20 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kedkarên DBB’ê: Dê medya qirêj hesab bide

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn bertek nîşanî îdiayên bêbingeh ên rojnameya Yenî Şafakê da û wiha got: “Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin. Em bang li wezîr dikin ku li gorî zagonan tev bigerin.”

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiya Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) a Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û endamên meclisa şaredariyê, têkildarî îdiayên rojnameya Yenî Şafakê ya bi nêzîkatiya desthilatê tê zanîn ên derbarê şardariyê de li ber şaredariyê daxuyanî dan. Gelek kedkar tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji derewan, bêbextiyan û qeyuman re rê tuneyê” hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên, “Qeyûm, zext û sirgun nikarin çavên me bitirsînin” û “Medyaya qirêj dê hesab bide” berz kirin.

Hevserokê Şaxa TUM BEL-SEN’ê yê Amedê Mehmet Çandar ku metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku Rojnameya Yenîşafakê bi nûçeyên “bêbingeh û nerast” endamên TUM BEL-SEN’ê yên di şaredariyê de dixebitin dike hedef û got: “Yenîşafak bi nûçeyên hedef nîşandanê li şaredariyan bingeha qeyuman ava dike. Çandar bal kişand ser kiryarên derqanûnî yên piştî qeyûm hate tayînkirin li karkeran hatine kirin û wiha got: “Rojnameya Yenîşafak a ku nûçeyên bêbingeh û nerast diweşîne û hewl dide hincetekê ji darbeya li dijî demokrasiyê re çêbike şermezar dikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên dijdemokratîk bidomînin. Em giliyê vê rojnameyê dikin ku sûc kiriye, ji ber ku bizanebûn bi van nûçeyên derew ên der barê sendîkaya me de hewl daye raya giştî bixapîne. Em bang li dadgerên rast ên ku li aliyê edaletê ne dikin.”

‘Em bi vîna gel hatin hilbijartin’

Piştî TUM BEL-SEN’ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) jî li ber avahiya şaredariyê daxuyanî da. Hevşaredarên navçeyan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Dogan Hatûn ku di daxuyaniyê de axivî. Bi bîr xist ku gel di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de namzetên xwe hilbijart û wiha pê dê çû: “Em bi îradeya gel hatin hilbijartin. Em ji ezmên nehatine xwarê. Em hevşaredarên ku bi vîna gel hatine hilbijartin in. Hemû hilbijartiyên me yên bi îradeya gel hatine hilbijartin tenê xwedî erkekî ne. Ji bo parastina bûdçeya giştî û têxin xizmeta gel. Partiya me ev erk da me. Tu erkên me yên din nînin. Em di rewşekê de ne ku em tenê dikarin xizmeta gel bikin. Divê her kes vê bizane. Weke ku tê zanîn beriya hefteyekê Hevşaredarê me yê Colemêrgê hat binçavkirin û li şûna wî qeyum hat tayînkirin. Destûra bingehîn a vî welatî ji bo her kesî derbasdar e. Heya ku kesek li pêşberî dadgehê neyê cezakirin, ji ber pêşbîniya bêgunehiyê bêguneh e. Em tayînkirina qeyûman ji bo şaredariya xwe bêyî ku doz bê vekirin şermezar dikin. Em bang li Wezareta Karên Hundir jî dikin: Ya ku we kiriye sûc e, dev ji vî sûcî berdin. Têgîna edaletê ji bo her kesî derbasdar e. Dadgeh ji bo çareserkirina pirsgirêkên her kesî heye û divê serlêdan ji bo her kesî yek be. Mafê tu kesî nîne li hemberî vê yekê îtîraz bike. Ev bêhurmetiya li îradeya gel e. Ji xeynî kîn û dijminatiyê wê gel teşwîqê tiştekî din neke.”

‘Li gorî zagonan tev bigerin’

Hatûn, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku rojnameya Yenîşafakê bi krîmînalîzekirina şaredariyê hewl dide qeyûm bê tayînkirin û ev tişt gotin: “Her rêveberî dixwaze bi xebatkarên xwe re bixebite. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Me nexwest bi tu burokratên ku di dema qeyûmê de dixebitin re bixebitin. Ji ber ku ew mîmarên hemû neheqiyan in. Di pêvajoya hilbijartinê de sozên me hene ku me dane gelê xwe. Me got em ê bernameya xwe bi rê ve bibin û em dixwazin vê soza xwe bi cih bînin. Şaredarî karê tîmê ye. Her kes vê yekê dizane. Şaredar bi tena serê xwe nikare bajarekî bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku pêvajoyek randevûyê hebe. Ger hewce bike were guhertin, em bi hev re zagona şaredariyê biguherînin. Van kesan ji ber ku ji bernameya me hez kirin û ji gotinên me bawer kirin dengê xwe dan me. Ne wusa ye ku hûn karin qeyûman destnîşan bikin. Em meraq dikin ku qebûlkirina kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin çi edet e. Hûn dixwazin em çok deynin, lê gel em hilbijart in, Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin. Me der barê rojname û rojnamegerê têkildar de serlêdana sûc kir. Ji ber ku ew li gorî rêgezên exlaqê çapemeniyê tevnegeriya. Me ji duh ve serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Gel em anîn vir, tenê gel wê me bigihîne vir. Ez bang li Wezîrê Karên Hundir dikim ku li gorî qanûnên şaredariyê tevbigere. Em we vedixwînin ku hûn li gorî qanûnên şaredariyê yên têkildar tevbigerin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.