3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşker û cerdevan xwezaya Kurdistanê talan dikin

Di salên dawî de talankirina xwezaya Kurdistanê ya bi destê leşker û cerdevanan di rojevê de ye. Her sal leşkerên ku derdikevin operasyonê an daristanê dişewitînin, an jî bi hevkariya cerdevanan û şîrketên taybet daran dibirin.

Dewlet li ser axa Kurdistanê politikaya talankirin, wêrankirin û valakirinê pêş dixe. Di salên 1990’an de bi hezaran gund vala kirin û kurd sirgûnî metrepolên wekî Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbolê kirin. Lê ji ber ku vê politikaya dewletê encam negirt, vê carê li aliyekî zozanên Kurdistanê qedexe dikin, li aliyê din dahl, rez û daristana li Kurdistanê dişewitînin û daran dibirin. Di her demsalên bihar, havîn û payizê de leşker derdikevin operasyonan û herî zêde zerarê didin gundiyan û xwezaya Kurdistanê.

Dema em li çend nûçeyên ku di meha borî de hatin parvekirin binerin, em dibînin ku politikaya talankirin û wêrankirina li ser axa Kurdistanê çawa pêş dikeve.

Elk:

Di 30’ê hezîranê de ajansan nûçeyek derbas kir. Li gorî nûçeyê  birîna daran û talankirina xwezayê ya bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê yên Şirnexê roj bi roj zêdetir dibe. Bi sedan cerdevan tev li talan birîna daran bûne. Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî ev sê meh in li herêma Komatê bi destê cerdevanan dar tên birîn. Birîna daran a li herêma Elkê piştî operasyona leşkerî dest pê kir. Di nava sê mehan de bi hezaran dar hatin birîn. Çavkaniyên herêmê dan zanîn ku birîna dadran heta gundê Çemanê berfireh bûye û her ku diçe qadên cuda lê tên zêdekirin.

Daran bi traktoran li qada nêzikî kuleya leşkeriyê û cerdevanan kom dikin û paşê li kamyonan bar dikin û dişînin bajarên cuda. Li deverên Cûdî, Gabar û Bestayê piştî qirkirina daran leşker derketin operasyonê.

Di 27’ê hezîranê de jî ajansan nûçeyek derbas kir û diyar kirin ku li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê yên bi ser Şirnexê ve daran dibirin. Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku di demen dawî de her tim weke “herêma ewlekariya taybet” tê ragihandin dest pê kir. Li herêma Komate ya navçeya Elkê cerdevanan dar birîn. Dar bi traktoran li qada nêzikî kuleya leşkeriyê û cerdevanan kom kirin û paşê li kamyonan bar dikin û bajarên cuda.

Kato:

Di 2’yê Hezîranê de jî ajansan nûçe derbas kir û diyar kirin ku cerdevan li quntarê Çiyayê Herekolê yê li navçeya Dihê ya kevin a Sêrtê dimîne dest bi birîna daran kir. Hat dîtin ku bi hezaran darên ku nû hêşîn bûne birîne û li qadekê kom kiribûn. Daran piştre bi kamyonan dişînin bajarên cuda.

Bêdlis:

Di 22’yê hezîranê de jî ajansan nûçeyan derbas kir. Ajansan da zanîn ku li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şêrwan û Berwariyê yên Sêrtê operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin û didome. Hat zanîn ku operasyon li gundên Xîzanê yên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Hûzeran, Giran, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî, Deşta Kaviltîn û Çiyayê Hêstirê û herêmên Şêrwan û Berwariyê yên Sêrtê berfireh bûye. Hat diyar kirin ku bi tevlibûna sedan leşker û cerdevanan çoltarên gundan û qadên bidaristan bi helîkopteran bombe dikin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku leşker gundên Giran û Hûzeranê dorpêçkirî ne û qadên daristan û cihên darên fêkiyan bombebaran dikin. Leşkeran ketin u derketin jî xistibû kontrole.

Zozanan qedexe dikin

Li gor agahiyan; zozanên Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî û Deşta Kaviltînê jî hatine qedexekirin. Şêniyên ku ji ber operasyonê nikarin biçin zozanên xwe, wiha gotin: “Ji roja operasyon hatiye destpêkirin heta niha em nikarin kar û barên xwe bikin. Em nikarin miyên xwe bidoşin û biçin zozanan. Bênavber dengê çekan û bombeyan tên. Ev operasyon her sal tên kirin.”

Gever:

Di 22’ê Hezîranê de jî ajansan nûçeyek derbas kirin û diyar kirin ku li gelek gund û zozanên Geverê operasyona leşkerî pêk hat.  hat destpêkirin. Gelek leşker li herêmê hatin bicihkirin. Operasyona leşkerî, li gundên Sorê, Zêvkanê yên Elbakê û ser sînorê Xaşkan, Dirişkê, Lêsek, Derav  ên herêma Geliyê Dirîyan û gundên Soryan, Basan, Bilind Basan, Dêlezi yên Geverê pêk hat.

Êrîşên di 11’ê Hezîranê de li ser herêma Çiyayê Sipêrêzê, kaniyên Horê, Berê Sor û Conî ku gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên Geverê lê ne, heta roja 13’an jî berdewam kir. Li qadên ku çiyayên Sipêrêz û Omerê lê ne, bi şev tevgera hewayî ya bêmirov heye.