28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî qeyûm dê ji Stenbolê bimeşin Colemêrgê

DEM Partî dê li dijî qeyûm ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve meşa ku 6 rojan berdewam bike li dar bixe.

DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê plansaziyeke nû ya çalakiyê derxist. DEM Partî dê di 30’ê hezîranê de ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve “Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê” bide destpêkirin. Li gel meşê, dê li hemû bajaran çalakiyan li dar bixin.b û endamên meclisa Şaredariya Colemêrgê dê li Enqere û Stenbolê hevdîtinan bikin.

Piştî mitîngê biryara mezinkirina çalakiyan hate dayîn. Di bin navê “Plana Çalakiyan a Nû ya li Dijî Xespa Qeyûm” de biryar hate dayîn ku ji Colemêrgê heta Stenbolê berxwedan were mezinkirin.

Çalakiyên nobetê yên piştî tayînkirina qeyûm hatine destpêkirin dê li Colemêrg û Stenbolê bidome. Dê bajar û navçeyên herêma Serhedê jî tev li nobeta li Colemêrgê bibin. Dê şande du rojan li Colemêrgê bimînin, biçin serdana esnafan û gel. Dê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî tev li bibin.

Dê qeyûm tenê li Colemêrg û Stenbolê neyê protestokirin. Di heman demê de dê li tevahiya bajaran li şûna nobetan dê nobetên girseyî, meş, çalakî û xwepêşdan bên lidarxistin. Dê çalakiya nobetê ya heta niha li pêşiya şaredariyan dihat domandin, veguhêzin cihên navendî.

Meclisa Şaredariya Colemêrgê piştî girtina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş, li gorî hiqûq û qanûnan tevgeriya û serokwekîla xwe hilbijart. Meclisê, şandeyeke ji hevşaredar û endamên meclisê pêk tê ava kir û li dijî xespa qeyûm dê li Enqere û Stenbolê hevdîtinan bike. Şande dê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan bike. Di vê çarçoveyê de dê di navbera 27-28’ê hezîranê li Enqereyê, di 29’ê hezîranê de tev li mitînga li Stenbolê bibe û di navbera 30’ê hezîranê û 1’ê tîrmehê jî li Stenbolê hevdîtinan bike.

Dê ji Stenbolê têkevin rê

DEM Partî dê li dijî qeyûm meşeke mezin li dar bixe. Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê ku dê di 30’ê hezîranê de starta wê li Stenbolê were dayîn, dê li Colemêrgê temam bibe. Meşvanên ku dê li Stenbolê bi girseyî bên oxirkirin, dê li her bajarekî bi tevlibûnên nû meşa xwe bidomînin. Koma meşê ya Stenbolê ji 10 kesan pêk tê û dê ji bajarên Kocaelî, Bursa, Tekîrdag, Edîrne, Çanakkale, Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Mugla, Manîsa, Antalya, Enqere, Konya, Eskîşehîr, Kayserî, Edene, Mersîn û Hatayê jî komên ji 3-5 kesan pêk tên tev li bibin.

Dê tevlibûna meşê ya li bajarên Kurdistanê bi girseyîtir bin. Ji Dîlok, Meletî, Mereş, Semsûr, Riha, Elih, Amed, Sêrt, Çewlig, Dêrsim, Xarpêt, Merdîn, Şirnex, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom, Agirî, Bedlîs û Mûşê komên ji 5-10 kesan pêk tên tev li meşvanan bibin û dê meşvan di 3’yê tîrmehê de li Wanê bên gel hev.

Dê 6 rojan bimeşin

Kesên tev li Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê dibin dê li vir bi girseyî ber bi Colemêrgê ve bên birêxistin. Meşvan dê 196 kîlometreyan bimeşin. Tê payîn ku meş 6 rojan bidome. Li ser rêgeha meşê de jî dê bi xelkê herêmê re hevdîtin bên kirin. Hat zanîn ku dê ji tevahiya bajaran kesên ji rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li meşê bibin.