10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameyên ji girtîgehê-I

Bi rastî ku ez nenivîsim ew ê kêmaniyek be. Gurçika min î çepê mîna êtûna ku kilsê çêbike, keviran hildiberîne. Ev cara sêyemîn e; ji ber ku ez zerikî me, zerikiya reş a bi dizî, ji emeliyatê re asteng e.

Min nameyên neşandî dinivîsand di rojnivîska xwe de, li girtîgehê tebata min pê dihat û ji aloziyên derûnî, pirsgirêkên rojane diferikîm. Her nameyek ji zarokekê/î min re ye. Dixwazim parve bikim. Bila wek silavek dahatûyê be!

14 Reşemî 2003

Îro dora Sorgulê ye. Sorgulê merheba! Merheba Sorgul, kulîlka çiyayên Kurdistanê. Me pir ji te hezkiribû, pir şîrînbûyî. Di nav zarokan de bêhtir min ji te re dinivîsand, te jî ji min re. Em ji hevdu xweş fêm dikin. Ew dilê te yê paqij, pak û ronayî her tim çiya, çiyayên welatê min dixe bîra min. Dizanî ji kulîlk û çiyê pir hez dikim. Wek cewher in, cewherê mirov.

Wek cewherê azadiyê û cewherê mirovên xwezayî. Wan salan min ji mûzik û dengsaziya Şivan pir hez dikir, strana “Sorgul ji baxê ciwan û rengîn / Bilbil ji şaxê umran dikişîn” pir bandor li ser min dikir, dilê min zîz dikir, cizîn dixistê wek jana evînê. Bi diya te re bi yek dilî me navê te kir Sorgul! Min digot kulîlka çiyayê Kurdistanê. Welatê me, hêlîna êş, jan û tunehiyê. Pîrika te, dayika diya te ya bêqeder, melûl î stûxwar Fexriya zêde êş kişandibû. Me navê wê ji dixwest. Qe nebe me got bila navê wê bijî. Wê jiyana xwe nejiya. Navê te ma “Fexriya Sorgul!” Lê tu ji bonî me her û her Sorgul bûyî, Sorgul î. Dilê Fexriyayê nişmî, paqij. Fexriya ku jiyan mafê wê ye, wek her kesî, wek her zindîdar î.

Îro hevdîtina rû bi rû bû. Me bi pîrika te Asê (diya min) re pir sohbet kir, xweşgotin xistin rêzê. Mizgînên wê hebûn: Em li hêviya ‘Adar’ bûn, ‘Rojhat’ê Silo merheba daye jiyanê, ‘Şîlan’ jî kerem kiriye. Tu dizanî xweşhêviyên me zêde ne, jixwe jiyana me tim hêvîdarî(n). Lê xemgînî jî hebûn, jixwe jiyana kurdan her dram e, wek “Roja Reş” ya sibehê. Serdestên dinyayê hêz dane xwe ku nehêlin em bijîn, jiyana me asteng bikin. Lê li ser qehrê wan em ê bijîn, em ê bi serkevin. Mirad divê here leşkeriyê, tiştekî pir nexweşe! Çawa dibêjin; “Tu berjor tif bikî simbêl berjêr tif bikî rih qirêj dibe.” Li welatê hevpar wek mirov qet me napejirînin. Tirsa wan a ji azadiya me ew har kirine, halbikî hebikî mirovîn bifikirin, ew ê gelek tişt têkevên riya rast û aram! Dê ev ewrên reş teqez belav bibin. Tîrêjen Roja me dê ewrên reş belav bike. Hilatiya, zabûna rojê nayê astengkirin. Ha xaltîka min Xezalê jî çûye ber dilovaniya Xweda. Drameke dinê. Di nav dewlemendiyê de xizanî, di wê malhebûnê de jî wek mirovekê xweş nejiya. Herê, enînivîsa wê çewt bû, wek tevayên jinên welatê min, wek qedera însanên me tevan. Teqez wê xwe kuştiye, li hember nankoriya kedê, li hember bexiliyê. Niza’m çima ew jî ji me re bextreş bû. Neyê ser. Ê me, em dilfireh in, dîsa ku hişmendiya dijber çeloxwarî, be! Hertişt çewt tê jiyîn, hat jiyîn. Hezkirinên me, neyartiyên me tev çewt in, şaş in. Heqê wê nexwim. Ji min, ji me pir hezdikir. Gûz, bîhok, benî tiştên xweş tev ji min re, ji me re vedişart ku fersend diît dida me. Min got a dram, her tişt kenogirî li ser vê axê. Li cem me dîtina rêya rast, ji rastiyê hezkirin pir dijwar e, jiyaneke şaş em tê de ne, şaş û derew. Loma lêgerîna heqîqetê pir zor, dijwar û pîroz e. Di rastiya xwe de tiştê ku pîrikên te Fexriya û Asê, xaltîka min Xezalê jiyan tev roman in, wek jiyana pîrikên min Sosinê, Medo (Medîne) ka ku bê nivîsîn, em di cenga nivîsîna jêrzemîna wan de ne. Ê me, çend pîneyên destpêkê! Her ku çi be.

Îro min dixwest li, ser mijareke dinê bi te re sohbet bikim, a dilê xwe biherikînim.

Tu dizanî tişta ku min ji “kevir”an kişandiye, ji tiştekî dinê nekişandiye. Vê carê wexta ku min kevirên gurcika xwe bi lazerê dan şikandin, xweşhalek ava kir, dixwazim parve bikim. Kevirên gurcika min î çepê ez peritandim ev çend sal in, jixwe hêla me ya çepê evîn û derda mezin!

Kevir û riya Dengiza

Bi rastî ku ez nenivîsim ew ê kêmaniyek be. Gurçika min î çepê mîna êtûna ku kilsê çêbike, keviran hildiberîne. Ev cara sêyemîn e; ji ber ku ez zerikî me, zerikiya reş a bi dizî, ji emeliyatê re asteng e, ez nikarim emeliyat bibim, divê ku bi lazerê bên şikandin; ez ê bi lazerê bidim şikandin. Tiştên ku min heta niha kişandine li aliyekî, bila wek diyarî di tûrikê dil de bin. Ev serboriya cara sêyemîn e.

De girtîgeh e, dîlî ye! Li girtîgeha Ordiyê rewş ne muasaît bû, ez anîbûm Dîlokê, li nexweşxaneya zaningeha vira derfet hebûn, ji min re bi aweyekî lê hat, serê dostan sax be!

Piştî ‘eyb û elf hetîkê’ berê min dan fakulte, beşa kevirşikandinê. Ji ber ku em dîl in, tengasî û acizî li aliyekî, lê hemşire û peywirdaran bi raza mirovatî li me dinerin, xweşmirov bûn. Hemşire xweha te, keça min î mezin Xêlya (Tîjle. Ku ez jê re dibêjim Tîjle, pir bi min xweş tê) tanî bîra min.

Divê ku kevir bi deman, bi ‘seans’an bihata şikenandin. Her seans bîstûpênc deqîqe bû. Ji ber ku ez zerikî me derziyên êşbirînên jî li xwe naxim. Yanî saxî bi saxî ew ê min bidin ber demaçeyên lazeri. Bedena min xurt e, hêla min, hêza min li cî ye. Ceribîn jî heye, bi xwe bawer im. Lê bi rastî piştî pênc deqîqeyên pêşî, êşê destpê dikir û nêzîka encamê ez bêhal diketim. Roja me jî çarşem e. Her çarşemê seansek e, wisa pênc hefteyan domand.

Hefteya duyemîn bû, min lîstikek ava kir… (Dê bidome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê