30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kenyayê hêzên dewletê 13 xwepêşandêr kuştin

Îro li Kenyayê hêzên dewletê destwerdana xwepêşandanên li dijî hikûmetê kir û di encama destwerdanê de, herî kêm 13 kes xwepêşandêr hatin kuştin

Wezîrê Yekîtiya Tib a Kenya Sîmon Kîgondû roja Çarşemê daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku ev hejmar ne teqez e û dibe ku zêde bibe.

Kîgondû wiha got: “Heta niha 13 mirî hene, lê ev ne hejmara dawî ye. Piştî hilbijartinên sala 2007’an, me tundî dît lê li hemberî mirovên bêçek di vê astê de tundî me qet nedîtiye.”

Sedemên hêrsa gel

Li Kenyayê hefteya borî protesto despê kirin û di rêjeyeke mezin de ji aliyê ciwanan ve tê meşandin. Ev protesto li dijî daneyên nû yên di budçeya 2024-2025’an de tên pêşbînîkirin, hatin lidarxistin. Li Naîrobî û bajarên din bi hezaran kes bi rengekî aştîxwaz meşiyan, roja Sêşemê bûyerên tund ji nişka ve qewimîn. Xwepêşanderan barîkatên polîsan derbas kirin, ketin hundirê avahiya Parlamentoyê û li vir zirareke cidî çêbû. Ji 1963’yan dema ku Kenyayê serbixwebûna xwe bi dest xistî û vir ve, cara destpêkê ji aliyê xwepêşanderan ve bi ser avahiya Parlamentoyê de tê girtin.

Li bajarên din jî protestoyên tund qewimîn; li Eldoretê avahî dan ber agir.

Hikûmetê artêş xist dewrê

Piştî ku xwepêşandan bi tundî bi encam bûn, hikûmetê artêş wezîfedar kir da ku piştiriyê bide polîsan. Wezîr Wîllîam Rûto got: “Li dijî tundî û anarşiyê wê tedbîrên tund, bên girtin. Sûcdarên ku xwe weke xwepêşanderên aştîxwaz nîşan didin, wê berdêlê kiryarên xwe bidin.”

Nerazîbûnên neteweyî û navneteweyî

Ji Koalîsyona muxalefeta bingehîn lîderê Azîmîo, Raîla Odînga rexne li hikûmetê kir ku li dijî “zarokên aştîxwaz û bêçek” hêza tund bi kar anî. Rêxistinên civakî yên sivîl ên mîna Amnesty Înternatîonal-Kenya, şermezar kir ku polîsan guleyên rast bi kar anîn û diyar kir ku di nava 24 saetan de 21 kes ji aliyê polîsan ve hatin revandin. Hîna polîsan bersiva van îdîayan nedaye.