25 Haziran, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşvanên Demokrasiyê gihiştin Colemêrgê

Meşvanên Demokrasiyê gihiştin Colemêrgê. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li ser navê Meşvanên Demokrasiyê got: "Gel ji 7 salî heta 70 sali dizane qeyûm çiye.”

Meşa Demokrasiyê ya ku li li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê ji Şemzînanê dest pê kir, gihişt Colemêrgê. Meşa Demokrasiyê ya ku îro li navçeya Çelê dewam kir, gihişt Colemêrgê. Gel meşvan li Depînê pêşwazî kirin û ji vir derbasî navenda bajêr bûn. Welatiyan bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan girseya ku li Kolana Bulvarê ya navenda bajêr meşiyan. Gava meşvan di nava bajêr de dimeşiyan girseyê gelek caran “Em qeyûmên diz naxwazin” berz kirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di daxuyaniya piştî meşê de axivî, diyar kir ku wan tevî hemû zilma dewletê jî 3 car in şaredariyên xwe bi dest dixin. Ûçar, da zanîn ku faşîzma AKP-MHP’ê dîsa qeyûm tayînî şaredariya wan kiriye û wiha berdewam kir: “Me li hemû bajarên ku em biserketine dest bi nobetê kiriye û niha jî me dest bi meşa demokrasiyê kir. Demokrasî tişta herî dûrî vê hikûmetê ye. Me ji Şemzînanê dest pê kir û li Gever û Çelê bi gel û esnafan re hevdîtin pêk anîn. Şaredariyên ku em 3 car in bi dest xist îro jî ya me ye. Gelê me ji 7 salî heta 70 salî dizane ku qeyûm çi ye. Vê carê em ê destûrê nedin rejîma qeyûm. Tayînkirina qeyûm a li Colemêrgê tê wateya tunehesibandina demokrasî, têkoşîna jinan û keda me.”

Çîgdem, di berdewamiya axaftina xwe de got, “Gelê Kurd bi taybetî jî Colemêrgê nirxên xwe diparêze” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nikarin nirxê vê gelê îlegalîze bikin. Ya ku em îro dikin parastina nasname û zimanê me ye, me dev ji vê yekê bernedaye. Em dev jê bernadin. Wê sibê jin û ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyê li vir bin. Ji bo çima qeyûm nebe qonaxek nû. Ji bo di sed saliya Tirkiyeyê de li dijî qeyûman têbikoşin e. Yek ji êrîşên herî mezin ên vê hikûmetê ew e ku bi hêzên demokrasiyê re tevnegerin e. Li her cihê ku qeyûm hatine tayînkirin, me van texrîbatan jiya û hîn jî dijîn. Qeyûm tê wateya desteserkirin û talankirinê. Medyaya vê hikûmetê jî heye, em jê re bibêjin ‘medyaya alîgir’. Derbarê hemû hevşaredaran û endamên meclîsê de dest bi nivîsandina senaryoyan kirine. Ev senaryoya ji bo Mehmet Siddik Akiş hatiye nivîsandin. Dosyaya KCK’ê jî mîna Doza Kobanê dosyayeke komployê bû. Nîqaşa ku we çima wan namzed kirine, nîqaşa me nîne. Nîqaşa me li ser desthilatdariyê bi xwe ye ku bi awayekî bêperwa êrîşî nirxên Gelê Kurd dike.”

Uçar, da zanîn ku meşa kurdan têkoşîna azadî û demokrasiyê ye û wiha bi dawî kir: “Ev meş wê bibe rêya ku desthilatdariya îqtîdarê ji holê bê rakirin. Rejîma qeyûm îspata windakirina desthilata AKP’ê ye. Ew dê talankirina welat, xizanî, birçîbûn, bêhiqûq û antîdemokrasiyê bidomîne. Sibe em ê bibin dengê Colemêrgê, roja din em ê li her derê bin. Me dev ji çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk bernedaye û em ê dev jê bernedin. Gelê Kurd di 31’ê Adarê de bersiva polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê ya vê hikûmetê da. Weke hemû Kurdistan û Tirkiyeyê em ê sibe ji Colemêrgê bersiva hikûmetê bidin ku ji van hemûyan peyamekê bigirin. Ger dewlet di bin zextê de be gelê kurd xwedî berxwedan e, gelê kurd xwedî meşa demokrasî û azadiyê ye. Em ê qeyûm bişînin bila gumana tukesî nebe. Şaredariya Colemergê ya me ye, Colemêrg nirxê gelê kurd e. Em ê sibê saet di 15.00 de li hev bicivin.”

Çîgdem ji bo kesên ku ji erka dewletê paşve gav neavêtin û li ber xwe didin re silav kir û got ku dê ev ked qeyûman paşve bişîne.