26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li 40 bajarî bi Abdullah Ocalan dest bi diyalogê dikin  

Kurd û dostên kurdan bi navê 'Rojên Diyalogê yên bi Ocalan re' dê di navbera 15-22'ê Hezîranê de li zêdeyî 40 bajaran çalakiyan pêk bînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û 39 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) saziyên pêwendîdar têkildarî mijarê xwe kerr kirine. Li aliyê din di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an dest pê kir, çalakî her roj zêde dibin û li nava gelên cîhanê belav dibin.

Dê gel li zêdeyî 50 bajan dakevin kolanan

Di çarçoveya pêngava azadiyê de wê di navbera 15-22’ê Hezîranê de bi navê ‘Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re’ li Fînlandiya, Swêd, Fransa, Elmanya, Katalonya, Yewnanistan, Îtalya, Swîsre, Kolombiya, Qibris, Belçîka, Îngilistan, Polonya, Slovenya, Kenya û gelek welatan rêze çalakî bêne lidarxistin.

Çalakî wê li ser mijarên bêhiqûqiya li Îmraliyê bêne lidarxistin, di heman demê de wê girîngî û wateya paradîgmaya Abdullah Ocalan a ji bo gelan bê nirxandin. Li zêdeyî 50 bajarên 15 welatên cuda wê pirtûkên Abdullah Ocalan bêne nasandin, nivîsên wî yên li girtîgehê bêne xwendin, têkildarî tecrîda li Îmraliyê standên agahdarkirinê bêne danîn, konferans, panel, şano, çalakiyên hunerî, mîtîng, weşanên radyoyê û gelek çalakiyên cuda bêne lidarxistin.

Bi Ocalan re diyalogê pêş dixin

Endamên înîsiyatîfa kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên ‘Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re’ bibin û fikrên Abdullah Ocalan belav bikin.

Endamên înîsiyatîfê diyar kirin ku çalakî wê di çarçoveya diyaloga bi fikrên Abdullah Ocalan re pêk werin û bal kişandin ser asta tecrîd û êşkenceya giran a li Îmraliyê. Her wiha bi bîr xist ku CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê erk û wezîfeyên xwe bi cih nînin û destnîşan kirin ku berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê ne tenê dewleta Tirk e, di heman demê de ew saziyên pêwendîdar in ku li pêşberî tecrîd xwe bêdeng dikin.

Fikrên Ocalan ji bo xwe dikin pûsûla

Endamên înîsiyatîfê işaret bi girîngiya fikrên Abdullah Ocalan kirin û gotin, “Nivîsên Abdullah Ocalan ji entelektuelan, ramangerên azad, zanyaran, karkeran, aktîvîstan, hunermendan, sendîkavanan, tevgerên civakî, siyasetmedar û civakan re dibe çavkaniya sûdwergirtinê. Abdullah Ocalan beriya 25 salan piştî komployeke navneteweyî weke lîderekî Kurd ji Sûriyeyê çû û piştî bi salan weke pêşengekî civakê yê demokratîk û bi bandor vegeriya. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha fikrên demokrasiya radîkal, ekolojî û azadîparêziya jinê yê Abdullah Ocalan sîstemeke xweser, civakî ya ku xwe bi xwe bi rê ve dibe ava bû. Felsefeya Abdullah Ocalan ji aliyê pêkhatina sîstemeke civakî ya demokratîk ve jinûve hêviyê dide me. Li hucreya girtîgehê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ formule kir; di sedsala 21’ê de dirûşma têkoşîna azadiya jinê ji bo hemû jinên têkoşer û berxwedêr bû pûsûla.”

Endamên înîsiyatîfê destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan ji bo paşerojê rê nîşan dide.