16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li 6 bajaran daketin qadan û tecrîd şermezar kirin

Bi deh hezaran mirov li di çalakiyên 1’Îlonê Roja Aştiya Cîhane de li Wan, Agirî, Amed, Colemêrg, Enqere û Stenbolê daketin qadan û tecrîd şermezar kirin.

Bi minasebeta 1’ê îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi hezaran nûnerên saziyên civakî û demokratîk li Wan, Agirî, Colemêrg, Gever, Amed, Enqere û Stenbolê kom bûn û bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman. Bi hezaran kesan xwest tecrîd bi dawî bibe û aştiyek mayinde xwestin.

Wan

Rêxistinên Ked û Demokrasiyê ya  Wanê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daketin qadan û mitînga 1’ê Îlonê tê lidarxistin. Girseyê bi dirûşma “Li dijî şer û dagirkeriyê aştî, li dijî tecrîdê em berxwedanê biqîrin” berê xwe dan Parka Aştiyê ya Mûsa Anter. Jinan li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê zincîra ji mirovan pêk anî û meşiyan qada mitîngê. Di meşê de dirûşma “Jin jiyan azadî” berzkirin. Di mitînga ku jin û ciwan bi awayekî zêde tevlibûn de qûrnefîlên spî li dayikan belavkirin. Ji qadê her tim dirûşmeyên “Bijî aştî, bimire koletî” û “Bê serok jiyan nabe” bilind bû.

Li qada ku mitîng lê hate lidarxistin dowîzên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve”, “Ji qirkirina jinê re na”, “ Ne ji şer re ji gel re budçe” , “Ji şer re na” , “Li dijî mirinê jiyan” û “Ji tecrîdê re na” hilgirtin.

Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin, li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Rojbîn Bor axivî. Bor, xwest ku mitîng bibe wesîleya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Kesên di mîtingê de axivîn tevan xwest tecrîd bi dawî bibe û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe.

Di vê navberê de dirûşma “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Agirî

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Agiriyê, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Agiriyê hatin gel hev û heta pêşiya Şaxa PTT’ê ya li ser Cadeya Cumhuriyetê meşiyan.  Parlamenterê DEM Partiyê û gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmên “Bijî aştî” û “Na ji şer re, aştî a niha” berzkirin û pankarta “Mafê aştiyê mafê mirov e” hilgirtin.

Ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Agiriyê Vural Kaya diyar kir ku Tirkiye bi polîtîkayên ewlekariyê nêzî pirsgirêka kurd dibe û wiha domand: “Di şerê 40 salan de gelek binpêkirinên mafan ên cidî hatin jiyîn. Di serî de mafê jiyanê, mafên mirovî bi awayekî sîstematî hatin binpêkirin. Li dijî daxwaza naskirina mafên sereke û azadiyan ên civakê, dewletê bi polîtîkayên ewlekariyê bersiv da lewma ji çareserkirina meseleyê dûr ket. Vê yekê jî civakên Tirkiyeyê bêhtir ji hev dûr xist.”

Colemêrg

Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li navenda Colemêrgê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Hevşaredar Viyan Tekçe ku li şûna wê qeyûm hate tayinkirin û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê stran hatin gotin û pankarta “Li dijî şer em aştiyê, li dijî tecrîdê jî azadiyê biqîrin” hate hilgirtin.  Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de xwest ku dewlet dev ji înkarkirina pirsgirêka kurd berde. Şahîn, wiha domand: “Ji bo rewşa bêpevçûnî ya mayinde, divê alî berpirsyartiyê li xwe bigirin. Divê tecrîd û îzolasyona li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî were bidawîkirin û rê bê dayin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikink. Hewceye hemû girtiyên siyasî bên berdan.”

Gever

Li navçeya Gever a Colemêrgê jî li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayin. Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî tev li bûn. Girse bi dirûşma “Bijî aştî” çû cihê daxuyanî lê hate dayin.

Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz got ku pirsgirêka kurd bi nêzikatiyên ewlekariyê çareser nabe. Çapraz, wiha domand: “Gelek caran hatiye tecrubekirin ku israra di polîtîkayên ewlekariyê de zirarê dide aştiya civakî û pêkvejiyanê. Ji bo aştiyê em bêyî dudilî dibêjin êdî bes e. Divê rojeva sereke û herî girîng a Tirkiyeyê aştî be. Lewma jî divê pêvajoyeke ku nîqaşên li ser aştiyê tên kirin were avakirin û ji bo vê bi hemû berpirsyaran re pêwendî bên danîn.”

Enqere

Bi bangawaziya Platforma Jinan a Enqereyê û Hêzên Ked û Demokrasiyê li Cadeya Yukselê heya Cadeya Sakaryayê meş hat lidarxistin û piştre daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li bûne de, gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.

Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Ankayê Emîne Ogûz, tirkiya wê jî ji hêla Hevserokê Şaxa 1’emîn a Egîtîm Sen a Enqereyê Mehmet Aydogdû ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dewletên tevgav dibin, bi polîtîkayên şer dixwazin ji krîzan ketine tê de derbas bikin û wiha hate gotin: “Mirovahî di Rojhilata Navîn de ji şer û hestirên çavan bêhtir tiştekî din nedît. Mêtingerî di tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn de cîhanê anî ber deriyê şerekî nû yê cîhanê. Şerta domandina emrê xwe ya MHP’ê û AKP’ê domandina şer, pevçûn û gengeşiyê ye. Li welatê me astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasi, wekhevî û azadiyan, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Îro têkoşîna li Rojhilata Navîn, Iraq, Şengal, Sûriyeyê û Rojavayê tê domandin hem têkoşîna mirovahiyê ye hem jî têkoşîna demokrasi, azadî û aştiyê ye.”

Bi ser navê Platforma Jinan Îlke Kumartaşlioglû daxûyanî da û da zanîn ku desthilat tim bi helwesta zêdetrin kar bike şeran gur dike û wiha got: “Tekane derdê dewletê şer e. Şerê ji Rojhilata Navîn heya Rûsya û Ûkrayna û Filîstînê bûye herî zêde jin û zarokan dikuje. Bi kuştinê namîne, xizan û birçî dihêle, gelan ber bi krîzên kurtir re rû bi rû dihêle. Derdê dewleta ku ji şer re bûdçeyê vediqetîne û şer diqîre tenê bêhtir kuştin, bêhtir şer û bêhtir rant e. Em ji şer re dibêjin na. Em a niha aştiyê dixwazin. Siyasetmerdarên li dijî şer aştiyê dixwazin dixin girtîgehan. Em xwedî li hemû jinên di girtîgehan de li dijî şer aştiyê diparêzin, derdikevin.”

Stenbol

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qada Îskele ya Kadikoyê têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mitîngê li dar dixin. Di mitîngê de pankarta li ser bi kurdî û tirkî “1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz be” hate vekirin. Di mitînga ku bi sedan kes tevlibûn de her tim dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.

Amed

Li Amedê Hêzên Ked û Demokrasiyê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meş li dar xist. Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber AZC Plaza ya li ber Semta Ofîsê kom bûn û heta Qada Şêx Seîd meşiyan. Hevserokê KCD Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li bajêr, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn.

Polîsan destûr neda pankarta li qadê hate vekirin. Saziyên ziman û çandê jî pankarta “Hunera me hebûna me ye” vekir. Di ketina qadê de jinên ku cil û bergên herêmî yên xemrî li xwe kirin û hin kesên cil û bergên kurdî li xwe kirin negirtin hundir.

Di meşa ku Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî beşdar bûn de, sekînina girseyî ya demekî dirêj a ji aliyê polîsan ve bi çepikan protesto kirin. Dayikên Aştiyê yên bi laçikên xwe yên spî li herî pêş bûn bi pankarta ku kurdî û tirkî li ser “Azadî û aştî nikare were tecrîdkirin” dest bi meşê kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi pankarta “Jin di aştiyê de bi israr in” meşiyan.

Platforma KESK’ê ya Amedê bi pankarta “Em teslîmî şer, xizanî û mêtîngeriya kedê nabin, aştiyê dixwazin” tev li meşê bûn. Di meşê de dowîzên “Bijî aştî” hilgirtin. Di meşê de her tim dirûşmên “Berxwedan jiyan e” , “Bimre koletî, bijî aştî” , “Li derve li hundir tecrîdê perçe bike” û “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” berzkirin.

Piştî girse gihişt qada Şêx Seîd, girseyê li vir govend gerand û axaftin kirin. Kesên axaftin kirin bal kişandin ser tecrîdê û xwestin tecrîd û şer bi dawî bibe.