1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karayilan: Şerekî mezin heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ne dagirkeriyê, polîtîkaya îlhakê dimeşîne û li dijî vê yekê gerîla şerekî mezin dide û got: "Li başûr şerekî mezin heye. Hezar û 500 cerdevan li Bakûr bi cih kirine. Şerekî mezin heye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan beşdarî radyoya Dengê Gel bû û bal kişand ser şerê li herêma Metînayê. Karayilan anî ziman ku artêşa Tirk li qadên ku gerîla lê nîne, bi cih bûye û PDK û dewleta Iraqê pêşî li vê vekiriye. Karayilan anî ziman ku hewl didin qadên gerîla bên dorpêçkirin.

Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk li rêya di navbera Bamernê û Kanîmasiyê nasnameyan kontrol dike û got: “Nêçîrvan Barzanî jî ji wir derbas bibe, wê nasnameya wî jî bipirsin.”

‘Dewlet di dagirkirinê de zahmetiyên mezin dijî’  

Karayilan ewil bal kişand ser cerdevanên ku li dijî gelê xwe çek hilgirtine û wiha got: “Mijara cerdevanan, yên xiyanetê dikin, yên alîkariyê didin dijmin an jî yên çeka dijmin radikin, ne meseleya bangewaziyê ye; ez vê yekê dizanim. Ev mijareke dîrokî ye. Ev birîn ji bo gelê Kurd birîneke reş e, ku heta niha derman jê re nehatiye dîtin. Ji bo vê jî gelê Kurd hê jî dîlgirtiye û di bin pergala koletiyê de dijî. Min bang li wan kir ku qet nebe neyên Başûrê Kurdistanê. Eşkere ye ku dewleta Tirk di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de zehmetiyeke mezin dijî. Ji ber vê yekê dixwaze leşkerên ji bo wî şer bike bibîne. Hem dixwaze li Tirkiyeyê leşkeriya bi pere pêş bixe û bigihêje vê armancê, hem jî dixwaze li Bakur û Başûr Kurdan li dijî hev bide şerkirin. Di vê çarçoveyê de, li gorî agahiyên ku me nû girtine; Ji Bedlîs, Mêrdîn, Çewlik, Sêrt, Dersim- bi qasî ku dizanim li Dersimê pir cerdevan nîne- Mûş, Colemêrg û Şirnexê cerdevanan tînin. Niha 1500 cerdevan anîne Başûrê Kurdistanê. Lewma van rojan plan dikin ku hejmara xwe heta 1500’î temam bikin. Yên ku anîne Başûr wê li Metîna, Avaşîn û Zapê bi cih bikin û bixin nava şer. Gelek ji wan jî xizmetê ji wan re dikin, yanî dixebitin. Cih wan çêdikin, çeperên wan çêdikin û yên ji hêstiran fam dikin av û erzaqê bi hêstiran ji wan re tînin; Yanî ew xulam in. Welatên wan tê dagirkirin û ew xizmeta dagirkeran dikin. Ewqas ketîbûn gelek xirab e. Dijminek tê û welatê te dagir dike, tu jî jê re dibe alîkar û jê re xizmetê dike. Ev koletî ye. Bê guman ji bo hatina cerdevanan a Başûrê Kurdistanê û tevlîbûna wan a şer, dewleta Tirk ji mûçeyên wan hinekî zêdetir pereyan dide. Bi vî rengî siyaseta li dijî hev dane şerkirin pêk tînin.”

Karayilan da zanîn ku siyaseta dewleta Tirk gel bi hev bide şerkirin e û wiha berdewam kir: “Di dema Osmaniyan de rewş bi vî rengî bû û niha jî bi vî rengî ye. Yanî, hûn jî dibînîn, ji Bakur cerdevan tînin, ji Başûr hin kesan dibînin. Gelo PDK bi her awayî xizmetê ji wan re nake? Hûn dibînîn, ji Rojava hin kes girtine ba xwe, li Stenbol û Enqereyê li otelan pêşwazî dikin; ev kes jî pereyan distînin û piştre jî dibêjin “em ENKS’yî ne”. Dewleta Tirk biçe ku, pêşî hevkarên ku îxanet li gelê xwe kirine digire ba xwe. Di dema Osmaniyan de jî vê yekê dikir û niha jî wiha dike. Di dîrokê de ti tevgereke ku ji bo azadiyê li Kurdistanê rabûye ser piyan, bi tena serê xwe ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye têkbirin. Bi giştî di hemûyan de rola Kurdan heye. Ev heqîqet nîşan dide bê ka heta niha Kurd çima bûne kole. Ev neynik e, wêneyekî tiştên qewimîne. Îro yên ku li dijî me şer dikin piraniya wan Kurd in. Ew bi xwe nikarin şer bidin meşandin, ji bo ku encamekê bistînin Kurdan li dijî me bi şêwazên cuda bi kar tînin.”

