28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KON-MED civiya: Kurdistan dişewite, ev dijminahî ye

4’emîn Civîna Dema Navber a KON-MED li bajarê Bergîsh Gladbacg ê Elmanyayê pêk hat. Civîn diyarî “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên meha Hezîranê” kirin.

KON-MED’ê delege û mêvanên xwe ji bo 4’emîn Civîna Dema Navber li bajarê Bergîsh Gladbacg ê Elmanyayê anîn ba hev. Civîn li saloneke mezin hate lidarxistin. Pêkhateyên KON-MED û hevserokên KCDK-E’yê Engîn Sever, Zubeyde Zumrut û siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê dijîn, beşdarî civînê bûn.

Civîna Dema Navber bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokên KON-MED’ê Kerem Gok û Rûken Akça beşdar silav kirin. Hevserok Rûken Akça wiha got: “Li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye. Ev tecrîd bandorê li hemû Kurdistanê dike. Weke hûn dizanin, di 3 rojên dawî de Kurdistan tê şewitandin. Ev dijminahî ye. Xayîntî ye. Ji bo têkbirina Kurdan her cure rê û rêbaz tê ceribandin.”

Hevserok Kerem Gok jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em gelê Rojava yê ku li dijî hemû êrîşên li ber xwe dide, silav dikin. Em Şengal û Mexmûrê silav dikin. Em berxwedana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku belavî hemû cîhanê bûye, silav dikin.”

Piştî axaftinê, li salonê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berzkirin. Piştre hilbijartina dîwanê hate kirin. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever ji bo dîwanê hate hilbijartin. Engîn Sever li ser navê dîwanê axivî û wiha got: “Em di sala 25’emîn a tecrîdê û di sala 100’emîn a Lozanê de ne. Di şexsê Rêber Apo de berxwedaneke dîrokî heye. Em li ser vê bingehê Serok Apo pîroz dikin. Em vê civîna xwe diyarî Serok Apo dikin.”

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî û wiha got: “Ez di şexsê heval Zîlan de, li ber şehîdên şoreşê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Weke jinên Kurd, eger îro em xwedî maf bin, ev bi saya Zîlan, Sara, Bêrîtan û jinên têkoşer ên ku em anîn roja îro ye.

Îro ji aliyê AKP-MHP’ê ve li dijî gelê Kurd polîtîkaya tunekirinê, tê meşandin. Dixwazin siyaseta xwe ya qirkirinê bi ser bixînin. Li dijî vê faşîzmê Kurd li ber xwe didin. Çiyayên Kurdistanê tên şewitandin. Ji bo valekirina Kurdistanê her rê ceribandin. DEDAŞ îro li Kurdistanê bi çeka dewletê heye. DEDAŞ nûnerê dewletê yê li wir e. Dema ku daristan tên şewitandin helîkopteran narakin, lê ji bo qetilkirina zarokên vî gelî helîkopteran radikin.”

Zubeyde Zumrut qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got: “Em îrade û hêz in. Em ê Rêber Apo azad bikin.”

Li ser navê Tevgera Azadiyê ya Tamîl Agîlan Varatharajah weke mêhvan beşdarî civînê bû û diyar kir ku di encama xebata hevpar a rêxistinên Kurd û Tamîl de ew li wir e. Agîlan Varatharajah wiha got: “Di sala 2009’an de li dijî gelê me qirkirinek hate kirin. Îro jî li Kurdistan û Fîlîstînê qirkirin heye. Ji bo astengkirina van, em li vir in.”

Li ser navê KNK’ê Erol Polat rewşa polîtîk a li Kurdistanê nirxand û bal kişand ser hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê. Polat ev tişt jî got: “Me nekarî hêza xwe nîşan bidin. Em nişfê sêyemînin ku li vir in. Em li vir dijîn. Lewma divê em xwe bikin îrade.”

Civîn bi xwendina rapora kar û xebatên salane û nirxandinan, dewam dike.