16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexmûrî heta NY’ê meşiyan

Mexmûriyan bi girseyî êrişên balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk yên li ser xelkê Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin. Meşmûrî heta NY'ê meşiyan û daxuyanî dan.

Şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên bi rêya balafirên bêmirov li ser welatiyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê, bi meşeke girseyî pêk anî.

Dewleta Tirk a qirker di nava du hefteyên dawî de bi balafirên bêmirov û biçek êrişî du wesayîtên xelkê sivîl yê Başûrê Kurdistanê kirin û di encama wan êrişan de heft kes hatin qetilkirin. Xelkê wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bimire Xiyanet’ , ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ qêriyan. Girse heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Meşvan li ber avahiya NY’ê rawestiyan û li vir Hevberdevka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman daxuyanî da. Nûdem Yaman di destpêka axaftinê xwe de êrişên dewleta Tirk a faşîst yên li Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku dijmin nikarin bi kuştin, talankirin û êrişkirinê gelê Kurd tune bikin û wiha got: “Weke gelê Kurd em bi qasî ku me şoreş kirine, me ew qas bedel jî dane. Lê weke şoreşa PKK’ê, şoreşa ku bi fikrên Rêber Apo hatî pêşxistin em tu caran bi bedeldayîn û şehîdxistina hevalên me tune nebûne. Ji bo ku xwîn û tola wan şehîdan li erdê nemîne, xeta ku me ji xwe re diyar kirî xeta berxwedanê bû. Em dibînin êrişên dewleta Tirk yên ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê, bi taybet li ser Herêmên Parastinê yên Medya tên kirin, dixwazin bi vê yekê têkoşîn û berxwedana me têkbibin. Dixwazin çavê gelê Kurd bitirsînin, lê bila baş bizanibin gelê Kurd bi kuştinê tine nabe.”

Nûdem Yaman bang li gelê Iraq bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê  kir û got: “Em bang dikin ku bibînin xaka wan ji dest diçe û zarokên wan tên kuştin. Ji bo wê divê êdî pêngavek were avêtin. Pêngavek ku ji dewleta Tirk re bêje êdî bese. Em bang li sazî û rêkxistinên mafên mirovan jî dikin, gelo wê heta kengê li hemberî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng bimînin? Divê kesên ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan binav dikin, demil dest li mafê van kesên ku têne qetilkirin derbikeve. Em dibînin yên ku li Başûrê Kurdistaê di êrişan de şehîd dikevin hemû zarokin. Ji bo vê jî divê her kes çavê xwe ji vê rastiyê re veke ku Kurd bi kuştinê tu carî tune nabe. Em tu carî tune nabin. Xeta ku Rêber Apo û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser dimeşin xeta azadiyê û mafê mirovane. Mirov tenê dikare azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bibîne. Ji ber vê yekê heta ku Rêber Apo azad nebe, gelê Kurd jî azad nabe. Bi vê boneyê em weke xelkê penaber û têkoşer yê Wargeha Mexmûrê dibêjin serê malbatên kesên ku di êrişan de şehîd ketine sax be, serê gelê Kurd û xelkê Wargeha Mexmûr sax be.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimire Xiyanet’ bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê