2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ dest pê kir

 “Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya ku DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê ji Îzmîr, Stenbol daye destpêkirin dest pê kir. Meşa milê Stenbolê gihişt Enqereyê.

Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) “Meşa rêzgirtina li îradeyê” dest pê kir. Baskên meşê yên Marmara û Egeyê bi rê ketin.

Stenbol

Parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlu û Alî Bozan jî di nav de, gelek kes di saetên serê sibehê de li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoy a Stenbolê hatin gel hev. Meşvanan pêşmalkên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin û beriya bi rê kevin daxuyanî dan. Parlamenter Çîçek Otlu di daxuyaniyê de wiha got: “Di berxwedana Wanê de me kurdan û gel, kedkar û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê nîşanî rejîma faşîst a AKP’ê da ku em ê bi tu awayî serî li ber wan netewînin. Piştî tayînkirina qeyûm, me Nobeta Edaletê ya bi dirûşma ‘Stenbol ji bo Colemêrgê li ser pêya ye’ da destpêkirin û ev nobet roj bi roj mezintir dibe. Ji Stenbolê heta Amed û Îzmîrê, ji Îzmîrê heta Samsun û Şirnexê, tevahiya gelan dibin yek û li dijî xespa qeyûmên rejîma AKP’ê têkoşînê mezin dikin. Dê meşa me ya edaletê bidome, qeyûm dê biçin û em ê bimînin. Bijî têkoşîna yekbûyî.”

Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmên “Dê qeyûm biçin em ê bimînin” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin. Piştre jî 10 kesên di baskê meşê yê Stenbolê de cih digirin, ji hêla partiyiyan ve ber bi Colemêrgê ve hatin birêxistin. Karwana ku ji Stenbolê derketin di saetên êvarî de gihiştin Enqereyê. Meşvanên derketin rê dê li Kolana Sakaryayê daxuyaniyê bidin.

Îzmîr

Meşvanên li Herêma Egeyê jî li Îzmîrê hatin gel hev. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut, Hevseroka DEM Partiyê ya Mûglayê Neslîşah Çetînkaya û Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubk jî di nav de, gelek partiyî li pêşiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê hatin gel hev. Beriya meşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, ne ji qeyûman re” hate hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” hate berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi hincetên çêker û delîlên sexte, hevaşerdarê me yê bi îradeya gel hatiye hilbijartin hate girtin. Xwestin îradeya xelkê Colemêrgê xesp bikin. Xuyaye ku îktîdara AKP’ê dê vê polîtîkayê belav bike. Qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin, ne tenê êrişeke li dijî gelê kurd e. Polîtîkayên qeyûm, darbe ye. Ji bo cîbicîkirina azadî, demokrasî û aştiyê divê pêvajoyeke têkoşînê dest pê bike. Meşa ku em ê îro bidin destpêkirin, ‘meşa rêzgirtina li îradeyê ye.’ Meş dê li her aliyê Tirkiye û Kurdistanê bê lidarxistin. Armanca meşê ew e ku darbe bên berterafkirin û rêz ji bo îradeya gel were girtin.”

Piştî daxuyaniyê meşvan bi çepik, tililî û dirûşman ber bi Enqereyê ve hatin rêkirin.