10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd û stratejî-tirk û dagirkerî!

Ji hezîranê ve artêşa dewleta faşîst a Tirkiyeyê li dijî PKK’ê dest şer kiriye. Vê carê bi hêz û îmkanên lojîstîk ên gelek zêdetir xuya dike ku dê şerekî domdirêj li ser sinorên sê parçên Kurdistanê bidome.

Di 20 salên bihûrî de şerekî giran li dijî doza kurdan a çar parçeyî derbasî rewşeke nû û pêvajoyeke dîrokî bûye. Di van 20 salan de destkeftiyên kurdan jî kêm nebûne. Cara yekem e ku li her çar aliyên welatê me gel bêrawestan li kêleka partiyên siyasî li Kurdistana mezin di şer, berxwedan û serhildanan de ye.

Li gor temenê dîrokê di van çirke salên kurt û pirbar de carna gel bi pêş partiyên siyasî ketiye ku mînaka herî berçav a vê dozê şoreşa Jin-Jiyan-Azadî ye. Li pey vê şoreşa ku pay û textê dewleta Îranê ji hemû serhildanên din bêtir hejand, pêwîst bû partiyên siyasî li Kurdistana mezin stratejiya xwe biguherînin. Mixabin hinek partiyên biçûk û mezin ji ber ku bingeha wê şoreşê ji bîr û ramanên felsefeya Serok Ocalan îlhamê digirin, pê re dijberî kirin. Îraniyên faşîst û neteweperest bêtir ji tirkên faşîst û şovînîst li hemberî vê şoreşa felsefî rabûn. Di piraktîkê de AKP-MHP’ê destpêkirin û dîsa Kurdistan kirin qada xwîn û agir.

Operasyon an dagirkerî?

Ji meha hezîranê û şûn ve artêşa dewleta faşîst a Tirkiyeyê li dijî PKK’ê dest bi çalakiyên cuda ji salên berê kiriye. Vê carê bi hêz û îmkanên lojîstîk ên gelek zêdetir wisa xuya dike ku şerekî domdirêj yê li ser sinorên sê parçên Kurdistanê berdewam be.

Xeyalên wan gelek dûr û xwedî armancên kûr in, lê ka yê çawa bi ser bikevin?

Divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku ev ne operasyon e, belkî di rûberekî berfirehtir de dagirkerî ye. Pê re jî dema ew li hinek deverên Behdînan bi ala xwe rê li ber hemwelatiyan digirin û nasnameyên wan kontrol dikin êdî ev yek; şikandina îrade, rûmet, siyanet û kerameta takê kurd li her dera erdnîgariya Kurdistanê ye. Ev şerê ku niha li herêma Behdînan heye weke şerê Rûsya-Ukranya şerekî domdirêj e û dewleta tirk dixwaze li wir bimîne. Ji 1981’an heta roja îro gelek operasyonên mezin ên dewleta dagirker a tirk li dijî PKK’ê çêbûne, dema wan diyar bûye, hatine û bêserkeftin paş ve çûne, lê vê carê bi kiryarên hovan e weke: bombarankirina gundan, çikandina kaniyên avê, lêgerînên petrolê bi ekîpên endazyarên pispor, şewitandina jîngehê û kuştina xelkê dane ber xwe ku projeya “Herêma Tampon“ bi ser bixin.

Salên berê jî li ser vê projeya gemar ji rêberên PKK’ê kesên weke Mûrad Karayilan şiyarî dabûn. Divê aliyên kurd ên di qada siyasetê de vê rastiya dîrokî bizanin ku mesele ji şerê xiyaneta li dijî gelê xwe mezintir e. Serkêşiya ji bo serneketina doza siyasî ya kurd dewleta tirk dike. Rê û rêbazan nîşanî dewletên Îran, Iraq û Sûriyeyê dide.

Li gor kar û kiryarên partiyên siyasî li Kurdistana mezin qirar û biryarên xwe yên nû dide diyarkirin. Li pey revandina Serok Ocalan di sala 1999’an de bi derketina gerîlayên PKK’ê ji bakurê Kurdistanê bû sedema vê yêkê ku dewleta tirk şerê li dijî doza kurd li Bakur bikşîne nava sinorên başûrê Kurdistanê. Ew kêmasiyeke stratejîk bû û şehîdbûna 700 gerîlayên qehreman jî zû qirêjiya armancên tirkan ronîkirin. Beriya wê ji salên 1990’an û şûnde saziya MÎT û dewleta kûr a Tirkiyeyê bi hinek berpirsên partiyên başûrê Kurdistanê re hinek protokolên emniyetî li dijî hebûna PKK’ê îmze kiribûn. Kêmasiyên ku siyasetmedar û partiyên kurdan di piraktîkê de encam dan, bûne sedema şerên girantir li dijî hemû hêzên kurdistanî.

Ji salên 1991, 94, 97’an û şûnde biqasî 41 sal şer û operasyon li dijî tevgera bakurê Kurdistan berdewam dikin, lê di yekê de jî tirk bi ser neketine, bes vê carê metirsiyên mezin tên xuyanê. Ji ber ku piştî seredana Erdogan a ji bo Iraq û başûrê Kurdistanê pêvajoyeke nû ya şer û siyasetê li dijî destkeftiyên kurdan dest pêkirine. Tu uomanek di vê rastiyê de nîne ku ereb û tirkan li dijî kurdên du aliyên Kurdistanê li hev kirine. Ji holêrakirina destkeftiyên kurdan ji xwe re kirine armanca sereke. Em vê rastiyê di bêdengî û bêhelwestiyên dewleta federala Îraqê de dibînin an ne? Niha êdî rewş gelek cuda ye û sedemên din yên vê rewşa nû jî hene.

Rêkeftina serokkomarê Amerîka J. Buhs tevî dewleta tirk ji sala 1997’an û pê de li ser tunekirina bizava siyasî a kurd li Tirkiyeyê hêvênê xwe girtiye, lê li başûrê Kurdistanê ew stratejî nebû. Niha Erdogan dixwaze wê armancê li Iraqê jî bixe meriyetê.

Herî dawiyê berî demekê ez li başûrê Kurdistanê bûm. Hêviyên pareke mezin a xelkê bi PKK’ê û rojavayê Kurdistanê hene, lê bi şerê vê dawiyê re pirsên wiha jî têne kirin: “Xetayên tevgera kurd çi ne? Sedemên lihevnekirina PKK-PDK’ê çi ne? Gelo Erdogan li dijî referandûma başûrê Kurdistanê cudatiyek di navbera kurdên vir û Bakur de dît? Çima PKK weke berê li bakurê Kurdistanê şerê çekdarî nake? Sedem çi ne ku li metrepolên mezin ên Tirkiyeyê berjewendiyên aborî nakevin ber armancên PKK’ê?

Xwe paşve kişandina şervanên PKK’ê çiqas pêwîstbû û çima tenê li Qendil in? Bi ewqas kiryarên hovane re sedem çi ne ku kurdên Başûr û Bakur bêdeng in? Sebeb çi ne ku gel weke berê ber bi daxwazên partiyên siyasî ve nayên? Rewşenbîr, hunermend û civaka me ya sivîl bi kîjan hincetan xwedî helwest û xebateke mezin li dijî dagirkeriyê nîne?

Û ….Gelek pirsyarên bi vê naverokê ve tên kirin û pirsîn.