15 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gelek bajaran serdagirtina malan

Îro serê sibehê di serdagirtinên malan ên li çend bajaran de gelek kes hatin binçavkirin. Serdagirtin bi hinceta protestoyên li dijî xespkirina îradeya Wanê, pêk hatine

Di serdagirtinên malan ên li Stenbol, Îzmîr û Antalyayê de tevî rêveberên DEM Partiyê hêrî kêm 40 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji bo serdagirtinan hinceta protestoyên li dijî xespkirina îradeya Wanê, hatin nîşandan.

Stenbol

Di serdagirtinên malan ên li Stenbolê de tevî endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Unal Yûsûfoglû, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û gelek partiyî, herî kêm 21 kes hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirine, birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê û derbarê dosyeyê de 24 saet biryara veşariyê hatiye dayîn.

Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Adîl Gumuş, Fîkrî Baş, Zubeyîr Taş, Vîldan Dogan, Unal Yûsûfoglû, Alamettîn Demîr, Necla Aktay, Sûat Yildiz, Ertan Hamîtoglû, Zubeyde Gulsul, Sûzan Gezicî, Ahmet Altinişik, Bînguzel Ûlû, Fîlîz Aydin, Yaşar Gokdemîr.

Îzmîr

Li Îzmîrê jî bi heman hincetê, derbarê 19 kesan de biryara girtinê hate dayîn. Îro serê sibehê polîsan bi ser malên 19 kesên de girtin. Di serdagirtinan de 16 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di nav kesên hatine binçavkirin de endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Înîsiyatifa Têkoşîna Sosyalîst, Ciwantiya Demokrat a Nû û Halkevleriyan hene.

Navên kesên li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin wiha ne: “Erkan Gokber, Tûgçe Kizildemîr, Mehmet Kasar, Emîne Akbaba, Berfîn Buyukertaş, Arda Dûvarci, Azat Kûnûr, Elîf Yerlîkaya, Mûhammet Arda Bûlgan, Nîlufer Yidiz, Samet Sagniç, Serdar Akturk, Sezgîn Zevkîbol, Sûde Tîmagûr.

Antalya

Di serdagirtinên malan ên serê sibê yên li Antalyayê de Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Doşemealtiyê Fehmî Karakûş, Ahmet Refîk Akarca, Derya Polat hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirine, birin Midûriyeta Polîsan a Antalyayê.

Wan

Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê daye destpêkirin de li Wanê di serdagirtina malê de Şerenaz Gezîcî hate binçavkirin.