‘Ramana Rêber Apo belav bûye’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan da zanîn ku êdî dewleta Tirk dê encamê bi dest nexe û got: “Çima? Êdî hişmendî ava bûye. Raman û zîhniyeta Rêber Apo belav bûye û jin û ciwanên Kurd êdî haya wan ji rastiyê hene. Ji bo vê jî dewleta Tirk êdî nikare gelê Kurd bike du parçe û li dijî hev bide şerkirin. Em dizanin ku cerdevanên destek didin dewleta Tirk û li gel wan disekinin kêm in, hêza me mezintir e. Bawerim banga ku we pirsî, ku min herî dawî kir, bê guman bandor li ser malên cerdevan û li ser zarokên wan kiriye. Ew wisa bi hêsanî nayên. Bê guman zehmetiyên ku rastî wan tên hene. Lazim e serî hildin, dest ji vî karî berdin. Divê ji vê xiyanet û bêbextiyê xwe paqij bikin; Divê bibin xwedî helwest. Dibe ku hin kesan helwest nîşan dan. Dem bi dem em dibihîzin ku hin kes helwestên bi vî rengî pêş dixin, lê di analîza dawî de yên tên jî hene.”

Li ser navê PKK’ê pere kom dikin

Karayilan, destnîşan kir ku ew ji cihên cuda agahî digirin ku hin kes hewl didin li ser navê PKK-HPG’ê pereyan kom bikin û wiha axivî: “Hûn di vê mijarê de çi dibêjin? Belê, em dibihîzin ku li ser navê PKK an jî HPG’ê mirovên pere ji gel kom dikin hene. Agahiyên bi vî rengî ji cihekî tenê nayên, ji gelek cihan tên. Divê gelê me û hemû welatparêzên me vê rastiyê bi zelalî bizanibin: Em weke PKK an jî HPG’ê li Bakur pere û alîkariyê ji tu kesî kom nakin. Belê, pêdiviya me pê heye, lê ji bo ku em lîstikên dijmin vala derxin, me biryar da ku ti hevrêyên me bi rêya hin kesan pereyan kom nekin, yanî ji bo alîkarî yan jî komkirina pereyan divê tu kesî neyên wezîfedarkirin. Ev dê pêk neyê. Lazim e her kes bi vê zanibe. Tevî vê yekê, yên ji bo komkirina pereyan tên û daxwaza wê dikin, bi îhtimaleke mezin sîxurên di rêveberiya MÎT’ê de ne û li ser vê esasê hatine wezîfedarkirin. Dibe ku hinek ji wan berjewendîperest bin, hinek ji wan pêkhateyên çete bin û ji bo berjewendiyên xwe van tiştan dikin. Divê gelê me li hemberî van kesan hişyar bin. Bi ti awayî alîkarî nedin kesekî û neyên lîstikên bi vî awayî.

Li Zapê şerekî mezin heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, bal kişand ser şerê li  Başûr û ev agahî dan: “Li Başûrê Kurdistanê yanî li Herêmên Parastinê yên Medyayê her tim şereke dijwar heye. Di vê çarçoveyê de li Zapê niha şerekî mezin û dijwar diqewime. Em bi rojane daxuyaniyan didin. Dijmin her cure çekan bi kar tîne; gazên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar tîne, çekên taktîkî yên nukleerî bi kar tîne. Li dijî tunelan makîneyên sondajê ji Konyayê aniye û dixwaze hin cihan bikole. Xebateke berfireh dikin, şerekî dijwar heye. Ez vê yekê jî bibêjim: Di nava gerîla de profesyoneltî jî her ku diçe pêş dikeve. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê asta profesyonelbûyîn û ruhê fedaî di gerîlatiyê de kûr bûye. Mînak di vî şerî de şehîdên me kêm in. Jixwe em van şehadetên ku pêk tên yekser îlan dikin. Wekî din ti şehîdên me yên din tune ne. Bi taybetî di şerê Zapê de mînak di nava du mehên dawî de ewqas çek tên bikaranîn, lê belê şehîdên me nîne. Ji ber ku profesyonelbûn pêş ketiye. Ev îsbat dike ku hêzeke profesyonel bêyî windahî bide dikare derbeyên mezin li dijmin bide. Gerîla îro vê yekê dike. Şereke mezin heye.

