25 Haziran, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mestûre Kurdistanî – 1804-1848 -II

Mestûre di pêşketina helbesta kurdî de wek stêrkekê derket pêş, di heman demê de wek nivîskar û lêkolînereke pêşeng a navdar deng veda. Ew bi jîrbûn û zanîna xwe hê jî wek stêrkeke geş di wêjeya kurdî de dibiriqe.

Ez ew jin im ku ji hêla pakiyê ve li ser her kesê me

Di nava koma jinan de kes di asta min de nîn e

Li bin serpoşa min serek heye ku hêjayî tacê ye

Lê çi bikim ku qederê ez wiha biçûk xistime

***

Mah Şeref Xanim anku Mestûre Kurdistanî di şevereşeke tarî ya bêstêrk de li ber şibakeyê rûniştibû û li şevê temaşe dikir. Demeke dirêj bû tariyeke bi vî rengî nedîtibû ku giyanê wê jî girtibû nava dest û lepên xwe û ew wek talîzokê dibir û dianî.

Pirtûka dubeytên Celale Xanima Loristanî li pêşiya wê bûn û li benda xwendinê bûn. Van çend rojên dawiyê çend caran heman pirtûk digirt destê xwe, rûpelek an jî du rûpel diqelibandin dîsa dadianî ser maseyê. Piştre berê xwe dida pênûsa hibrî ku çend tiştan binivîse, lê di heman kêliyê de hemû hest û hizrên wê yên ku bi rojan bû hiş û giyanê wê mijûl dikirin ew diterikandin û diçûn. Ew ji vê rewşa belave ku çend roj bûn berdewam dikir westiyabû û êdî nedida pey wan. Niha tenê qedeheke şerbeta rihanan dabû ber xwe; hêdî hêdî vedixwar û guhdariya şevê dikir.

Îro tam bûbû mehek ku bavê wê, mam û kurmamên wê di zindanê de belasebeb dîl hatibûn girtin.  Dema ku ew li ser rewşa wan difikirî wek dilê wê ji aliyê deh kesan ve bê guvaştin ditengijî. Kêf û çejna xwendin, nivisandin û jiyanê jî difiriya diçû. Ew di hundirê menzela xwe de ji sibehê heta êvarê diçû û dihat û li ser çareseriyê difikirî, lê ew jî ji rewşê haydar bû ku tiştekî ji destê wê bihata tunebû. Ev neçarî û rewşa nediyar ew zêdetir diêşand û hêrs dikir. Di hişê wê de gelek tişt derbas dibûn, lê tenê riyeke çareseriyê hebû û wê jî dizanibû ku ew jî di destê Walî Xusrew Xan de bû.

Vê derûniya Mestûre Xanimê bala Dayika Mestûreyê Nîsa Xanimê jî kişandibû ku hay ji vê rewşa keça xwe hebû û dilê wê jî ev neheqî ranedikir. Ew çû li kêleka Mestûreyê rûnişt û bi çend gotinan xwest xemên wê birevîne û dilê  wê xweş bike: “Delala min; me hemû kesên pêşeng û rûspiyên civakê ji vê rewşa kambax agahdar kirine. Li vî bajarî hemû kes bavê te û malbata me baş nas dikin. Em ne ew kes in ku ji ax û welatê xwe re bêbextiyê bikin! Ev şaşitî dê di demeke nêzîk de derkeve holê û li gel Walî Xusrew Xan dê hemû kes rastiyê bibînin. Tu jî dilê xwe aram bike.”

Nîsa Xanim herçiqas bi van gotinan dixwest dilê xwe û yê keçika xwe aş bike, dîsa jî aliyekê dilê wê wek ku li ser sêla sor be disincirî û dikelkelî…

***

Li gor agahiyên li ber destê me, bavê Mestûreyê Hesen Beg, mam û pismamên wê dema ku dewleta Ûris (Rûsya) ji bo dagirkirinê berê xwe dide ser axa Ezerbaycanê ya ku li ser Îranê bû, ji ber feq û fitneyên xwarziyê Hesen Begî yê bi navê Huseyn Qulî Xanî dîl tên girtin.

Huseyn Qulî Xan ji ber berjewendiyên xwe xwestiye li gel dewleta Ûris tev bigere, lê Hesen Beg û birayên wî li pêşiya xwe wek asteng dibîne her tim. Lewre Hesen Beg û malbata wî li bajarê Sîneyê xwedî qedr û qimet bûn û dihatin nasîn. Di heman demê de wî bi mîrîtiya Erdelanê re jî têkiliyên xurt danîbûn û malbateke dewlemend bûn.

Huseyn Qulî Xan di wê baweriyê de bû ku heke malbata Hesen Beg bihata bêbandorkirin wî dê bi rihetî bi dewleta Ûris re têkilî bidaniya û li gel serketina ûrisan dê bûbûya xwedî erk. Ji ber vê sedemê wî li ser Hesen Beg planek çêkiriye û ji mîr re gotiye ku malbata Hesen Beg dê alîkariya ûrisan bike.

Ji bo ku ev plana wî bi rêk û pêk bibe û mîrî jî îkna bike xwestiye şevekê hemû civatê kom bike û di sohbeta ku di civatê de pêk tê bi mîr re bide guhdarkirin. Li ser vê plana xwe bangî Hesen Beg, bira û biraziyên wî dike. Mîrê Erdelanê jî li pişt perdeyekê guhdariya civata wan dike, ku di vê civatê de behsa hemû planên Huseyn Qulî Xan ên pêk hatine tê kirin.

Wê şevê civateke wisa hatiye danîn ku dagirkeriya dewleta Ûris bi awayekî berfireh hatiye nîqaşkirin û rewakirin. Li vê derê mijar bi awayekî veguheriye ser Hesen Beg û ew li gel bira û biraziyên xwe wek aligirên dewleta Ûris hatine destnîşankirin. Mîrê Erdelanê piştî guhdarkirina van nîqaşan fermana girtina Hesen Beg, bira û biraziyên wî daye û ew avêtine zindanê.

***

Ligel dîlgirtina bav û mamên Mestûreyê çend kesên din ku têkiliya wan û dewleta Ûris aşkere bûbûn jî hatibûn darvekirin. Vê rewşê Mestûre û malbat zêdetir xistibû nava tirs û fikaran û hewldanên wan zêdetir kiribûn. Vê hewldan û helwesta malbatê piştî demekê encam dabû û Mîrê Erdelanê Xusrew Xan, biryara berdana Hesen Beg û malbata wî dabû. Lê di berdêla vê serbestberdanê de li gel cezayê pare û ji bo lihevhatina herdu malbatan jî daxwaza zewacê ya bi keça Hesen Beg a mezin Mestûre Xanimê jî kiribû.

Li gor hinek agahiyên ku hatine parvekirin tê diyarkirin ku Hesen Beg ji dêleva cezayê pare zewaca Mestûreyê qebûl kiriye, lê dema ku em li nêzîkatî û feraseta malbatê ya derbarê jinê û bi taybetî ya derbarê Mestûreyê de dinihêrin dikarin bibêjin ku ev rewş pir ne gengaz e. Lewre Nîsa Xanim jî Hesen  Beg jî qedr û qîmeteke zêde didin keça xwe û dîsa li gor serdema ku tê de dijîn û hemû hişmendiyên paşverû ya li dijî jinê ji bo pêşketin û perwerdehiya Mestûreyê bi her awayî fedakarî kirine.

Malbateke wisa ku di asta rewşenbîriyê de pêşiya keça xwe  vedikin û wê bi awayekî serbixwe mezin dikin ne gengaze ku keçika xwe li şûna pareyan bizewicînin, ku Mestûre jî ne keseke nezan û neçar bû; ew jineke serbixwe, zana û têgihiştî bû. Dema ku em li serdema ku ev bûyer qewimîne dinihêrin li gor kevneşopiyên kurdan zewacên ji bo aştî û lihevhatinê gelek caran pêk hatine. Herçiqas ev rewş neyê pejirandin jî di serdema me de jî hê berdewam dike. Mestûre Xanim jî li gel zanebûn û jîrbûna xwe di heman demê de jineke hestyar û dilzîz bû; dilsozê malbata xwe bû. Niha jî li pêşiya wê riyek hebû. Helbet, di dilê wê de çi derbas dibû û biryara zewacê li ser kîjan bingehê dabû em bi kûrahî nizanin, lê li gor rewşê diyar e ku riyeke din a Mestûre hilbijêre jî tunebû.

