28 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşker li Sêrt û Bedlîsê daristanan bombebaran dikin

Di operasyona li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê de artêşa tirk qadên daristanan bombebaran kirin, gund dorpêç kirine û zozan qedexe kirine

Di 22’yê hezîranê de li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şêrwan û Berwariyê yên Sêrtê operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin û hêj didome. Hat zanîn ku operasyon li gundên Xîzanê yên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Hûzeran, Giran, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî, Deşta Kaviltîn û Çiyayê Hêstirê û herêmên Şêrwan û Berwariyê yên Sêrtê berfireh bûye.

Operasyon bi tevlibûna sedan leşker û cerdevanan hatiye destpêkirin û çoltarên gundan û qadên bidaristan bi helîkopteran tên bombebarankirin.

Daristan tên bombebarankirin

Hat ragihandin ku gundên Giran û Hûzeranê ji duh ve dorpêçkirî ne û qadên daristan û cihên darên fêkiyan tên bombebarankirin. Di heman demê de hat ragihandin ku di ketin û derketina gundên navborî de welatî piştî GBT’ê derbas dibin.

Nahêlin welatî biçin zozanan

Li gor agahiyan; zozanên Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî û Deşta Kaviltînê jî hatine qedexekirin. Şêniyên ku ji ber operasyonê nikarin biçin zozanên xwe, wiha gotin: “Ji roja operasyon hatiye destpêkirin heta niha em nikarin kar û barên xwe bikin. Em nikarin miyên xwe bidoşin û biçin zozanan. Bênavber dengê çekan û bombeyan tên. Ev operasyon her sal tên kirin.”