6 Eylül, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdologek Rûs

Lêkolînera rûsî Margarîta Borîsovna Rûdenko li ser berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn û her wiha li ser gelek berhemên ku bingeha dîroka kurdan diyar dikin, xebitî ye. Cara yekemîn berhema Mem û Zîn bi zimanekî biyanî wergerandiye.

Di warê lêkolînên li ser kurdan ango kurdolojiyê de mirov dikare bêje ku lêkolînên dîroknasên rûsî gelek caran derkevin pêşberî me. Bi taybetî di sedsala 19’emîn de em dibînin ku lêkolînerên rûs di warê kurdolojiyê de dest bi xebatên gelek girîng kirine.

Lêkolînerê bi nav û deng Avgust Aleksandr Jaba jî li Kurdistanê konsul bû, gelek destnivîsên kurdî berhev kirin. Li ser vê bingeha ku Jaba amade kiribû di demên pêş de li Rûsyayê pêşiya xebatên ji bo kurdolojiyê vedibe.

Yek ji kurdologên ku li ser xebatên Jaba dixebite lêkolînera rûsî Margarîta Borîsovna Rûdenko ye. Margarîta Borîsovna li ser berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn û her wiha li ser gelek berhemên ku bingeha dîroka kurdan diyar dikin, dixebite. Bi van berheman Margarîtayê devê sebeta xezîneyekê jî ji bo me civaka kurd vedibe.

Qanatê Kurdo di pirtûka xwe ya bi navê Tarixa Edebiyata Kurdî de dibêje ku haya lêkolînerên rojavayî yên ku li ser rojhilatiyan dixebitin, ji wêjeya kurdan tuneye. Lê piştre dibîne ku bi xebatên Jaba û Margarîtayê kurdên li cîhanê bûne xwedî lîteratûreke berfireh. Jixwe piştre Margarîta û Qenatê Kurdo jî hev nas dikin, Margarîta dibe şagirta Qenatê Kurdo û jê zimanê kurdî hîn dibe.

Margarîta piştî ku kurdî hîn dibe êdî berhema Ehmedê Xanî Mem û Zîn di sala 1956’an de werdigerînê zimanê rûsî. Her wiha gelek metnên wek Mesnewiya bi kurdî ya Leyla Mecnûn ji bo weşanê amade dike. Ligel van xebatan teza xwe ya doxtorayê jî li ser berheman Selîm Silêman a bi navê Yûsûf û Zûleyha dinivîsî.

Êdî kesên ku bi wêjeya kurdî re eleqedar dibûn Margarîta Borîsovnayê nas dikin. Margarîtayê di emrê xwe yê kurt de kedeke mezin û bêhemapa dide wêje, dîrok, ziman û folklora kurdan.

Margarîta Rûdenko di sala 1926’an de li Tiflîsê tê dinê. Dayika wê mûzîkjen û piyanist e;  bavê wê zimanzan e. Zaroktiya wê li bajarê Tiflîsê derbas dibe lê piştre bi malbata xwe re koçî Petersburgê dike. Di dema ku şerê cîhanê yê duyemîn destpê dike ew dayika xwe bi hev re vedigerin Tiflîsê. Bavê wê li Petersburgê dimîne, tev li berxwedana Lenîngradê dibe û di vir de jiyana xwe ji dest dide.

Piştî şerê cîhanê diqede Margarîta careke din vedigere Petersburgê û di beşa zanista zimanê rojhilatî de li ser zimanên îranî dixebite, xwendinên xwe dike û di sala 1951’î de mezûn dibe. Jixwe hê di destpêka perwerdeya xwe de di dersa zimanê kurdî ya ku Qanatê Kurdê dide, pir bala wê dikşîne û li ser vê yekê teza xwe li ser mijara “Di Kurmanciya Modern (nûjen) de Lêkerên Şertê” disekine.

Margarîta dema teza xwe pêşniyarî komiteya tezê dike ji aliyê komîteyê ve tê pîrozkirin û teza wê pir serkeftî tê dîtin. Ev serkeftina wê êdî ji bo rêwitiya wê ya kurdolojiyê dibe gaveke pir girîng. Dema dest bi lîsansa bilind dike mijar û berhema ku herî zêde bala wê dikşîne Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ye. Teza xwe jî li ser vê berhemê amade dike. Wê demê damezrînerê beşa kurdolojiyê yê bi nav û deng Orbellî ji bo teza Rûdenko ev tişt dibê: “Heyraniya min a ji bo Ehmedê Xanî di 43 saliya min de destpê kir. Ez gelek kêfxweş im ku Ehmedê Xanî bû mijara lêkolîneke zanistî û min ev di vî temenê xwe de dît.”