***

Dema ku em li gotinên Mestûreyê ku derbarê zewaca xwe û Xusrew Xanî de bi lêv kirine dinihêrin dikarin bibêjin ku ew bi evîndarî nebe jî bi awayekî rêzdarî nêzîkî daxwaza Xusrew Xan bûye û li ser biryara xwe sekiniye. Mestûre di pirtûka xwe ya bi navê ‘Dîroka Erdelanê’ de derbarê vê mijarê de wiha dibêje: “Bav û mamên min ji ber ku bêtawan bûn ji zindanê tên berdan û gelek rêz ji wan re tê girtin… Di dawiyê de jî gelek bi rêzdarî çûme mala Xanî û bûme hevjîna wî.”

Mestûre dema bi Xusrew Xan re dizewice 24 salî bûye. Di derbarê vê mijarê de angaştên cuda jî hene, lê dema ku em li dîroka bûyeran dinihêrin ev dîrok ya herî rast e. Zewaca Mestûreyê ya bi Xusrew Xan re herçiqas destpêkê ne li ser evîndariyê be jî di demên pêş de bi nêzîkatî û hezkirina Xusrew Xan hestên Mestûreyê jî guherine û bûye evîndara wî. Herwiha gelek helbestên Mestûre jî vê rastiyê bi rengekî şênber radixin ber çavan. Bi taybetî piştî mirina Xusrew Xan Mestûre di helbestê de digihîje merheleyeke cudatir û bi kûrahiya helbestên xwe teşe û şêweyeke xweser jî saz dike.

Xusrew Xan jî wek Mestûre xemxurê helbestê bû û vê taybetmendiya wî Mestûre gelek kêfxweş dikir, ku wê dikaribû li ser hest û helbest û nivîsên xwe û di gelek mijarên cuda de pê re biaxive. Mestûre di heman demê de piştî zewaca xwe dest bi nivîsandina pirtûka ‘Dîroka Erdelanê’ jî dike û gelek caran ji piştgiriya Xusrew Xanî hêzê digire. Di pirtûka xwe de jî pir caran cih daye Xusrew Xan û derbarê wî de van agahiyan dide:

“Xusrew Xan gelek ji xweşî û şahiyê hez dikir. Ji aliyê mêvanperweriyê bi navûdeng bû û di nava gel de xwedî rêz û rûmetê bû.  Ew bi jêhatîbûn û comerdiya xwe dihat nasîn ku ji aliyê hikumdariyê ve ji yên beriya xwe pir pêşdetir bû. Di heyama desthilatdariya wî de xezalê ji memikên şêrê şîr dimêt û bazî kew di bin siha perên xwe de diparast. Di dema Xusrew a duyem de li tu deran zilm û zordarî nemabûn.”

***

Ev bextewarî û hezkirina Mestûre Xanimê bi nexweşiya Xusrew Xan serobin dibe û ji bo Mestûreyê rojên reş û tarî dest pê dikin.

Xusrew Xan di sala 1834an de di meha nîsanê de bi nexweşiya cergê dikeve. Mestûre bi dilêşî û xemgîniyeke mezin wan rojan wiha tîne zimên:

“Ez ku wê demê hevjîna wî bûm û şanaziya min ew bû ku bi şev û roj pê re bim. Di pêvajoya du mehên dawî de min neşiya bi rehetî razêm; ku di dawiyê de jî ew hat serê min a ku ez jê ditirsiyam! Nexweşiya Xanî roj bi roj girantir dibû û tu dermanan lê bandor nedikir.”

Xusrew Xan ku bi xwe jî ji hêla helbestkariyê ve xwedî pênûseke bihêz bû û bi kurdî û farisî helbest dinivîsî di dema nexweşiya xwe de ev çarîn honandine.

“Xesro dilê te ji xeman du nîv e

Netirse wek canê berxikê tirs û xof e

Heke ji hesabên axiretê ditirsî

Li wir hesab cem kerîm e netirse”

Xusrew Xan di tirmehê sala 1834an de diçe jiyana xwe ji dest dide. Mestûre bi mirina wî pir xemgîn dibe û vê xemgînî û dilêşiya xwe di gelek helbestên xwe de tîne zimên:

“Karê min tev dilêş e û şîn e bê te

Bûye nîşangeha belayê laş bê te

Cana bi safiya dostiya di dilê min de

Cîhan di çavên min de derzi ye bê te

Xweşiya min tev serhildan û matem e bê te…”

***

Mirina Xusrew Xan ji bo Mestûreyê gelek giran bû, lê ev rewş ji bo helbestkarî û nivîskariya wê jî bûbû merheleyeke nû.  Wê êdî helbestên xwe di kaniya êş û elemên evîndariyê de dişûşt, li hemû laşên xwe belav dikir û dawiyê diherikand ser kaxizê. Vê taybetmendiya helbestên wê, ew kiribû Mestûre; evîndariya wê ya ji bo ax û welatê wê jî ew kiribû Mestûre Kurdistanî…

Piştî mirina Xusrew Xan kurê wî Riza Qulî Xan hat ser mîrîtiyê, lê hê 11 salî bû. Ji ber ku temenê wî biçûk bû dayika wî Husncîhan Xanimê kar û barên mîrîtiyê bi rê ve dibir.

Mestûre herçiqas tiştên ji dilê wê derbas dibûn zêde nedabe der jî di helbestên xwe de bandora rewşa neyînî ya mîrîtiyê jî dianî zimên û aciziya xwe ya derbarê dek û dolabên deshilatdariyê, hesûdî û gengeşiyên li qesrê diqewimîn de diyar kiriye. Lewre rewşa mîrîtiyê jî herku diçû xirabtir dibû û herî dawiyê Mestûre jî biryara derketina ji Erdelanê digire. Ew bi çend kesên din re pêşî diçe bajarê Hewramanê û ji wir jî derbasî Silêmaniyê dibe. Mestûre li Silêmaniyê diçe ba kurmetê xwe Huseyn Qulî Xan, ku wê demê alîkariya Mestûre û hinek kesên din ên ku ji bajarê Erdelanê derketibûn dikir.

***

Mestûre piştî demeke dirêj li gel Huseyn Qulî Xan careke din hatibû ser hemdê xwe û careke din dest bi xwendin û nivîsandinê kiribû. Lê piştî demeke kurt kurmetê wê Huseyn Qulî Xan bi nexweşiyeke giran dikeve û jiyana xwe ji dest dide.

Mestûre piştî mirina kurmetê xwe gelek xemgîn bû û êdî jiyan li ber çavên wê reş bû. Her roja ku çû vê xemgîniyê di laşê wê de bandoreke giran pêk anî û ew jî bi nexweşiyê ket. Gotina wê ya dawî ku nivisîbû wiha bû: “Ez jî ji xema dûriya wî ev du sê roj in ku nexweş im û ta ketiye canê min. Ka em bizanin dê qedera Xweda çi be!”

Piştî vê nexweşiyê Mestûre di sala 1848an de diçe ser dilovaniya xwe.

Mestûre li pey xwe gelek berhemên hêja jî dihêle, lê gelek helbestên wê nagihîjin dema me. Ew dîsa jî di pêşketina helbesta kurdî de wek stêrkekê derket pêş, di heman demê de wek nivîskar û lêkolînereke pêşeng a navdar deng veda. Ew wek jineke pêşeng bi jîrbûn, zanîn û welatperweriya xwe hê jî wek stêrkeke geş di wêjeya kurdî de dibiriqe.

Berhemên Mestûre Kurdistanî:

– Dîwan-î Masturah Kurdistanî

– Mêjûy Erdelan / Dîroka Erdelan

– Mucemu’l Udeba

– Baweriya Îslamê û Rîsaleya Îbadetê