18 Haziran, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karîane Westrheîm: Divê kurd ne li benda tu kesan bin

Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya NY’ê Karîane Westrheîm êrîşên Tirkiyeyê yên li 4 parçeyên Kurdistanê nirxand û got: “Divê Kurd li qada navneteweyî zelal bin. Divê ne li benda ku kes li ser navê wan biaxivin.”

Hikûmet û dewleta Tirkiyeyê bi her awayî li dijî gelê kurd, siyaset, ziman û çanda kurdan êrîşan pêk tîne. Her roj li ser axa Kurdistanê operasyonên leşkerî pêş dixe. Her roj welatiyên kurd binçav dike, qeyûm tayînî vîna kurdan dike. Bi leşkeran bi ser gundan de digire. Çiyayê Kurdistanê bombe dike. Şerê dewleta Tirkiyeyê ya li herêmên Avaşîn, Metîna, Zap, Xakurkê û Garê yên Herêma Federal a Kurdistanê ji 2022’an de ye didome.  Derketibû holê ku di dema êrîşan de gelek carî çekên kîmyewî û madeyên qedexe hatine bikaranîn. Der barê vê de tu tiştek nehat kirin û kesên dixwazin biçin herêmê lêkolîn bikin jî tên astengkirin.

Seroka Komîsyoana Sivîl a Tirkiyeyê ya YE’yê (EUDCC) û ji zanîngeha Bergen Prof. Dr. Karîane Westrheîm pirsên Nûçegîhana Ajansa JINNEWS’ê Melek Avci bersivandin.

 Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember gelek deverên Kurdistanê hûn dibînin. Di dîmenan de hat dîtin ku madeyên kîmyewî tên bikaranîn. Di rojên dawî de mixabin heman dîmen dîsa derketin holê. Hûn der barê van dîmenan de çi dibêjin?

Bikaranînan çekên kîmyewî li gorî Peymana Çekên Kîmyewî(CWP) ku Tirkiye jî alîgirê wê ye qedexe ye. Di rewşa bikaranîna wê bê piştrastkirin ev tê wateya binpêkirina giran a mafê mirovan û hiqûqê. Bikaranîna çekên kîmweyî tespîtkirina wan  ji ber astengiyan zehmet bû. Mixabin hîna ekîba lêpirsînê nikare biçe herêmê. Destur nayê dayîn. Ji bo piştrastkirina van îdiayan heyeta serbixwe  girînge. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) di vê mijarê de xwedî rolek girînge. Dîmenên kesên ji çekên kîmyewî bandor bûne bi xof in. Mixabin em bizanibin kîmyewî hatiye bikaranîn jî tespîtkirinek teqez tune ye. NY jî di nav de divê hemû civakên navnetweyî li dijî vê ji bo lêpirsînek bê alî zextan bikin.

 OPCW û NY’ê het aniha şandina ekîbekê red kirine. OPCW’ê ji ajansa me re got ‘em îdiayan dişopînin’. Lê tevî evqas dem tu tiştek nekir. Vê bêdengiya saziyê dibe ku Tirkiye ji nû ve ber bi bikaranîna çekên kimywî de biribe?

Belê. Tirkiye diyare ku dibîne OPCW lêkolînek cidî nake û hewldanên xwe didomîne. Rewşeke ku Tirkiye dikare serbest tevbigere derdikevike holê. Li aliyê din jî  ji ber ji aliyê OPCW’ê ve gav û bersivek zelal û şênber nayê dayîn, helwesta wan  nîşan dide.  Herçend ku sûcdarî der barê bikaranîna gaza klorê de be jî leşkerên payebilind bikaranîna kîmyewî wek fîîlî tê bikaranîn qebûl kiribe jî, wezîrê parastina neteweyî Hulusî Akar ku li Meclîsê bi aşkera qebûl kiribe ku li Bakurê Iraqê li dijî PKK’ê gaza çav şewitandinê bikarnîne jî, di lêpirsîna YE û OPCW’ê de tiştek derneket. Di aporê de der barê binpêkirina mfan de hinek tespît hatin kirin lê tespîtên teqez nehatibûn dîtin. Ev rewş jî nîşan dide ku tu kes girîngiyê nade vê rewşê.

 OPCW îdiayên der barê çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê tên bikaranîn  û stoka kîmyewî red dike.  Ev saziya ku stoka wlatên din ji nêz ve dişopîne çima cotstandardiyê dike?

Tevî van îdiayan OPCW îdiayên der barê Tirkiyeyê de lêpirsîn nake. Ev fikarên der barê siyasîbûna mekanîzmayan zêde dike. Ev rewş zirarê dide baweriya bi mekanîzmayan. Hinek welat bê naveber tên kontrolkirin û hinekan jî wisa nakin. Ev nîşan dide ku welat hemû wek hev nayên dîtin. Ev baweriyê ji holê radike. Tirkiye di alî stratejîk de welatekî girîng tê dîtin. Ji ber vê jî pir zêde lêpirsîn nakin. Tirkiye endamê NATO’yê ye û cihê wê jî bêguman bandor li van mijaran dike.

Tirkiye bi israr dibêje stoka wan ya çekên kîmyewî tune ye. Lê di 2019’an de derket holê ku Ingîlistanê 70 heb ruhsatên muhîmata fosforê dane Tirkiyeyê. Hûn çawa li vê mijarê dinêrin?

Ev rewş rê li ber fikarên mirovahî, etîk û qanûnî yên cidî vdike.  Ji bo parastina sivîlan û normên ahlaqî yên global, hiqûqa mirovahî girînge. Bikaranîna fosfora spî, bandork mezin li ser gelê sivîl dike û birînên mezin vedike. Rê li ber pirsgirêkên mayînde vedike.Ev rewş hewcedariya bi hiqûqa mirovahî ya navneteweyî û peymanan dibîne. Hevkariya Tirkiye-Îngîlîstanê, sînor bezandine û ji bo zext li Îngîlîtsanê bê kirin.Tirkiye ji bo ku ji Kurdan û bi taybet jî PKK’ê xilas bibe zextê li siyaeta derve dike û l ihember vê jî serîtewandinek heye.

 OPCW dibêje tenê li ser serlêdanên welatên endam lêpirsînê dimeşînin.  Iraq û Tirkiye nikare serî li OPCW’ê bidin. PDK nahêle heyeta Ewropayê lêkolînê bike. Hûn dikarin der barê vê de nêrînên xwe bêjin?

Ev rewş di faliyetên CWC û OPCW’ê de dikare sînorkirinên cidî bîne. Ferasta ku welatên endam dikarin serlêdanê bikin,  piştgirastkirin û hesbpirsînê dikare asteng bike. Daxwaza OPCW’ê eve ku divê welatekî endam daxwaza lêpirsînê bike. Ger Tirkiye û Iraq daxwazek wisa red bikin, ev jî wê OPCW’ê bi sînor bike. Ji aliyê PDK’ê ve nedayîna desturê rewşê hîn bêtir aloz dike. Lê ev sînorkirin hewcedariya bi zexta navneteweyî careke din derdixe holê. Îdiayên der barê Tirkiyeyê de gelek cidîne. Divê ev bi awayekî lezgîn û berfireh bên lêpirsînkirin û lêkolînkirin.

 Ji êrîşên Tirkiyeyê gund û sivîl jî bi bandor dibin. Gundî neçar dimînin warên xwe terk bikin.Tirkiye jî Başurê Kurdistanê jî her tim di şer de ne, hûn dikarin çi bêjin?

Bi salan li Kurdistanê bi hezaran gund hatin valakirin û welatî ji warê xwe bûn. Ev hemû li ber çavên civaka navneteweyî pêk hatin. Tirkiye ji NATO, DYA û YE’ê rê dibîne û van êrîşan pêk tîne.

 Herî dawî  vê bêjim, li gorî we Tirkiye di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de pêş ketiye an na?

Na. Hem li Tirkiyeyê hem jî li ewlatên din li gorî min divê Kurd pisgirêka xwe bixwe çareser bikin. Rayedarên Tirkiyeyê di mijara diyalog û çareseriyê de tu titşekî nake. Bi rejîma Edogan di diyalogê de bersiv û pêşketinek tune ye.  Berê hinek hewldan hatin kirin lê mixabin pêşketinek çênebû. Divê Kurd mijara xwe bi destê xwe bigirin dets, dîplomatên xwe bigihînin û divê ji aliyê civaka navneteweyî ve bên ferzkirin û cidî bên girtin.

ÇAVKANÎ: JINNEWS/ Melek Avci