27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûdanê destdirêjî û tundî zêde dibe

Ji ber pevçûnên di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de êrîşên destdirêjî li dijî jin û zarokên keç zêde dibin. Salimî Ishaq têkildarî rewşê bang li hemû aliyan kir ku bikevin tevgerê.

Di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de ji nîsana 2023’yan ve heta niha pevçûn didomin. Ji ber şer û pevçûnan li dijî jinan gelek binpêkirin çêdibin. Di çarçoveya 19’ê Hezîranê Roja Bidawîkirina Tundiya Zeyendî ya Navneteweyî de; dîrektora Yekîneya Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan re Salimî Ishaq, diyar kir ku ji dema li Sûdanê şer dest pê kiriye ve heta niha, 191 bûyerên tundiya zayendî hatine qeydkirin lê ev dane kêm in û hejmarên rast nîşan nadin.

Salimî Îshaq, bal kişand ku raporên têkildarî bûyerên destdirêjiyê bi rêya xizmetên tendirustiyê tên qeydkirin lê ev rapor, bûyerên li herêmên El Cezîre, El Geneina, Nyala û Darfurê di nava xwe de nahewînin. Salimî Ishaq ji ber şerê ku dijwartir dibe fikarên xwe anî ziman û diyar kir ku ji ber şer li Sûdanê ji 4 milyonî zêdetir jin û zarokên keç rastî tundiya zayendî hatine. Salimî Ishaq ragihand ku di pêvajoya dermankirina klînîk de zehmetiya dermanan heye, diyar kir ku di bûyerên tundiya zayendî de xizmeta tibî jiyana mirovan rizgar dike û bal kişand ku ji ber kêmasiyên di xizmeta tibî de, di warê rûbirûbûn û hewldanên mudaxeleyê de zehmetî hene.

Bêdengiya raya giştî ya navneteweyî

Salimî Ishaq, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Derman ji bo êrîşên zayendî bê bandor bikin, dibetiya ducanîbûnê kêm bikin û mexdûran ji nexweşiyên bi rêya têkiliya zayendî çêdibin biparêzin girîng û pêwîst in. Ez bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li dijî binpêkirinên mafên mirovan û bê baldariya wan şermezar dikim. Ji ber bêdengiya heyî kiryar ceza nagirin û êşên mirovan zêdetir dibin. Binpêkirinên li Sûdanê bûn parçeyek ji pevçûnan. Ji bo ku mirovên sivîl bi darê zorê ji cihê wan rakin, şîdeta zayendî weke çek tê bikaranîn. Ev rewş êşên jin û zarokên keç zêdetir dikin.”

Banga ji bo saziyan

Salimî Ishaq, diyar kir ku diyar kir ku tevî ku pêşnûmayek siyasî ya ku li Sûdanê pêşî li xeterên êrîşên zayendî bigre û kêm bike heye jî; aktor ji bo kesên ji şîdeta zayendî sax mane, piştgiriya baş nadin, mijarê nabin raya giştî ya navneteweyî. Salimî Ishaq diyar kir ku Yekîneya Şîdeta li Dijî Jinan ji bo ku parastina jin û zarokan zêdetir bike di sala 2020’an de  ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve hatiye pejirandin û bang kir ku Plana Neteweyî ya Parastina Sivîlan, hinek be jî li herêmên bi ewle bi bandor bibe.

Salimî Ishaq bang li civakên cîhanê kir ku li ser parastina jin û zarokên keç bisekinin û gotinên xwe wiha bi dawî kir. “Divê hikûmet li dijî tundiya zayendî bikeve tevgerê. Li dijî bûyerên ji ber pevçûnan çêdibin rola kampanyayan girîng e. Kampanyaya bi navê ‘Li dijî Destdirêjî û Şîdeta Zayendî’ rola xwe bilîze di civakê de hişyariyê çêkir. Her wiha em bang dikin ku medya jî di mijara tundiya zayendî de rola xwe bilîze.”