçoveya kampanyayê de îro ji CPT’ê re name dişînin û car din dixwazin wezîfeya CPT’ê li bîr bixin. Îro li dijî Rêbertiya me pêkanîneke dermirovî heye. CPT mîna duh, îro jî bêdengiya xwe didomîne. Em ji vir careke din bi bîr dixin ku em vê helwesta CPT’ê qebûl nakin. Heta ku Rêbertiya me azad dibe, weke jinên Kurd em ê çalakiyên xwe li her qadê bidomînin.”

Piştî axaftinê 1300 nameyên ku hatine îmzekirin, ji CPT’ê re hatin şandin.