Di rojên dawî de li Metîna hewldanên dagirkeriyê zêde bûn. Mînak, dijmin duh bi şev gundê Bazê û derdora wê, her wiha cihên weke Qesrok û Dergelê girtin destê xwe. Çalakiyên hevrêyan jî çêdibin, lê dijmin çawa dike? Ew bi gelemperî deverên ku heval lê tune be digire. Niha li Metîna taktîkeke bi vî rengî dimeşîne. Yanî li cihên ku dizane heval li wir nîne, an bi rêya hewayî an jî bi wesayîtan ji bejahî ve tê. Wesayîtên wan jixwe di Deriyê Sînor ê Serzerê re derbas dibin û li ku derê bixwazin dikarin biçin, bi serbestî diçin. Di vê alî de PDK û dewleta Iraqê rê li ber wan vekiriye. Bi kurtasî li Metîna her du taktîkan bi kar tîne. Pêşî cihên ku heval lê nîn in dike hedef û dagir dike; Bi vî rengî dorpêçiyê pêş dixe. Ez vê yekê jî bêjim: Li ser rêya di navbera Bamernê û Kanîmasî de niha dewleta Tirk kontrola nasnameyê dike. Ez bawer im, ku eger Nêçîrvan Barzanî jî li wir derbas bibe, ew ê nasnameya wî bixwazin. Beriya bi salan di hevdîtineke me de Nêçirvan Barzanî ji min re got, beriya sala 2005’an çû Tirkiyeyê, li cihekî rûniştin, li sera maseyê li pêşiya her kesî erka wan hatibû nivîsandin, ji wî jî pirsîn bê wezîfeya wî çi ye, li ser vê yekê wî jî got ew Serokwezîr e, lê belê kesê ku ew pirs lê kir jê re gotiye nabe, li Başûr jî nikare bibe serokwezîr û bi vî rengî pirsgirêk çêkirine. Çima bi vî rengî nêz dibûn? Ji ber ku, li gorî wan pergalekî Kurdan û serokwezîrek jî çênabe. Li ser vê bingehê, di wê demê de dewleta Tirk hesab dikir ku PKK şerê çekdarî berdewam nake û ji ber vê jî zextê li Başûr dikir. Mînak, li Dihokê jî tehemûla ala Başûrê Kurdistanê nedikirin û digotin, ‘Em ê van parçeyên qumaşê daxînin.’ Ji ber vê yekê zexta wan a li ser Başûrê Kurdistanê destpê kir, lê piştre dema gerîla ji nû ve dest bi şer kir, dest ji vê yekê berdan û berê xwe dan me.”

Di salekê de 31 hezar operasyon

Karayilan bal kişand ser şerê li  Bakur û wiha berdewam kir: “Eger em Bakûrê Kurdistanê binirxînin; Li vir jî gelek operasyon tên kirin. Bi taybetî hin dezgehên çapemeniyê yê Tirkiye û Başûrê Kurdistanê dixwazin vê rewşê çawa nîşan bidin? Pêşî dixwazin dagirkeriya Tirk nerm nîşan bidin. Lê belê xuya ye hin dezgehên çapemeniyê yên li Başûr bi awayekî taybet hatine wezîfedarkirin ku vê dagirkeriyê nerm nîşan bidin. Ya rastî ew dixwazin dagir bikin û îlheq bikin, lê ev dezgehên çapemeniyê hewl didin nerm bikin. Ya din jî ev e; Dixwazin wisa nîşan bidin ku weke PKK niha tenê li Başûrê şer dike. Hem çapemeniya girêdayî AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê û hem jî hin çapameniya li Başûrê Kurdistanê hewl didin wisa nîşan bidin. Lê belê heqîqet ne bi vî rengî ye. Em li her derê li dijî vê dewleta mêtinger-qirker şer dikin. Şerê ku em dimeşînin şerekî îdeolojîk, siyasî, civakî, çandî û leşkerî ye. Belê, her tişt ne leşkerî ye, lê şerê leşkerî jî li her derê heye. Dewleta Tirk ji bo şerê li Bakur, tenê behsa şehîdên me dike. Ji ber ku me li ser teknîkê agahî girtin daye rawestandin, di dema xwe de em nikarin agahî bigirin. Agahî hinek dereng digihêje destê me. Ji ber vê yekê gelek nabe rojev, lê li Bakurê Kurdistanê şerek dijwar heye.

Mînak, rayedarên Tirk bîlançoya par dan; Di nava salekê de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê li dijî me 31 hezar operasyon pêk anîne. Binêrin, wan bi xwe vê yekê îlan kirin. Yanî di navbera me de şerekî gelekî giran heye. Li dijî me her tim êrîş heye û li hemberî vê berxwedanek mezin heye. Ev êrîş li zindanan, li kolanan û li çiyê hene. Li her derê heye. Divê gelê me bi taybetî li parçeyên din vê rastiyê baş bibîne. Li dijî dewleta Tirk a qirker şerekî berfireh tê meşandin. Mînak li Dersim, Cûdî û gelek cihên din dewleta Tirk li her derê bi milyaran pere ji bo çêkirina rêyan xerc kiriye û li ser wan deran qereqol ava kirine. Yanî ji bo xwe li wir biparêzin keleh ava kirin. Ji ber ku nikarin xwe li wir biparêzin. Bi kurtasî li Bakur hewldanek heye; Ew dixwazin me têk bibin, em jî li ber xwe didin, em dixwazin wan vala derxin û di dawiyê de jî têk bibin. Têkoşîneke bi vî rengî heye.

Di şerê ku li Bakur tê meşandin de dewleta Tirk hemû rê û rêbazan bi kar tîne. Em dikarin bêjin ku şer li ser 3 stûnan tê meşandin: Îstîxbarat, teknolojî û şerê psîkolojîk. Îstîxbarat xurt kirine, dixwazin sîxuriyê kûr bikin û dixwazin amûrên îstîxbaratê mîna kamerayan zêde bikin. Mînak, niha tenê bi balafirên bêmirov li dijî me nakevin hewldanan. Dewleta Tirk niha girîngiyeke mezin dide kamerayên erdê. Li ser tiştên weke wênegir, kamera û mobese disekine. Dîsa eger komek hevrê li cihekî tesbît bikin, 2 hevrê jî bin, pêşî balafir û helîkopteran dişînin; bi obûs, her cure çekên giran û hwd. bombe dikin; Piştre diçin ser û bêyî ku şerm bikin hev pîroz dikin. Hûn her tim bi teknîka dûr şer dikin; We tu fedakarî nekiriye! Yanî bi hezaran leşker, cerdevan, sîxur, kontra û ewqas teknolojiyê li dijî 2 kesan bi kar tîne. Dewleta Tirk niha li hemberî me şerekî bi vî rengî yê bê hevsengî dimeşîne.

Mînak ji bo ku ciwan tevlî nebin, dewleta Tirk bi awayekî fermî eroin, tiryakê, hebên hişbiriyê û hwd.  li her derê belav dike. Dixwazin ciwanan hînî bikaranîna tiryakê bikin; Dixwazin wan hînî fûhûşê bikin. Ev hemû tenê ji bo ku ciwan nebin welatparêz û tevlî gerîla nebin tên kirin. Bi vî rengî şerê li dijî me şerekî psîkolojîk e, şerekî civakî ye, şerekî çandî ye. Bi vî rengî şerekî berfireh û dijwar tê meşandin.

Mînak, dijmin û her wekî din dizane ku li herêmê komek hevrê hene; ji bo tesbîtkirina cihê mayîna li qadê bike, bi mehan wan dişopîne. Li her du cihan jî, dibe ku li Glîdax jî wisa be, dijmin tesbîta noqteyê kiriye. Bi taybetî li Pîrosa û Mawayê dijmin pêşî bi hêza xwe ya teknîk û hewayî li cihên hevrêyan dixin. Jixwe eger bi teknîk û balafiran li noqteyê nexin, ew qet nikarin bi ser hevrêyan de biçin. Eger biçin dizanin ku ew ê bimirin. Hêza wan nîne ku yekser ji bejahî ve bên. Beriya ku bên bi teknîkê li wê koordînateyê dixin.”