10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qoçgiriyê Mihrîcana Cogî Baba

Roger Koyî

Cogî Baba di nava qizilbaşan de pîrekî mezin e, lewre jî Kurdên qizilbaş bi armanca parastina çand, ziman, bawerî, ax, xweza û şûnwarên xwe li gundê Cogiyê Mihrîcana çandî ya Cogî Baba li dar dixin.

Cogî Baba di nav kurdên qizilbaşan de pîrekî mezin e ku xizmeta çar derî çil meqamî dike. Di salên 1200’î de li Qoçgiriyê jiyaye, li hemû malên gundan gel vexwendiye cemê û bi wan re civat gerandiye. Bi armanca parastina çand, ziman, bawerî, ax û şûnwarên xwe li gundê Cogiyê Mihrîcana Cogî Baba li dar dixin. Îsal jî di 21’ê tîrmehê de 18’emîn Mihrîcana Cogî Baba hat lidarxistin. Têkildarî armanca li darxistina Mihrîcanê  Hevserokê Komaleya Çandê ya Qoçgiriyê û Rêvebirê Îmranli- Derê Riza Karaman axivîn.

Karaman, derbarê Cogî Baba û girîngiya wî ya ji bo kurdên qizilbaş de axivî. Kahraman destnîna kir ku Cogî Baba di nav kurdên qizilbaşan de pîrekî mezin e ku xizmeta çar derî çil meqamî dike û ev tişt anî ziman: “Di salên 1200’î de li Qoçgiriyê jiyaye, li hemû gundan li malên biçûk gel vexwendiye cemê û bi wan re civat gerandiye. Di nasnameya me ya elewiyên kurd de ew murşîdekî me yê li ser text e. Wekî tê zanîn li ser vê erdnigariyê kesên ku herî zêde bi koçberiyê re rû bi rû mane gelê Qoçgiriyê ye, ermen e, kurd in. Ligel ku herêma Qoçgiriyê ji 600 gundan pêk tê lê her gundeki du sê malên ku debara xwe bi ajalvaniyê dikin tenê mane. Nifûsa Qoçgiriyê nêz mîlyonekê ye lê em hemî koçber bûne gelek ji me çûne Ewropa û bajarên din ên Tirkiyeyê. Ji bo ku em bikaribin ji nû ve li welatê xwe û axa xwe  vegerin me hin proje danîn ber xwe, me di vê çarçoveyê de li Stenbolê Komaleya Piştevanî û Çandê ya Îmranli û Gundên wê ava kir da ku em li gundê xwe vegerin û li axa xwe, xwezaya xwe xwedî derkevin. Bi vê armancê me li her gundekî Mala Cemê ava kir û dest bi çalakiyên çandî kir.”

Mihrîcana îsal

Li ser xebatên xwe jî Kahraman diyar kir ku ew her sal li gundê Cogiyê li Mala Cemê bi zimanê xwe yê zikmakî bi kurmancî û zazakî cemê dikin û dikevin civatê, pîr û seyîd jî beşdar dibin. Bi domdarî Kahraman wiha got: “Bi armanca em li gundê xwe, axa xwe û zimanê xwe vegerin em her sal li gundê Cogiyê Mihrîcana Cogî Baba li dar dixin. Îsal jî di 21’ê tîrmehê de me 18’emîn Mihrîcana Cogî Baba hat lidarxistin. Mihrîcan ji hêla  Serokê Lijneya Rêveberiya Komaleya Piştevanî û Çandê ya Îmranli û Gundên wê Zeynel Soysal, komîteya tertîbê, hunermend, saziyên civaka sivîl muxtarên gund û cotkarên kedkar ve bi awayekî kollektîf hat lidarxistin. Mihrîcana me îsal jî serkeftî bû.”

Armanca li darxistina mihrîcanê

Herêma ku herî zêde polîtîkayên asîmîlasyonê lê hatine kirin herêma Qoçgiriyê ye, ji ber vê yekê bi vê mihrîcanê armanc dikin ku îbadetên xwe, cema xwe, civata xwe bi kurdî bikin. Kahraman, li ser armanca li darxistana mihrîcanê ev tişt anî ziman: “Em li vê mihrîcanê xizmeta baweriya xwe, zimanê xwe û pîrên xwe dikin. Ji bilî vê em li vê mihrîcanê canên xwe yên di sala 1921’ê de di Komkujiya Qoçgiriyê de hatine qetlkirin bi bîr tînin, em serdana goran dikin, li wir dia dikin, loqma belav dikin û diaxivin. Xebatên me li herêmê bi armanca; “Em li zimanê xwe, baweriya xwe û xwezaya xwe xwedî derdikevin” didomin.

Ev bername ji hêla Komelaye Piştevanî û Çandêya Îmranliyê û Komelaya Çandê ya Qoçgiriyê ve tê lidarxistin. Em wisa difikirin ku ev armanc heta niha negihaştiye armanca xwe ji ber ku nifûsa herêma Qoçgiriyê hema bêje nêzî mîlyonekê ye lê ji ber zordariya li ser gelê herêmê yê kurdên elewî, ji ber şertên aborî û sîyasî hem koçberî li herêmê zêde ye hem jî kesên hene jî beşdarî mihrîcanê nabin. Lê em ê tu carî dev ji çand, ziman û baweriya xwe bernedin. Em girîngiyê didin zimanê xwe, hunermendên xwe, kilamên xwe û axa xwe. Zimanê mihrîcanê sedî heftê kurdî ye lewma ev mihrîcan ji bo me gelekî girîng e. Ez dikarim bibêjim ku hin beşên vê bernameyê gihiştiyê armanca xwe lê em hê jî ji bo ku kêmaniyên xwe temam bikin, dixebitin.”

Vegera li xwe girîng e

Kahraman destnîşan kir ku Pîr Îbrahîm Kete ku ji Dêrsîmê hat û beşdarî mihrîcana me bû, li qada mihrîcanê bi kurmancî û tirkî cem gerand, her wiha axaftina Hevserokê Komelaya Elewiyên Demokratîk Zeynel Kete a kurdî ji hêla gelê Qoçgiriyê ve pir bi qîmet bû wiha got: “Em ji naveroka bernameya mihrîcana Cogî Baba memnûn in lê ji ber zordarIyên li herêmê û li ser çand, ziman û baweriya me kurdên elewî ev herêm bêmirov hatiye hiştin, ciwan lê nemane û ji ber wê jî beşdariya mihrîcanê kêm e. Em dixwazin ku gel zêdetir giringiyê bide vê mihrîcanê da ku gelê Qoçgiriyê li axa xwe û zimanê xwe û çanda xwe vegere.”