2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kasim Firat: Banga me li kurdan e

TJA, KCD, DEM Partî û BDP’ê bi minasebeta 99’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat anî ziman ku wanga wan li kurdan e û xwest di nava xwe de edaletê tesîs bikin.

Rêxistinên TJA, KCD, DEM Partî û DBP’ê bi minasebeat 99’emîn salvegera darvekirian Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) daxuyaniyek girseyî dan çapemeniyê. Nûnerên gelek saziyên civakî û demokratik beşdarî daxuyaniyê bûn. Di serî de Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat axivî û wiha got: “Şêx Seîd li dijî înkar û îmhayê serî rakir. Tu carî zilm qebûl nekir. Lê dewlet her tim li ser kurdan polîtîkayên înkarê dimeşîne. Bes banga min ne li pergalê pye. Banga min li gelê kurd e. Ez dibêjin di nava xwe de wekhevî, edalet û yekîtiyê ava bikin. Heta kurd nebin yek dê ev zilm li ser gelê kurd bidome. Kom bibin. Em bawerin heta dawî em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Rêya şehîdan rêya me ye. Rêya Şêx Seîd, hevalên xwe û hemû hemû şehîdên şoreşê rûmeta me ne. Em li rûmeta xwe xwedî derkevin.”

Pişte daxuyanî bi kurdî û tirkî xwendin. Bi tirkî Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abas Şahîn û bi kurdî jî Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray daxuyanî xwendin.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray di serî de bal kişand ser şewata li Şemrex û Çinarê û got: “Di serî de ji ber şewata di navbera Şemrex û Xana Axpar de dest pê kir û li hemû deverên Kurdistanê bi rojan berdewam kir û belav bû, hemû welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin, ji malbatên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Em helwesta hikûmetê ya tenê li temaşekirina agir jî bi tundî şermezar dikin.”

Yaray anî ziman ku sala 1921’an di nava civakê de dema bi makezagonan bendewariyek çêbû, her kesî piştgirî dan vê rejîma komarê ku difikirîn wê bingeha demokratikbûnê bê dayîn û wiha axivî: “Lê mixabin di vê pêvajoyê de ajandayên veşartî derketin holê, bi avakirina netewe dewletbûnê re komên dîndar û ên etnîk xistin nav tûndiyê. Bingeha rejîmê ya komarê ya bi tûndiya sed salî hat avêtin, bi makezagona 1924’an ku hat e fermîkirin, rejîma zordar bi vî awayî dest bi siyaseta înkar û îmhayê li ser gel kir. Di pêvajoyeke ku Komarê di demeke kin de gelek tişt dixwest bike û bi taybetî jî behsa xweseriya gelê Kurd hate kirin, bi yek carê ziman û çanda gelê Kurd ji nedîtî ve hat e dîtin û gihişt wê astê ku ‘gelê Kurd tune’ ye.

Ji perwerdehiyê bigire heya tenduristiyê, ji dadmendiyê bigire heya bazirganiyê, li ser her tiştî bi yeknetewebûnê endezyariya civakî hate kirin. Bi taybetî di hawîrdoreke zext û zordarî ku lê zêde dibû de, bi pêşengiya Şêx Seîd li dijî tunehesibandina gelê qedîm, gelê Kurd ku li ser axa xwe rastî polîtîkayên îmhayê hatin, serhildaneke neteweyî dest pê kir.Ev serhildan mîna bertekek e netewî derketibû holê. Li hember vê bi şewitandin û hilweşandina herêmê re, bi avakirina dadgehên şanoyî yên darizandinê tepisandin.”

Nerîna dewletê ya li ser gelê kurd tu car neguherî ye

Yaray da zanîn ku biryara ji berê ve li Enqereyê habû girtin, di rûniştina dozê ya 29’ê Hezîrana 1925’an de Şêx Seîd û 47 hevalên xwe yên têkoşer îro li Qada Şêx Saît ku navê wê yê berê Deriyê çiyê bû hatin îdam kirin û wiha berdewam kir: “Piştî îdamkirinê gora Şêx Seîdê û hevalên wî li cihek ku nayê zanîn hatin veşartin, ji bo kevneşopî û çanda kurdan a dîrokî jî pê re wenda bikin, polîtîkaya tunekirinê meşandin. Ev polîtîka bû 99 sal ku bênavber berdewam dike. Roj bi roj van polîtîkayan mezin bû û di rojên demsalan mîna rojên reş serdema gelê kurd de cih girt û heta roja me ya îroyîn hat. Û ev polîtîka jî weke polîtîkaya dewletê hîn berdewam dike. Her wiha bi biryara heman qanûnên dadgehê ya di heman roj û dîrokê de ku di 29’ê Hezîrana 1999’an de ji bo Birêz Abdullah Ocalan hate dayîn, nîşaneya wê yekê ye ku nêrîna dewletê ya li ser gelê Kurd tu carî neguheriye.”

Gorên kurdan îro jî tên hilweşandin

Yaray bal kişand ser polîtîkayên li dijî cenaze û gorên kurdan û wiha dirêj kir: “Di roja me ya îroyîn de jî gorên kurdan tên hilweşandin, nahêlin miriyên xwe veşêrin û dixwazin her taybetmendiyê kurdewariyê wiha ji holê rakin.

Gava ku mirov vê rastiyê bigire ber çavan bi rêya darvekirinê dixwazin gele Kurd ji holê rakin.”

Dema rûbirûbûnê ye

Yaray bilêv kir ku ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de çareser bibe divê li dîroka xwe rû bir û bibe û polîtîkayên çareseriyê hilberîne û wiha pêde çû: “Dijberî vê ku her rojên kurdan kirine rojên reş, bi van hewldanan wê kes nikaribe kurdan ji doza wan ya mafdar dûr bixe. Em banga xwe ji vir nû dikin; îro dema rûbirûbûna dîroka xwe ye, hûn ê nikaribin bi veşartina gorên me û qedexekirina ziman û çanda me ji xwe re Kurdekî çêbikin. Em gel in, em hene û em ê hebin. Li gel polîtîkayên we yên înkar û îmhayê, li hemberî zilma we me çok danenî û danaynin ku bila ev jî we re bibe derd.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz jî anî ziman ku ji Sêx Seîd heta niha polîtîkaya înkar û imhayê didome û ji ber vê yekê ye 40 meh in agahî ji Îmraliyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Aydenîz anî ziman ku heta Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd çareser nabe û Tirkiye demokratîk nabe. Aydenîz destnîşan kir ku 99 sal derbas bûn, lê ew wekî neviyên Şex Sêid li qadan li ber xwe didin û got: “Polîtîkayên îdamê îro bi tecrîdê didomin. Desthilata AKP-MHP’ê ketiye zorê. Ji bo vê yekê her rojê li ber deriyekî destê xwe vedikin. Rojekê li Rusya rojekê li Amerîka, Rojekê li welatekî din li çarê digerin. Lê Çare li Îmraliyê di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye. Çare di çareseriya pirsgirêka kurd de ye. Em ê heta azadiya Ocalan têbikoşin.” Girseyê piştî daxuyaniyê li qadê find pêxistin û piştî çalakiya rûniştinê belav bûn.