6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG: Ceza zerarek mezin dide demokrasiyê

MKG’ê cezakirina 8 rojnamegeran şermezar kir û got: “Ev ceza zirareke mezin dide demokrasî û çapemeniya azad.

Danişîna biryarê ku nûçegîhanên JINNEWS Habîbe Eren û Oznûr Deger û Mudura Karên Nivîsê ya berê ya Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsevan û nûçegîhanên wê Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û rojnamevan Denîz Nazlim, Hakan Yalçin, Mehmet Gunhan jê dihatin darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin.  Heyeta Dadgehê, der barê Habîbe, Ceylan û Mehmet de biryara beraetê hat da. Dadgehê li Berîvan, Selman, Dîren, Emrullah, Hakan, Oznur, Denîz û Zemo jî ji bo her yekî/ê 6 sal û 3 meh ceza birî.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bertek nîşanî cezayê li rojnamegeran hat birîn, da. MKG’ê anî ziman ku wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî van neheqiyan bêdeng nemîne û dê di nava her şert û mercî de çapemeniya azad biparêzin.”

MKG’ê da zanîn ku peywira çapemeniya azad agahdarkirina raya giştî û avakirina hişmendiya civakî ye û got: “Lê darizandin û cezakirina rojnamegeran zirareke mezin dide çapemeniya azad û demokrasiyê. Beratkirina Habibe Eren, Ceylan Şahinli û Mehmet Gunhan di warê edaletê de her çiqasî gaveke erênî be jî lê cezayê 6 sal û 3 mehan li Bêrivan Altan, Selman Guzelyuz, Diren Yurtsever, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Oznur Deger, Deniz Nazlim ve Zemo Aggoz birîn. Em dikarin wekî êrişa li dijî çapemeniya azad binirxînin. Rojnameger ji ber nûçeyên çêdikên û peywira pîşeya xwe bi cih tînin tên darizandin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

MKG’ê rayedar û raya giştî vexwend hestiyariyê û wiha got: “Ji bo hempîşeyên me bên berdan û zextên li hemû rojnamegeran bi dawî bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Rojnamegerî ne sûc e. Ji bo edalet pêk were û demokrasî bê parastin em daxwaz dikin ku sepanên nehiqûqî yên li ser kedkarên çapemeniyê bi dawî bibin. Em ji bo hemû hempîşeyên xwe yên di vê pêvajoyê de bi me re di nava piştevaniyê de bûn û ji bo raya giştî ya piştgirî da spas dikin.

Em ê wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî van neheqiyan bêdeng nemîne û em ê di nava her şert û mercî de çapemeniya azad biparêzin.”