28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kesên xetereya vê pêvajoyê nas nekin wê bibin şirîkê dagirkeran’

Gerînendeyê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê destnîşan kir ku divê Kurd xetereya vê pêvajoyê û planên 100 salên bê nas bikin û got: "Heke Kurd hişyar nebin dê bibin şirîkê dagirkeran."

Rêveberê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê îhtîmala beşdariya Iraq û PDK’ê di êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de nirxand.

Kadar Pîrê bi bîr xist ku Iraq û PDK berê li hember kiryarên dewleta tirk bê deng bûn, lê belê niha şert û merc ji bo wê amade dikin. Bi nêrîna Pîrê ew di êrîşa dewleta tirk de hevkar in.

Pîrê wiha domand: “Vê carê, Îranê jî êrîşên xwe li dijî Başûr zêde kirin. Rasterast Hewlêr bombebaran kir. Baregehên pêşmergeyan yan jî baregehên ku îdia kirin yên hêzên Amerîkayê ne, bi rêya komên xwe kirin hedef. Ji vir diyar dibe ku lihevkirineke din heye.”

Pîrê diyar kir ku Îranê Iraq bi temamî kontrol kiriye ji bilî çend herêman li Başûrê Kurdistanê û plan dike ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bike ji bo ku rasterast Başûr tune bike.”

Pîrê wiha pê de çû: “Tirkiye, propaganda dike ku şerê PKK`ê dike. Ez bawer im ku ev yek ne rast e. Armanca Tirkiye ew e ku piştî tunekirina PKK`ê, dê têkiliyên xwe bi hikumeta herêma Başûr re qut bike. Dê bi Iraqê re lihev bike ku di bin kontrola Îranê de ye.”

Bi nêrîna Pîrê, Tirkiye û Îran di tunekirina Kurdan yan jî Iraqa federal de li hev kirine û ev armanc a her duyan e.

Pîrê destnîşan kir ku divê Kurd xetereya vê pêvajoyê û planên 100 salên bê nas bikin û got, dijmin dixwazin guherînê çêkin û heke Kurd hişyar nebin dê bibin şirîkên dewleta tirk.

Pîrê destnîşan kir ku Erdogan hewl dide êrîşan bi kar bîne ji bo ku di hilbijartinan bi ser keve û wiha domand: “Her tim armancên hundirîn û derve yên dewleta tirk hene. Me behsa ya derve kir ku tunekirina Kurdan, lê belê li ser asta hundirîn dixwaze di desthilatê de bimîne ji ber wê dê van êrîşan di hilbijartinan de bikar bîne, ji bo ku deng bi dest bixe.”

Pîrê îşrat bi girîngiya hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiyeyê kir û got: “Ev hilbijartin wek yên parlamentoyê girîng in. Ger em vegerin dîroka Tirkiyeyê, em dibînin ku hilbijartinên şaredariyan kursiyên parlamentoyê, şert û mercên azadiyê û piştgiriya madî ji bo namzetan diyar dikin.”

Pîrê ev li gotinên xwe zêde kir: “Erdogan her tim vê xalê bi kar tîne, lê belê her tiştî bi kar tîne. Di şerê wî yên li dijî kurdan de ev tişt diyar dibe.”

Li gorî Pîrê, PKK`ê bi siyasetên xwe û çalakiyên xwe ne tenê parastina kurdan dike lê belê parastina Başûrê Kurdistanê û Iraqê dike.

Têkildarî gefên rayedarên dewleta tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Pîrê got: “Ne dûr e Tirkiye êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê yan jî Başûrê Kurdistanê yan jî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike. Lê niha li benda şert û mercên guncav û lihevkirina hêzên navneteweyî ye ji bo ku dest bi vê êrişê bike.”

Li gorî Pîrê ji ber siyaseta Tirkiyeyê niha ti lihevkirin di navbera wê û hêzên navneteweyî de mîna Rûsya, Amerîka û Ewropayê tune ye û Tirkiye nikare 2 eniyan veke ji ber ku di aliyê aborî de, bi bin ketiye û nikare 2 eniyan li ser xwe veke nemaze windahiyên ku di vê dawiyê de pê bûne.

Pîrê di dawiyê de got: “Êdî tirk pirs dikin, îşê me bi vî şerî çi ye? Çima zarokên me tên kuştin, çima wan dişînin şer û zarokên wan di qesran de ne? her wiha gelek pirsên din der barê rewşa siyasî û leşkerî de pirs dikin. Ev pirs rê nadin ku dewleta tirk bi wextekê de êrîşî herdu herêman bike.”