6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li pey şewatê!

Heyf û mixabin bi Amed û Mêrdîn re dilê me dişewite. Îsal heyva hezîran li me bû agir bi axa Kurdistanê re dilê me jî şewitî.

Zevîyên genim, qulên mişk û mahran, hêlînên ajalan, hêkê ku nîvmeyî jivir çend rojê din wê bi dindikê xwe qalikê hêkê bişikandana û çavên wan ê lawaz bi ronahiya rojê biketa…
Heyf û mixabin heywanên bê zar û ziman hirî ya wan li ser pişta wan şewitî man di nava jan û agir de, me dît, desthilatdaran nedît.
Her kes dizane ku ji sibehê heta êvarê dengê balafiran ji ser Amedê, Mêrdînê kêm nabe û ji nêz ve difirin. Li erdê mişk jî baz bide, dibînin lê Amed û Mêrdîn şewitîn wan nedît. Em jibîr nekin ku xeyn ji me tu kesên me tuneye.
Helbet havînê hewa pir germ e, agir zû bi zû natemire hewceye em jî şiyar bin. Di vê demsalê de gel li xwe û derdora xwe miqate be. Gerekî cîran cîranê xwe, gundî li gundê xwe û li herêma xwe haydar bin, hev biparêzin.
Divê ku em di wê ferqê de bin ku çar aliyên me ji aliyê neyaran ve hatiye dorpêçkirin. Em kurd din av çar dewletan de şerê hebûna xwe xwebûna xwe didin. Ew jî dixwazin em bi hemû hebûna xwe bibin xizmetkarên wan. Ji ber vê yekê divê em hê zêdetir karibin xwe û welatê xwe biparêzin.
Ji ber hewldana me ya xweparastinê ew jî her roj êrîş dikin. Lê em jî ji hebûna xwe venagerin. Li aliyê din divê malbatên ku xizmên xwe di vê şewatê de winda kirine tenê neyên hiştin. Divê nan û ava me ya ku em bi hev re parve dikin li me nebe bar. Ez van gotinan wek dayikek tînim ziman. Divê haya me hem ji xwe hem ji derdorê xwe hebe.
Gelê me tu wext pişta xwe bi hêzên ne ji xwe bin ve girênadin. Dizanin ku dema agir bi wan ket jî kes bi hewara wan de nayê. Lê dema ku em karibin li hev xwedî derbikevin wê demê hertişt çareser dibe. Heke em jî xwedî li hev dernekevin wê demê dê dijminê me bi kêfxweşî me temaşe bikin.
Wek gotina dawiyê; gelên cihanê carek li xwe miqate bin em kurd divê du caran li xwe miqate bin û kêfa neyarên xwe li xwe neynin.
Bi hestên dilşewat derbasî be Amed, derbasî be Mêrdîn. Ez êşa kesên ku xizmên xwe winda kirine ji dil parvedikim…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê