20 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Meşa Demokrasiyê’ rojek li pey xwe hişt

"Meşa Demokrasiyê" ku li dijî tayînkirina qeyûm li Colemêrgê dest pê kir rojek li pey xwe hişt.

“Meşa Demokrasiyê” ya ku li dijî desteserkirina vîna li Colemêrgê li Colemêrgê dest pê kir û wê 3 rojan bidome, roja yekem bi coşek mezin bi dawî bû. Meşa ku beriya mîtînga 13’ê Hezîranê bi dirûşma “Şaredarî ya gelan e, em ê destûrê nedin desteserkirinê” dest pê kir, di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û Rêxistinên Sivîl de pêk hat. Beşdarên meşê pêşmalkên  “Em ê rê nedin  qeyûman” hatibûn nivîsandin li xwe kirin û gund bi gund geriyan.

Ji parastina vînê têdikoşin

Meş danê sibehê ji Şemzînanê destpê kir û berê bi gundê Şapatanê ve meşiyan. Meşvan bi dirûşmeyan ketin nava gund û demekê bi gelê ku ew pêşwazî kirin re sohbet kirin. Li ser navê meşvanan parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî û got, “Me îro li dijî desteserkirina vînê dest bi meşa demokrasiyê kir. Gelê me jî xwedî li vîna xwe derdikeve û destekeke mezin dide. Em hemû gelên xwe vedixwînin mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de bê lidarxistin.”

Li aliyê din gel diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna wan li ber xwe bidin û ew ê li cem gelê Colemêrgê bin.

 Dê heta serkeftinê bidome

Piştre jî meşvanan bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Şaredarî yên me ne,” qeyûm biciheme” berz kirin û ji Kaniya Qeymeqamtiyê heta Derbenda Harûna û ji wir jî heta gundê Bîrahorê meşiyan. Meşvanan gel vexwend mîtînga li vir û piştre ber bi gundê Sipîndarokê ve bi rê ketin. Meşvan bi çoşeke mezin hatin pêşwazîkirin û li vir xwarin û vexwarin dane meşvanan. Meşvanan li vir demekê bi gel re sohbet kirin û li gundê Çemê Mîra û navçeya Şemzînanê civîna xwe bi dawî kirin.

Piştre jî bi konvoyek qelebalix derbasî gundê Serdeşt a Geverê bûn. Li vir jî meşvanan der barê mîtîngê de agahî dan kesên ku ew pêşwazî kirin. Gundiyan bertekên xwe yên li dijî desteserkirina vînê anîn ziman û diyar kirin ku ew ê teslîmî polîtîkayên qeyûman nebin û ji hemû kesên xwedî wijdan xwestin ku beşdarî mîtîngê bibin. Meşvan li gundê Pagê bûn mêvanên dawetekê. Gel bi dirûşmeyan ew pêşwazî kirin bi hev re govend gerandin.

Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin li vir axivî û got, “Di 13’ê Hezîranê de li dijî vîna gelê Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Weke kesên ku vê zilmê qebûl nakin em ber bi Colemêrgê ve dimeşin. Ev meş wê bi gelê me re bidome. Heta ku desteserkirina vîna gelê me bi dawî nebe, ev meş wê nesekine.” Piştî axaftinan sirûda Bengî Agirî ya bi navê “Haydê Kurdo marş marş, haydê serhildan” ji bo meşvanan hat lêxistin.

Mîtîng di 13’ê Hezîranê de ye

Di dawiyê de meşvan derbasî gundê Darê bûn û li vir civînek gel li dar xistin. Roja yekem a “Meşa Demokrasiyê” bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.

“Meşa Demokrasiyê” dê sibe bi daxuyanî û meşa ku saet di 11:00 de li navçeya Geverê bê lidarxistin berdewam bike. Meşvan wê biçin gundên Geverê û piştre derbasî navçeya Çelê bibin.