Êdî cara yekem bû ku berhema Mem û Zîn bi zimanekî biyanî ango rûsî hatibû wergerandin. Margarîta Rudenko dide zanîn ku ev çîrok di nav kurdan de pir tê zanîn, hema hema her kes ji berhema Xanî haydar e û ev çîrokeke pir girîng a mîna çîrokên navdar ên mîna “Leyla û Mecnûn” li her devera ku kurd lê dijîn, baş tê zanîn û vegotin. (Margarîta Rûdenko di pêş nivîsa xwe de diyar dike ku çîroka Mem û Zîn di nav kurdan de bi nav û deng e haya her kesî ji vê çîrokê heye.)

Ji bo wergerandina bi qasî sê hezar dîwanên wêjeyî, felsefî, kûr û alegorîk ên bi farsî, kurdî û erebî pêwîstî bi hostatiyeke mezin hebû. Rojhilatnasekî mîna lêkolîner Hartman ji ber tîrbûn û zehmetiyên têgihiştinê, wergerandina vê berhemê red dike. Lê Margarîta Rûdenko xwe dide ber vî karê zehmet û kedeke mezin dide berhemê.

Rudenko destnivîsên kurdî yên ku di wê demê de Jaba berhev kiribûn û li Kitêbxaneya Dewletê ya Petersburgê bi cih kiribûn, kifş kir. Di sala 1957’an de têkildarî van berhemên Aleksandr Jaba goterek danasînê weşand.

Bêguman ji bo gelê kurd û dîroka wan ev xebateke pir girîng bû û di nav rewşenbîrên kurd de jî vê gotûbêjê deng veda. Li ser vê yekê Celadet Elî Bedirxan nameyekê ji Margarîta Rûdenko re dişîne û wiha dibêje: “Vê lêkolînê deriyê xezîneya Pirtûkxaneya Petersburgê vekir.”

Êdî piştî vê xebatê Margarîtayê careke din berê xwe dide ser xebatên Ehmedê Xanî. Lê naveroka vê xebata wê ji mijara teza wê ya lîsansa bilind cudatir in. Bingeha vê lêkolînê li ser berawirdkirin û ravekirina neh destnivîsên versiyonên cuda yên berhema “Mem û Zîn” bû. Vê xebatê bala gelek zanyarên Yekitiya Sovyetê kişand û gelek kesan xwest ku berhemên Ehmedê Xanî wergerînin. Lê hewceye bê gotin ku kesên destpê dikirin jî ji heqê wê dernediketin ku bibin serî û heta dawiyê xebata xwe bidomînin.

Margarîta Rûdenko êdî li ser berhemên wêjeya kurdî ya klasîk ên di serdema navîn lêkolînên xwe kir û berhemên wek ê Feqiyê Teyran-Şêxê Senan, Leylî û Mecnûn-Xarîs Bîtlîsî bi şîroveyên wan parve kir. Xebata wê ya bi navê ‘Versiyona Helbesta Kurdî ya Edebî û Folklorî -Yusuf û Zelîxa’ piştî mirina wê di sala 1968’an de hat weşandin.

Di sala 1970’ê de di Radyoya Êrîvanê de tev li konferanseke bi sernavê ‘Di serdema navîn de wêjeya kurdî’ dibe. Di Konferansê de Margarîtayê bi mijara Elî Herîrî sedsala 11’emîn destpê kir bi mijara Ehmedê Xanî sedsala 17-18 kete pey şopên wêjeya kurd a klasik. Bi vê xebatê kir ku pêşî li lêkolînên li ser literature kurdî zêdetir bibin.

Margerîta Rûdenko tenê li ser wêjeya li ser gelek mijarên siyasî, etnik û çandî jî xebatên xwe kiriye. Di berhemên xwe de bi mijara ‘Qedera kurdan, dîroka wan, cejn, şahî û şeva sersalê) derketiye pêş. Gelek caran li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê serdana cihê kurd lê hene kiriye. Ji sedî zêdetir materyalên folklorik û edebî daye hev.

Margarîta Rûdenko di 50 saliya xwe de diçe ser dilovaniya xwe, lê pişt xwe bi dehan berhemên li ser kurdan û komek kurdolog hiştiye. Li Petersburgê koma kurdologên ku Margarîta Rûdenko kedeke mezin daye, heta îrorojê î xebatên xwe didomînin.