20 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MEBYA-DER: Divê em têkoşînê mezintir bikin

Hevseroka MEBYA-DER a Wanê Hanim Kaya di kongreya MEBYA-DER’ê de diyar kir ku 3 sal in tu agahiyan ji Rêber Abdullah Ocalan nagirin û wiha got: “Divê em li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) a Wanê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Li gel rêveberên komeleyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li bûn. Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Beşdaran di kongreyê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Ji Hevserokên MEBYA-DER a Wanê Hanim Kaya diyar kir ku gelê kurd di qonaxeke girîng de ne û wiha pê de çû: “Gelê kurd, rastî êrişên îktîdara AKP-MHP’ê tê. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî zêdetirî 3 sal in didome. Em tu agahiyan ji Abdullah Ocalan nagirin. Heke em têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê nekin yek, dê li her qadê êrişên ser me bidomin.”

Sedema êrîşan tecrîd e

Hevserokê MEBYA-DER’ê Enver Taş jî ev tişt anî ziman: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Sedema êrişên li her qadê, polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Abdullah Ocalan in. Em polîtîkayên tecrîdê qebûl nakin.”

Em dixwazin azad bijîn

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan jî bal kişand ser têkoşîn û bedelên xelkê Serhedê dayîn û ev tişt anî ziman: “Em ê bibin şopdarên têkoşîna wan. Em dixwazin êdî li her çar parçeyên Kurdistanê azad û aştiyane bijîn. Tu bendewariyên me ji tu kesan nînin. Mafên gelên ereb, faris û eceman çi bin, gelê kurd jî wan mafan dixwaze. Em dixwazin bi awayekî azad ziman û nasnameya xwe bijîn.”

Berxwedan rewa ye

Ocalan, tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana li dijî qeyûm berxwedana herî rewa ye. Kolan bi kolan, tax bi tax û bajar bi bajar em ê bigerin û êrişê AKP-MHP’ê teşhîr bikin. Em ê têkoşîna xwe ya mafdar vebêjin. Hêza me heye. Em ji bo yekitî û tifaqa kurdan têdikoşin. Gelê me dê pêşengtiyê ji siyaseta demokratîk re jî bike. Em tenê dikarin bi berxwedan û têkoşîna xwe rê li ber van êrişan bigirin.”

Têkoşîn hezkirin e

Dayika Aştiyê Saadet Oklu jî di kongreyê de wiha got: “Bi sala ye em weke Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê têdikoşin. Dilê me şewitî qet nebe bila dilê tu dayikên din neşewite. Heke em bikarin ji hev hez bikin û bibin yek, dê bikarin tecrîda li ser birêz Ocalan rakin, deriyên zindanan vekin û qeyûman bişînin.”

Piştî axaftinan, Hanim Kaya û Yûsûf Dundar ji yek lîsteyê ketin hilbijartinê û weke hevserokên nû hatin hilbijartin.