18 Haziran, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Denizliyê agir bi daristanê ket

Li Navçeya Babadag a Denîzliyê duh saet di 13.30’an de agir bi daristanê ket. Agirê ku bi bayê zêde belav bû heta derengê şevê jî nehat vemirandin.

Di saetên nîvro yê 14’ê Hezîranê de li navçeya Bababag a Denizliyê agir bi daristanê ket. Agirê ku bi pêlên bayê zêde belav bû, heta derengê şevê jî nehat vemirandin. Her çend welatiyan xwest agir vemirînin jî lê ji ber bayê zêde nekaribûn rê li pêş bigirin. Di şewata daristanê de keriyek bizin di nava agir de mirar bûn. Dîsa xaniyekî havîngeh jî di nava agir de şewît. Welatiyên ku gundê wan di hukmê agirê daristanê de man gund vala kirin.

Li Mugla, Balikkesî, Aydin û Manîsayê jî agir bi daristanan ket. Bi bandora ba re şewat belav bû.